Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin
Jin

Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

Pero Dundar, da zanîn ku Festîvala Sakîne Cansiz a ku dê li Zurihê were lidarxistin hevdîtineke navneteweyî ye ku têkoşîna hevpar a li dijî qirkirina jinê mezin dike, aştî û hevgirtinê xurt dike. Pero Dundar banga tevlîbûnê li her kesî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

13’emîn Festîvala Sakîne Cansiz sibê li bajarê Zurih ê Swîsreyê tê lidarxistin. Ev festîval her sal ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin. Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên PKK’ê bû û di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hatibû qetilkirin. Festîval bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) pêk tê. Zêdetirî 20 saziyên jinan piştgiriya vê festîvalê dikin. Di nav wan de Greva Jinan a Femînîst, Partiya Sosyalîst û rêxistinên jinan ên Kesk jî hene.

 

Dirûşmeya festîvala vê salê “Niha Dem Dema Jinê ye”. Siyasetmedar Pero Dundar li ser vê festîvalê ji ANF’ê re axivî.

‘JI BO XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ GIRÎNG E’

Pero Dundar, anî ziman ku Festîvala Sakîne Cansiz ne tenê çalakiyeke çandî ye, di heman demê de xwedî wateyeke siyasî û civakî ye. Pero Dundar, diyar kir ku ev çalakî ji bo xwedîderketina li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi pêşengiya Rêber Apo tê rêvebirin, pir girîng e. Pero Dundar wiha got, “Ev festîval ji bo xwedîderketina li ziman, çand û nasnameya Kurdî ye. Kurdên li Ewropayê li vir tên cem hev û peyamên xwe yên siyasî didin.”

‘EV FESTÎVAL BERSIVEK E LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ’

Pero Dundar, da zanîn ku lidarxistina festîvalê ya bi navê Sakîne Cansiz xwedî wateyeke taybet e û wiha dewam kir, “Qetilkirina Sakîne Cansiz ji bo me qirkirina jinê bû. Ev festîval bersiveke bi hêz e li dijî qirkirina jinê. Her wiha li dijî tundî û komkujiyên li ser jinan helwesteke hevpar e. Jiyana Sakîne Cansiz sembola têkoşîna jinên Kurd e. Çîroka wê, dîrok û berxwedana jinên Kurd nîşan dide.”

‘RENG Û DENGÊ JİNÊN CÎHANÊ YE’

Pero Dundar, anî ziman ku êrîşa li ser Sakîne Cansiz, ne tenê li dijî jinên Kurd e di heman demê de êrîşa li dijî têkoşîna hemû jinên cîhanê ye û got ku ji ber vê yekê ev festîval jinên cîhanê tîne cem hev.

Pero Dundar wiha domand, “Di vê festîvalê de ne tenê jinên Kurd, di heman demê de jinên sosyalîst, şoreşger û aktîvîstên mafên jinan jî hene. Ev festîval reng û dengê têkoşîna jinê ye.”

‘JI BO AVAKIRINA NÛ GIRÎNG E’

Pero Dundar, diyar kir ku di vê dema ku nîqaşên aştiyê hene de, ev festîval hîn girîngtir dibe û wiha got, “Jin di têkoşîna aştiyê de pêşeng in. Sakîne Cansiz û hevrêyên xwe her dem aştî û azadî diparastin. Ji ber vê yekê li qada navneteweyî hatin qetilkirin. Armanca festîvalê mezinakirina vê têkoşînê û xurtkirina hevgirtinê ye. Festîval ne tenê çalakiyeke çandî ye; di heman demê de ji bo avakirina jiyaneke nû û aştiyê zemînekî ramanî û rêxistinî pêk tîne.”

‘EM DENGÊ XWE BI HEV RE BILIND BIKIN’

Pero Dundar, banga tevlîbûna festîvalê li her kesî kir û wiha got, “Em bang li Kurdên li Ewropayê, şoreşgeran, sosyalîstan û dostên xwe yên enternasyonalîst dikin ku beşdarî festîvalê bibin. Ev festîval, hem hesabpirsîna qetilkirina Sakîne Cansiz e hem jî xwedîderketina li çanda Kurdî ye.”

Pero Dundar, da xuyakirin ku amadekariyên festîvalê bi dawî bûne û got ku ji bo hewaya germ jî tedbîr hatine girtin. Pero Dundar got, “Werin em ji bo rojek be jî bibin yek, hêza xwe mezin bikin û li dijî qirkirina jinê dengê xwe bilind bikin.”

BERNAMEYA FESTÎVALÊ

Festîval sibê li Kaserneareal a Zurihê saet di 11.00’an de dest pê dike. Bernameya festîvalê pir dewlemend e. Ev hunermend û kom dê derkevin ser dikê:

Ayfer Duzdaş, Nûbûn, Nazê Azîzî, Eylul Nazliler, Berfîn Demîr, Nûarîn, Koma Stranan a Jinan (Hunera Mizgîn Swîsre), Koma Folklorê ya Swîsreyê, Koma Govendê ya Herêmî, Koma Erbane, Konê Dengbêjan û Zarok Ma.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li her derê li dijî desteserkirinê çalakî hatin lidarxistin

Nobetên li dijî desteserkirina vina gelêi Colemêrgê hatine destpêkirin dewam dikin û peyama, “Şaredariyên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelata rêzgirtinê ji RJAK’ê re hate dayîn

Li Kerkûkê bi boneya 8'ê Adarê xelata rêzgirtinê ji RJAK’ê re hate dayîn.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?