Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye
Rojane

Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin Abdullah Zeydan anî ziman ku demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye û got, divê dawî li kiryara qeyûm bê anîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, rola rêveberiyên xwecihî yên di vê pêvajoyê de, bendewariyên demokratîkbûnê û bandora civakî û siyasî yên lêgerînên çareseriyê ji ANF’ê re nirxand.

Zeydan anî ziman ku demokrasiya xwecihî yek ji qonaxên herî girîng ên azadiya xurt e û got, “Divê qada xwecihî azad be, demokratîk be, tevlîkar be û pirreng be. Di vir de divê gel xwedî gotinê be. Pêvajoya ku Birêz Ocalan da destpêkirin, belê ji aliyekî ve pêvajoya xwegihandina li aştiyê ye. Di xwegihandina aştiyê de divê azadî jî, demokrasî jî, tevlîkarî jî bê pêşvebirin. Lewma lêgerîneke civakî, lêgerîneke gelparêz û lêgerîneke komînal divê bikeve dewrê. Di vir de jî divê rêveberiyên xwecihî yên xurt hebe, demokrasiya xxwecihî hebe.

Yanî heta ku qada xwecihî demokratîk nebe, azad nebe, hingî qada giştî jî azad nabe. Ji ber vê jî Birêz Ocalan dibêje civaka demokratîk. Eger em civaka demokratîk ava bikin, em ê bi vê wesîleyê komara demokratîk jî ava bikin. Yanî em ê dewletê jî ji vî alî ve demokratîk bikin. Lewma rol û mîsyona rêveberiyên xwecihî dîrokî ye. Ya rast, yek ji rêveberên herî girîng a vê pêvajoye ye ku pêvajoyê bi xwe temam bike.

Li cihekî ku gel tevlî dibe, gelparêz e, gel xwedî biryarê ye, gel hêza rêvebirinê ye, gel di pêvajoyên hesabpirsînê de ye û di pêvajoyên kontrolkirinê de ye, li wir hem qada xwecihî xurt e, demokratîk e, tevlîkar û pirreng e, hem jî ev tevlîkarî û lêgerîna azadiyê welêt xurt dike.”

Zeydan Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê bi bîr xist û anî ziman ku di konferansê de pêvajoyeke biryardariyê derkete holê û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariya şaredariyan diyarker e.

Abdullah Zeydan got, “Bi taybetî di avakirina vê pêvajoya demokratîk de, di pêvajoya avakirina jiyana kolektîf û komînal de berpirsyariya rêveberiyên xwecihî hîn mezin e. Şaredarî bi taybetî di avakirina vê jiyana komînal de xwedî berpirsyariya herî mezin e. Bêguman avakirina jiyana komînal ne tenê karê şaredariyan e. Ev yek bi rengekî topyekÛn wê ji aliyê avaniyên me yên partiyê, saziyên me, rêxistinên pîşeyî, jin, ciwan û gel ve bê avakirin. Lê belê di vir de rol û mîsyona herî girîng dikeve ser milê şaredariyan.

Di avakirina jiyana komînal de bi taybetî ji aliyê avakirina kooperatîfkarî, lêgerîna aboriya komînal û tevlîkariya demokratîk ve wezîfeyên mezin li ser milê şaredariyan e. Di vê çarçoveyê de hem ji aliyê teknîkî hem jî ji aliyê manewî ve divê pêşengiyê ji vî karî re bike. Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet gel bi xizaniyeke mezin re rû bi rû ye. Di heman demê de beşeke mezin a ciwanan bêkar e. Ciwanên bêkar hatine hiştin, cerdevanî, bi sîxurî li wan tê ferzkirin û tê xwestin ku ji xaka wan bê dûrxistin.

Divê ev ciwan jinûve li ser xeta exlaqî û polîtîk bêne bicihkirin, jinûve bêne polîtîkkirin û di heman demê de li ser xaka xwe bêne hiştin û bikevin lêgerîna aboriyeke komînal. Ji ber vê jî divê piştgirî ji kooperatîfan, gundiyan û cotkaran re bê dayin.

Şaredarî xwedî rol û mîsyoneke girîng in ku piştgiriyê bide endezyarên zîreetê, endezyarên endustriyê û bi kadroyên xwe yên teknîkî re tevkariyê li kooperatîfan, cotkaran û gundiyan bike, piştgiriyê bide hilberînê, di mijara makîne û ekîpmanan de karekî kolektîf bimeşîne.”

‘POLÎTÎKAYA QEYÛM TÊKÇÛNEK E’

Zeydan destwerdana li îradeya gel rexne kir û ji bo bidawîbûna kiryarên qeyûm bang kir. Abdullah Zeydan got, “Îradeya gel rûmeta gel e. Eger hûn rûmeta gelekî, ji ber ku nikarin xwe li nasnameya wî gelî rabigirin bi zorê desteser bikin, ev yek nîşan dide ku di pêvajoyê de hûn samîmî nîne. Lewam di rêveçûna vê pêvajoya qanûnî de bêguman mafê jiyana azad û mafê hêviyê yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Berdana girtiyên siyasî û girtiyên nexweş, vegera mirovên li sirgûnê girîng e. Di heman demê de vekişandina kiryara qeyûm, naskirina hebûna Kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de; li gel vê yekê garantiyên qanûnî yên ji bo çand û ziman divê pêk werin.

Di vir de yek ji xalên girîng bêguman meseleya qeyûm e. Yanî di vê mijarê de pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî nîne. Karekî rêveberiyê ye. Dikare di nava saetekê de dest ji vê desteserkariyê berde. Ji ber ku polîtîkayên qeyûm deh sal in dewam dike; hûn jî zanin pêwîstî bi vegotina polîtîkayên qeyûm ên li Kurdistanê nîne. Tam têkçûnek e. Ji bo desthilatdariyê têkçûnek e, ji bo paşeroja welêt têkçûnek e.”

Abdullah Zeydan destnîşan kir ku kiryara qeyûm divê tavilê li gorî ruhê vê pêvajoyê bi dawî bibe û erk jinûve radestî gel bê kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Beate Schwarzkopf: Divê em fikrê aştiyê bixin navenda jiyana xwe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

NPG’ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike

Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Hevrêyên me Mazlûm û Mahsûm bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Nesekinî, 58 rojan şer kir: Bahoz Tekman

Sembola berxwedana Efrînê Bahoz Tekman 58 rojan li ber dijmin sekinî û şehîd bû. Bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Iraqê lêçûna gaza klorê: Zêdeyî 600 kes bi jehrî ketin

Li başûrê Iraqê, li tesîseseke paqijkirina avê ya di navbera Kerbela û Necef de ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?