Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Îtalî name ji Rêber Apo re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûarîn bi şertê kontrola edlî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sonay Mengutay a piştî 30 salan hate berdan: Em hemû beşek ji pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bi hesreta gora kurê xwe koç kir
Kurdistan

Bi hesreta gora kurê xwe koç kir

Zekiye Demîr ku li gundê xwe li mala xwe ya ji yek odeyê bi gotina "mirov dest ji xaka xwe bernade" jiyana xwe dewam dikir, koça dawî kir. Li dû Zekiye Demîr hevpeyvîna ku me herî dawî pê re kir, wêneyê li ber mala wê ma.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Zekiye Demîr ku di tevahiya jiyana xwe de ji bo aştiyê têkoşiya û bi hêviya dîtina gora kurê xwe yê bi zorê windakirî Tûran Demîr bû, koça dawî kir.

Kurê wê Tûran Demîr sala 1993’an li gundê Şenyayla yê navçeya Pasûr a Amedê piştî ku bi 10 gundiyan hate revandin, hate qetilkirin. Heman şevê gundê malbata Demîr hate şewitandin û sirgûnkirin. Zekiye Demîr ku nekarî xwe li sirgûnê rabigire, li gel demenê xwe yê dirêj jî li Şenyaylayê ji xwe re xaniyekî ji odeyekê lê kir. Bi gotina, “Ez li vê derê yên ku min ji dest dane hîs dikim” dilsoziya xwe ya bi xakê re anî ziman û bi salan li hestiyên kurê xwe pirsî.

Zekiye Demîr ku salên dawî li mala ku bi tena serê xwe bi salan lê dima nexweş ket, beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide me pê re hevdîtin kiribû û gotina xwe ya dawî jî bi vî rengî bû, “Xak xaka me ye, li gel her tiştî jî min nekarîbû dest ji vê derê berdim.”

Zekiye Demîr ku li gel temenê xwe jî ne bûyerên bi serê wê ve hatin ji bîr kir, ne jî ji xaka xwe dûr ket, demeke kurt piştî ku sirgûnî bajêr hate kirin li gundê xwe vegeriya û ji xakê xaniyekî biçûk ji xwe re ava kir. Zekiye Demîr ku bi rêya çêlekan debara xwe dikir, li gel zehmetiyan jî li pêşiya mala xwe ya hilweşiyayî jiyaneke nû ava kir.

Zekiye Demîr ku her havînê li vir derbas kir, demeke dirêj bi tena serê xwe li vê malê ma. Hevrêyên wê jî mirîş û çêlekên wê bûn.

‘DESTPÊKÊ KOMKUJÎ, PIŞTRE JÎ SIRGÛN’

Zekiye Demîr anî ziman ku wê nekarî xwe li sirgûnê rabigire, lewma vegeriya gundê xwe, ji xwe re malek lê kir. Zekiye Demîr diyar kir ku şewitandina gundê wan, kenê dawî yê kurê wê û dengê çekan ji alqê wê derneket û got, “Destpêkê kurê min kuştin, piştre jî gundê me şewitandin; mala me, heywanên me şewitandin. Em jî li gel vê yekê hatin sirgûnkirin. Li gel kurê min bi dehan mirov qetil kirin. Wê demê kurê min ji Mûşê dihat, dewletê li nava gelî kemîn danî bû. Piştre me dengê çekan û bombeyan bihîst. Beriya wê gelek caran gule li me reşandibû, lê belê em neditirsiyan. Wê şevê destpêkê me fêhm nekir bê çi bû. Lê belê li pey hev me bihîst ku bi dehan mirov hatine binçavkirin û windakirin.”

‘EZ LI VÊ DERÊ YÊN KU MIN WINDA KIRIYE DIBÎNIM’

Zekiye Demîr got, “Heman şeva ku agahiya kurê min hat, gundê me, bexçeyên me şewitandin. Her tişt bi zorê kirin; wê demê çi zilm hebe li me hate kirin” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bi salan bi malbatên din re me li aqûbeta windayan pirsîn lê belê ti carî nekarî agahiyê werbigirin. Piştî kurê min me hestî dît; destpêkê birin navendê, piştre jî birin Enqereyê, lê belê dîsa jî em nebûn xwedî gorekê. Bi salan e li gora kurê xwe digerim. Li vê derê dema ku li her çiyê dinerim cîgera min bişewite. Dema ku li ber vî derî rûdinêm zarokên min, mirovên ku me winda kirine hîs dikim. Bi salan e heman tiştî hîs dikim. Li min baş e ku difikirim ku ew li vê derê ne. Ji ber vê yekê ji xaka xwe neçûm.”

Zekiye Demîr ragihand ku demeke kurt piştî sirgûnê li gundê xwe vegeriya, maleke biçûk çêkir û got, “Em hîn li bajêr in, lê belê nikarim ji vî gundî dûr bikevim. Timî bêriya vê derê dikim. Piştî ku gundê me hate şewitandin hatim vê derê. Li vê derê li ber mala me ya hate şewitandin min maleke ji odeeykê çêkir. Her biharê têm vê derê, dema ku hewa dicemire diçim. Li vê derê bi tena serê xwe heywanan xwedî dikim. Bajar rehet e lê belê li vê derê nanê me, xaka me heye. Xak ji bo min baştir e. Me ev der carekê terikand, ji niha û pê ve naterikînim. Ji bajêr direvim û têm vê derê. Bi duu çêlekan hewl didim li vê derê bijîm. Extiyar im, lê belê dîsa jî li vir li ber xwe didim.”

‘EV ZILM DIVÊ BI DAWÎ BIBE’

Zekiye Demîr di hevpeyvîna xwe ya dawî de banga xwe ya edaletê dubare kiribû û gotibû, “Gelekî zilm kirin, hîn jî dikin. Ev çiya bi qereqolan tijî ye. Ewqas mirov mirin, hatin windakirin, lê belê kesî hesab nepirsî. Bila êdî ev zilm biqede.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şoreşgera ku xeta jiyana azad afirand
Nûçeya Pişt re PÎK’ê Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qirkirina ekolojîk: Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin!

Adnan Şenbayram bang kir ku li hemberî birîna daran û xebatên lêgerîna madenan yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahtiyar ê ku cenazeyê Narîn Guran xistibû çem hat girtin

Nevzat Bahtiyar ê ku li xwe mikûr hat ku wî cenazeyê Narîn Guran a 8…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên girtiyan: Divê qanûn bê berfirehkirin û girtiyên siyasî hemû werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?