Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Endamê Koma Aştiyê yê Duyemîn Aktaş hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya parêzbendiya Ozgur Ozel û 2 parlamenteran ji komîsyonê re hat şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-DEM’ê ji bo çareseriya krîza aboriyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji fîlozofa Fransî nameya ji bo Rêber Apo: Ev gava dawî serketinek e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan wê ji bo ‘demokrasî’ û ‘azadiyê’ li Kolnê bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Nûarîn hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Heta ku koka dîrokî ya tundiyê neyê fêhmkirin çareserî nikare bê afirandin’
Jin

‘Heta ku koka dîrokî ya tundiyê neyê fêhmkirin çareserî nikare bê afirandin’

Kovara Jineolojiyê bi mijara "Tundî û Berxwedanê" derket û bal kişand ser kokên tundiyê. Ji desteya weşanê Rojda Yildiz got, "Bi vê hejmarê re me xwest ku tundiyê binirxînin, sedemên wê nîqaş bikin û di heman demê de rêyên çareseriyê raxin pêş çavan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Kovara Jineolojiyê bi mijara “Tundî û Berxwedanê” hejmara xwe ya nû weşand. Di hejmara nû de koka dîrokî ya tundiya li hemberî jinê, şêweyê tundiyê yê vê serdemê û têkoşîna li hemberî tundiyê hate nirxandin.

Di kovarê de cih ji herikîna dîrokî ya tundiyê û rêbazên têkoşînê re hate dayin. Her wiha ne tenê tundî hate teşhîskirin, her wiha rê û rêbazên çareseriyê jî hatin destnîşankirin.

Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz li ser hejmara nû nirxandin kir û ragihand ku tundî divê ne weke pirsgirêkeke heyî, her wiha weke mijareke dîrokî û sîstematîk bê nirxandin.

‘HETA KU KOKA WÊ YA DÎROKÎ NEYÊ FÊHMKIRIN, ÇARESERÎ NIKARE BÊ AFIRANDIN’

Rojda Yildiz anî ziman ku tundî yek ji bûyerên herî kevn ên dîrokê ye û got, “Lêkolînên hatin kirin radixe pêş çavan ku tundiya rêxistinbûyî destpêkê li hemberî avaniyên civakî yên li dora jinê hate kirin. Ev pêvajoya li dijî nirxên civakî yên li ser esasê eslê dayikê, bi şêweyên cuda hatibe meşandin jî bi hezaran sal in dewam dike. Di heman demê de bi bêzayendîkirina tundiyê re serweriya mêr tê nixumandin.”

Rojda Yildiz destnîşan kir ku di serdema heyî de tundî nabe ku tenê li ser bûyerên şexsî yan jî pirsgirêkên derûnî bê vegotin û got, heta ku koka dîrokî ya tundiya li hemberî jinê, armanc û rêbazên wê neyên fêhmkirin wê çareserî jî nikare bê afirandin.

‘HATE XWESTIN KU TUNDÎ LI NAVA CIVAKÊ JI RÊZÊ BÊ NÎŞANDAN’

Rojda Yildiz ragihand ku wan di dosyaya kovarê de giranî dan ser pirsên li ser şêwazê asayîkirina tundiyê û jinûve afirandina wê ya li nava jiyana civakî û got, lawazkirina mekanîzmayên xweparastinê yên jinê û afirandina rizaya civakî yek ji sernavên bingehîn ên nîqaşê ne.

Rojda Yildiz anî ziman ku di dosyaya amadekirî de wan hewl dan koka dîrokî ya tundiyê û bandora wê ya civakî fêhm bikin û got, “Di salên dûr ûdirêj de tundiya fîzîkî ya li hemberî jinê asayî hate nîşandan. Dema ku tundî li we hate kirin, dihate xwestin ku hûn vê ispat bikin, ji bo vê jî li ser bedena we divê şopê vê bihata dîtin. Ev rewş nîşan dide ku tundî çiqasî bi kûrahî civakî bûye.”

Rojda Yildiz diyar kir ku di serdema heyî de li her qada jiyanê tundî tê afirandin û got, “Tundî li televîzyonan, li sîstema perwerdeyê, li saziyan û êdî bi rêya telefonên destan derdikeve pêşiya me. Tundiya ku medya dîjîtal diafirîne hîn bêhtir tê dîtin û paşerojê dikare bibe sedema krîzên hîn cidî yên civakî.

Armanc ne tenê tinekirina tundiyê ye; di heman demê e avakirina şêweyên jiyanê, sazî û têkiliyên dûrî ji tundiyê, ku jiyaneke cuda bê afirandin.”

‘DI HEJMARA KOVARÊ DE NE TENÊ HATE TEŞHÎSKIRIN, HER WIHA RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ JÎ HATE DESTNÎŞANKIRIN’

Rojda Yildiz ragihand ku di hejmara dawî ya kovarê de wan cihekî berfireh dan tecrûbeyên têkoşînê û çareseriyê û got, “Me tecrûbeyên têkoşîna li dijî tundiyê ya li Kurdistanê danîn holê. Tecrûbeya Jinwr a li Rojava ketiye meriyetê yek ji mînakên herî hîndekar a vê yekê ye. Me ew model nirxand ku jin li stargehan neyên asêkirin, qadên jiyanê yên azad dikarin ibafirînin. Her wiha me cih da tecrûbeyên têkoşînê û xweparastinê yên li Latîn Emerîkayê. Bi vê hejmarê re me hewl da ku tundiyê bi kûrahî fêhm bikin, sedemên wê nîqaş bikin û di heman demê de rêyên çareseriyê raxin pêş çavan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’
Nûçeya Pişt re Pêşmergeyê PAK’ê li Hewlêrê mirî hate dîtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên ji Silêmaniyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê şitil çandin

76’emîn rojbûna Rêber Apo bi pêşengiya jinan li Silêmaniyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

IEA: Tevî çareseriyên guncav emîsyonên metanê di asta rekorê de ye

Li gorî analîzek ku roja Çarşemê ji hêla Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ve hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Xemla deşt û çiyê: Zozan

Dema ku em jî weke yekîneyekê dixwazin wesifkirina keça lêheng a ji herêma Efrînê, Zozanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Gundî ji bo qadên xwe yên jiyanê di nobedê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?