Mitînga Azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dirûşma “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk”tê lidarxistin, li Qada Newrozê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dest pê kir.
Bi deh hezaran jin, ciwan, pîr û kal bi cil û bergên Kurdî qada mitîngê tijî dikin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hwd. berz kirin. Mitîng bi deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Girseyê piştî rêzgirtinê, sirûda Çerxa Şoreşê gotin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Di mitîngê de ewilî li ser navê komîteya amadekar Elîf Şeker axivî û xwest ev mitîng bibe sedema aştî û azadiyê.
SEBAHAT TUNCEL: WÊ DERİYÊN ÎMRALİYÊ GEL VEKE, NE DEWLET
Dû re Sabahat Tuncel derket ser dikê û diyar kir ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li vir kom bûne û anî ziman ku ew hatine ku dengê xwe bigihînin Rêber Apo. Sebahat Tuncel da zanîn ku dema hevdîtin dest pê kirin şandeyê jê re gotibûn ku jin, ciwan, gel dixwaze hûn azad bibin, gelo hûn çi difikirin û got: “Serok Apo got ku em hemû bi hev re azad bibin. Ji bo keda Serok Apo a di pêvajoyê de em spasiyên xwe pêşkêş dikin û silavan jê re dişînin. Kurdan tu caran serî netewand dû niha em li vir in. Serok Apo dibêje ‘Me pêvajoya nasînê derbas kir û em dikevin pêvajoya azadiyê’. Em azadiya Serok Apo dixwazin, lê dewlet ji bo gavên pêwîst bi demê re dilîze û hişmendiya xwe naguherîne. Wê dewlet ne, gel deriyên Îmraliyê veke. Azadiya Serok Apo azadiya çar parçeyên Kurdistanê ye. Hemû gelên Tirkiyeyê jî aştiyê û azadiyê dixwaze.”
BAYINDIR: KURD STATUYÊ DIXWAZIN
Pişte Keskîn Bayindir derket ser dikê û bertek nîşanî daxwaza 112 kesên Tirk yên naxwazin mitîng bên lidarxistin. Keskîn Bayindir bang li netewperestên Tirk kir û got: “Wê gelê Kurd dê bigihije maf û heqên xwe. Em ji gelê Kurd re jî bang dikin ku ne tirsin Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê heye, em dê bigihijin mafên xwe. Ev laçika sipî dayikeke şehîdan da min û em dixwazin ev laçik bibe sedema aştiyê. Em bang li Serok Apo jî dikin ku heta dawiyê em dê ji bo azadiya te têbikoşin. Me pêvajo bi kedek mezin heta vir anî. Em dê dawiyê de bigihijin statu û mafên xwe. Xwestin meseleya Kurd bi kuştin û qetliaman çareser bikin, lê êdî Kurd ne ew Kurd e ku serî li ber we bitewîne. Êdî Kurdan hewceyî tu kesî nîne, Kurd dikarin xwe bi rê ve bibin. Lewma divê em jî di vê pêvajoyê de erka xwe bi cîh bînin û yekitiya xwe neteweyî pêk bînin. Em dê bi rêxistin û tifaqa xwe gav bi dewletê bidin avêtin. Lewma netirsin, em bi xwe bawer in. Ev pêvajo pira siratê ye û em dê bi hev re vê pirê derbas bibin.”
‘NÊZİKATİYA Lİ DİJÎ OCALAN NÊZİKATİYA Lİ DİJÎ PÊVAJOYÊ YE’
Keskîn Bayindir bi domdarî wiha got: “Azadiya Rêber Ocalan azadiya Kurdan e. Lewma em dibêjin ‘Ji rêber Ocalan re azadî’. Em dizanin ku di vê pêvajoyê de nêzikatiya dewletê ya li dijî Rêber Ocalan nêzikatiya li dijî pêvajoyê ye. Ne ku em baweriya xwe bi dewletê bînin, em bi xwe bawerin. Kesên ku li ser navê axatî û rûspitiyê bi çekên dewletê li ser gel û malbatên me zilm dike, hezar car jî bibêjin ‘Em ne Kurd in’, xelasbûn ji we re nîne. Hûn Kurd in û hûnê her Kurd bin. Em bang li we dikin, vegerin li ser xeta welatparêziyê û Kurdewariyê. Em bixebitin heta azadiya Rêber Ocalan û Kurdistan.”
Mitîng, bi konseran berdewam dike.

