Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê nû yê Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ma cihê girtiyên nexweş hucre ne?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterê DEM Partiyê çû serdana girtî Evîn Zapsû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê operasyona dewleta Tirk a li hemberî siyasetmedarên Kurd şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’
Rojane

‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’

Pisporê Mafên Zarokan Bahtiyar Bayram Bal kişand ser belavbûna karkirina zarokan bi krîza aboriyê re û diyar kir ku xebitîna zarokan ji bo malbatan veguheriye neçariyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Krîza aborî ya kûr bûyî, lêçûnên jiyanê yên zêde dibin û xizanî karkeriya zarokan her ku diçe zêdetir dide xuyakirin. Gelek malbatên ku bi pirsgirêka debariyê têdikoşin, li şûna perwerdehiyê neçar dimînin ku berê zarokan bidin jiyana xebatê, pisporan destnîşan dikin ku karkeriya zarokan ne tenê aborî,  di heman demê de binpêkirina mafên bingehîn û pirsgirêkekî civakî ye.

Pisporê Mafên Zarokan Bahtiyar Bayram Bal derbarê pirsgirêka karkeriya zarokan û mafên zarokan ku tên paşguhkirin, ji ANF’ê re axivî.

‘KRÎZA ABORÎ ZAROKAN NEÇARÎ KARKIRINÊ DIKE’

Bayram anî ziman ku bi kûrbûna krîza aborî re, karkeriya zarokan jî belav bûye û diyar kir ku karkirina zarokan ji bo malbatan êdî ji tercîhê derketiye û wiha got:

“Di rastiyê de karkeriya zarokan tu dem ne tercîhek bû. Îro jî ji ber krîza aborî malbatan vê weke rêya yekane ya derketinê dibînin. Dahatên heyî ya malbatan an jî alîkariyên sosyal ên werdigrin, têra pêşwazîkirina pêwîstiyên bingehîn nake. Her ku pirsgirêka dabarê mezin dibe, zarok jî ber bi jiyana karkirinê ve dibin. Kedxwariya keda zarokan, bi kûrbûna krîza aborî re zêde dibe.

Xalekî din a girîng jî guhertîna lênerîna malbatan ji bo perwerdehiyê ye. Malbatên ku dibînin ciwanên mezûnê zanîngehê kar nabînin, baweriya xwe ya ji bo pêkanîna pêşeroja perwerdehiyê ya zarokan winda dikin. Dema wiha dibe, li şûna dibîstanan berê zarokên xwe didin pîşesazî, tekstîl an jî qadên kar yên cuda. Ev dîmen nîşan dide ku krîza aborî mafê perwerdehiyê jî rasterast hedef digre.”

‘SALÊN PERWERDEHIYÊ YA ZAROKAN, DI BIN ŞERT Û MERCÊN ZEHMET DE DERBAS DIBE’

Bayram destnîşan kir ku karkeriya zarokan ne tenê îro, bandor li  tevahiya jiyana zarokan dike û wiha got, “Karkeriya zarokan ji beriya her tiştî li pêşiya pêşketina fîzîkî ya zarokan astengiyekî cidî ye. Zarokên ku ji mafê perwerdehiyê bêpar têne hiştin, bi demê re xwe kêm hîs dikin. Ev rewş dibe sedem ku di salên pêş de baweriya ji bo xwe winda bike û bibe pirsgirêkên derûnî yên giran.

Salên lîstîk, perwerdehî û xwe pêşxistinê ya zarokan, di bin şert û mercên giran ên xebatê de derbas dibe. Zarokên ku di kargehan de dixebitin, rû bi rûyê qezayê kar in. Zarokên ku di trafîkê de caman paqij dikin, dûkalê egzozê, kîmyasala ku asfaltê belav dike û madeyên zirer ên ji motorên wesayîtan derdikeve, dikşînin. Temamiya van tenduristiya zarokan bi awayekî mayînde bandor dike.”

‘EV, BINPÊKIRINA MAFAN YA ZAROKAN E’

Bayram destnîşan kir ku karkeriya zarokan mafên ku bi peymanên navneteweyî hatine mîsogerkirin, binpê dike û wiha got, “Peyamana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, mafê jiyan, pêşketin û mafê perwerdehiyê ya zarokan mîsoger dike. Karkeriya zarokan temamiya van mafan binpê dike. Rêgeza berjewendiya zarokan bi temamî paşguh dike. Ji ber vê yekê karkeriya zarokan ne tenê pirsgirêekî aborî ye; di heman demê de binpêkirina mafan a zarokan ya pir giran e.

Bi taybet di mewzûatê de verastkirinên girîng ên li dijî karkeriya zarokan heye. Lê dema ku xizanî kûr dibe, kontrol bi têra xwe nayên kirin. Ji ber vê yekê îro di çandiniya demsalî, tekstîl, atolye, pişesazî û lembeyên çûnhatinê de gelek zarok dixebitin. Ev dîmen nîşan dide ku mekanîzmayên parastinê yên heyî bi têra xwe kar nake.”

‘DIVÊ ALÎKARIYÊN CIVAKÎ BÊN XURTKIRIN’

Bahtiyar Bayram diyar kir ku têkoşîna li dijî karkeriya zarokan bi polîtîkayên civakî pêkan e û diyar kir ku pêkanînên heyî li hemberî krîzên aborî kêm dimîne û wiha got, “Alîkariya perwerdehiyê ya bi şert, yek ji alîkariya herî tê zanîn a ku îro tê pêkanîn e. Lê dema ku şert û mercên aborî yên heyî tê fikirîn, mîqdar û berfirehiya vê alîkariyê ne têrker e. Divê alîkarî bên zêdekirin. Li gel vê jî divê di dibîstanan de alîkariya xwarinê ya bê beramber çêbibe û bi armanca pêşîlêgirtina karkeriya zarokan, li qadê mekanîzmayên kontrolê ya seyar ku li qadê çalak bixebite, bên avakirin.

Rêveberiyên herêmî, divê gihandin, qirtasiye û pêdîviyên din ên bingehîn ên zarokên ku dest bi dibîstanê dikin û di perwerdehiyê de zehmetî dikşînin, pêşwazî bikin. Bi rêya zabiteyan li dijî karkeriya zarokan dikarin pergala hişyariyê ya zû were avakirin. Civaka sivîl jî ji bo tespîta kargehên ku zarokan didin karkirin û zarokên ku ji ber xizaniyê ji mafê perwerdehiyê bêpar tê hiştin, di meşandina parêzvaniya gelemperî de berpirsiyartiyeke girîng digrin ser xwe. Têkoşîna li dijî karkeriya zarokan, berpirsyariya hevpar a tevahiya civakê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rola civakî ya komunan
Nûçeya Pişt re Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Siwêdaya êrîşa bi droneyê: 1 mirî, 7 birîndar

Li bajarê Siwêdayê, di êrîşa droneya bombebarkirî ya hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de kesekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên “Deng bide azadiyê: Heta ku tecrîd hebe asayîbûn nabe

Di çalakiyên “Deng bide azadiyê” de peyama “Heta ku tecrîd hebe asayîbûn nabe û krîza…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hindîstanê germahiyên zêde bandor li ser tenduristiya mirov dike

Pisporan hişyarî dan ku li Hindîstanê germahiyên zêde bandoriyeke cidî li tenduristiya mirovan dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê û Amûdê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wêneyê nû yê Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?