Girtiya siyasî Werîşe Muradî tevî ji bo dadgeha Şoreş a Tehranê hate vexwendin jî tevlî danişînê dadgehê nebû.
Hate ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî piştî girtina 3 sal û zêdetirî 5 mehan a li hucreya yek kesî ya, îro dubera ji bo beşa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hate vexwendin. Bi sedema ku ew dadgeh ne fermî ye, ew red dike ku tevlî danişînê wê bibe.
Hêjayî bibîr xistinê ye Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi serokatiya dadger Ebulqasim Salawat, bi tohmeta (serhildana çekdarî li dijî dewletê) cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, lê ev biryar ji aliyê Şaxa 9’emîn a Dadgeha Bilind ve bi hinceta kêmasiyên di lêpirsînê de hat betalkirin û doz ji bo ji nû ve darizandinê, ji dadgeha têkildar re hat şandin.

