În, 17 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Îmraliyê wê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komele: Di êrişa Muxafizên Şoreşê de 8 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentoya Îsraîlê hate fesixkirin: 27’ê Cotmehê hilbijartin heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelek êriş li Başûrê Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya jinan a ji pêvajoyê mezin e, lê ji ber helwesta dewletê bi fikar in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn: Ji bo aştiya mayinde divê alî di mercên wekhev de bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji binê axê ber bi wijdanê mirovahiyê: 561 qurbanî li benda navê xwe ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berwarî: Divê Kurd stratejî û yekîtiya neteweyî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Îmam Namoglu li Depê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hiqûqnasên li Silêmaniyê banga ji nû ve vesazkirinê ji bo pergala darazê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya ‘Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa jinên berxwedêr: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Bakurê Kurdistanê xetereya windabûna zimanê Kurdî
Kurdistan

Li Bakurê Kurdistanê xetereya windabûna zimanê Kurdî

Kurdî wekî zimanê axaftinê hinekî zindî ye û tê bikaranîn, lê wekî zimanê nivîsandinê û bisazîbûnê her ku diçe winda dibe. Dema ku zimanek di dibistanan, saziyên fermî, wêje û medyayê de cih negire, ev rewş ji bo wî zimanî dibe xetereyeke pir mezin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Kurdî, îro li Bakurê Kurdistanê di dîroka xwe de qonaxeke pir nazik û bêparastin derbas dike. Pirsgirêk êdî tenê ne asîmîlasyon e; ziman gav bi gav ji jiyana rojane derdikeve û dibe nirxekî wisa ku êdî nayê bikaranîn. Ji sala 2020’an heta 2026’an, anketên ku li pey hev hatine çêkirin her sal tabloyeke hîn tarîtir û xemgîntir nîşanî me didin. Bi van daneyan pir eşkere xuya dike ku zimanê Kurdî li ser axa xwe jî bi xetereya windabûna ji jiyana rojane re rû bi rû ye.

Di vê nivîsê de, em ê rewşa ziman a li malê, li kolanê, li dibistanê û di navbera nifşan de binirxînin; sedemên civakî û siyasî yên vê lawazbûnê û xetereyên ku li benda Kurdan û Tevgera siyasî ya Kurd in heke pêşî li vê neyê girtin, lêkolîn bikin.

Navenda Lêkolînên Qadan (SAMER), di anketên xwe yên şeş salên dawî de daneyên girîng dide me. Ev dane nîşan didin ku rêjeya axaftina bi Kurdî ya li malan nêzîkî ji sêyan yek kêm bûye. Yanî mal ku stargeha herî taybet û ewle ya Kurdî bû, êdî ji bo ziman nabe qadeke parastî.

DESTWERDANA POLÎTÎK A DEWLETÊ

Di tevahiya dîroka Komarê de, Kurdî salên dirêj di qada giştî de bi awayekî fîlî qedexe bû. Navên cihan bi Tirkî hatin guhertin û pergala perwerdeyê jî ji serî heta binî li ser bingeha yekzimanî hat avakirin. Di salên 2000’î de, di demên nermbûna bisînordar de jî Kurdî ne wekî “maf”, lê wekî “destûr” hate dîtin ku li gora konjonktura siyasî dihat guhertin. Cudahiya mezin a di navbera xwendin û nivîsandinê de ku îro di anketan de xuya dike, encama rasterast a vê dorbêçkirina pergalî ye. Yanî ev rewş encama wê yekê ye ku Kurdî di tu demî de nebû beşekî wekhev û mecbûrî yê pergala perwerdeyê.

Di deh salên dawî de, ev polîtîka rasterast veguherî amûreke destwerdana siyasî. Bi taybetî piştî sala 2016’an, bi biryarnameyên Rewşa Awarte bi dehan sazî, rojname, navendên çandê û kursên ziman ên Kurdî hatin girtin. Qeyûmên ku li şûna hevşaredarên Kurd hatin tayînkirin, tabelayên Kurdî yên şaredariyan, navên kolanan û kursên ziman bi awayekî sîstematîk rakirin. Civakeke ku nikaribe zimanê xwe di qada giştî de bi kar bîne, ji çanda nivîskî dûr bê xistin û ji ber axaftina bi Kurdî ji cudakariyê bitirse, di nava nifşekî de rû bi rûyê xetereya windakirina zimanê xwe dimîne. Daneyên îro jî encamên vê bêdengkirina sîstematîk pir eşkere nîşanî me didin.

ÊRÎŞÊN SÎSTEMATÎK ÊN DEWLETÊ

Hêla herî dijwar a vê siyasetê, qedexe û cezakirina ziman bi xwe ye. Salên dirêj, axaftina bi Kurdî di saziyên fermî, dadgeh, dibistan û li pêşberî karmendên dewletê de bi fermî an jî di pratîkê de qedexe bû. Kesên ku dixwestin di dadgehan de bi Kurdî parastina xwe bikin, bi hinceta ku “bi zimanekî nayê zanîn axivîn“ hatin astengkirin. Tabela û navên kolanan ên bi Kurdî gelek caran hatin rakirin; pirtûk, kovar û weşanên Kurdî hatin qedexekirin, komkirin an jî hatin girtin.

Qebûlnekirina parastina bi zimanê dayikê, nîşan da ku Kurdî ji qadên herî girîng ên mîna edalet û rêveberiyê hatiye dûrxistin. Vê qedexeyê ne tenê rê li ber bikaranîna Kurdî girt, her wiha xetereya cezakirinê jî çêkir. Ji ber vê yekê, di nav civakê de nêrîneke wiha çêbû: bikaranîna Kurdî ya di qada giştî de xwedî berdêl e û karekî bixeternak e. Di encamê de dewletê, bi rêyên qanûnî û pratîkî, Kurdî ji qadên fermî û giştî bi awayekî sîstematîk derxist. Ev pêvajoya tasfiyeyê rasterast bû sedem ku Kurdî îro di anketan de wekî zimanekî “bi tirs tê axaftin û hêdî hêdî tê terkkirin” derkeve pêş.

KELA DAWÎ DIHEJE

Cihê ku şansa jiyana zimanekî herî zêde diyar dike, mal e. Ji ber ku li malê ziman, bêyî zexta tu saziyan, bi awayekî xwezayî ji nifşekî derbasî nifşê din dibe. Lêkolînên ku SAMER salên dirêj e çêdike jî tam li ser vê qadê radiwestin û encamên derdikevin holê roj bi roj girantir dibin. Di sala 2020’an de rêjeya axaftina Kurdî ya li malan ji sedî 69,4 bû, lê ev rêje di sala 2023’yan de ket sedî 60,8’an û di sala 2026’an de jî daket sedî 45,1’ê. Di nav şeş salan de ev kêmbûna bi rêjeya 24,3 pûanan nîşan dide ku bikaranîna Kurdî ya li malan nêzîkî ji sê yek kêm bûye.

Girîngiya vê kêmbûnê ne tenê ji ber hejmaran e, ji ber guherîna di nav civakê de ye. Mal, qada herî bingehîn û xwezayî ye ku ziman jê ji dê û bav derbasî zarokan, ji dapîr û bapîran jî derbasî neviyan dibe. Dema ku ev rêya derbaskirinê qels dibe, şansa ziman a ku li kolan, dibistan an jî qadên din ên jiyana giştî de bibe xwedî hêz jî kêm dibe. Bi gotineke din, ev lawazbûna li malan ne tenê statîstîkek e, hişyariyeke pir xurt e ji bo siberoja ziman.

KOLAN JI BO KURDÎ TÊN GIRTIN

Zindîbûna zimanekî; li derveyî malê, li kolanê, li bazarê û di têkiliyên cîrantiyê de jî tê ceribandin. Rewşa li vê qadê hîn bêtir balê dikişîne. Di sala 2020’an de rêjeya kesên ku digotin ew li kolanê bi Kurdî diaxivin ji sedî 59,4 bû. Lê ev rêje di Nîsana 2021’an de ket sedî 40,5’an û di Gulana sala 2024’an de jî heta sedî 26’an daket. Her çend daneyên sala 2026’an nîşan bidin ku ev rêje li dora sedî 30’î hinekî rawestiyaye jî, nexşeya giştî ya şeş salan pir eşkere ye: Kurdî di qada giştî de nêzîkî nîvî bi nîvî xuyabûn û bikaranîna xwe winda kiriye.

Ev rewşa nexuyabûnê, di warê zayenda civakî de jî ne wekhev e. Li gorî daneyên sala 2026’an, ji sedî 46’ê mêran dibêjin ku ew li kolanê bi Kurdî diaxivin, lê ev rêje di nav jinan de tenê ji sedî 19,9 e. Ev cudahî nîşan dide ku jin li qada giştî, li gorî mêran bêtir bi fikar, zext an jî otosansûrê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, daneyên ku li ber dest in nîşan didin ku Kurdî ne tenê ji qada giştî, di nava jin û mêran de jî bi awayekî ne wekhev paş ve dikşe.

QÛTBÛNA DI NAVBERA NIFŞAN DE

Yek ji beşên herî balkêş û diyar ên vê lêkolînê, daneyên li ser rêjeya axaftina Kurdî ya li malê ye ku li gorî komên temen hatiye amadekirin. Encamên sala 2026’an nîşan didin ku derbaskirina ziman a ji nifşekî bo nifşê din her ku diçe qels dibe. Li gorî vê yekê, rêjeya kesên 65 salî û mezintir ku li malê pir caran bi Kurdî diaxivin ji sedî 77,9 e. Lê ev rêje di koma temenê 55-64 de dikeve sedî 76’an, di koma 35-44 de dibe sedî 56,1, di koma 25-34 de dibe sedî 45,6 û di koma 18-24 de heta sedî 34,1’ê dadikeve.

Hişyariya metirsiyê ya herî mezin ji bo zarokan lê dide. Di koma temenê 6-11 de tenê ji sedî 18’ê zarokan li malê pir caran bi Kurdî diaxivin, lê ji sedî 22,8’ê wan qet bi Kurdî naaxivin. Di koma temenê 0-5 de rewş hîn girantir dibe. Ji sedî 24,4’ê zarokên vê komê li malê qet bi Kurdî naaxivin û tenê ji sedî 18,4’ê wan pir caran bi Kurdî diaxivin. Bi gotineke din, di koma temenê 0-18 de ji her çar zarokan yek, bêyî ku zimanê dayika xwe li malê bibîne û bibihîze mezin dibe. Zimanek ne ji ber pîrbûna kesên pê diaxivin, lê dema ku zarok dev ji hînbûna wî zimanî berdidin ber bi windabûnê ve diçe. Daneyên li ber dest jî nîşan didin ku Kurdî nêzîkî vê xeta sor bûye.

Di zanyariya ziman de nîşaneya herî mezin a ku nîşan dide zimanek di bin metirsiyê de ye, qûtbûna derbaskirina wî zimanî ya di navbera nifşan de ye. Daneyên li ser Kurdiya li Bakurê Kurdistanê jî rewşeke wiha derdixin holê: Bikaranîna ziman di nifşên pîr de xurt e, di nifşên navîn de qels dibe û di nifşên herî ciwan de jî ev zincîra derbaskirinê bi giranî qut dibe. Heke ev rewş bi vî rengî bidome, di nav 15-20 salên pêş de, dibe ku hejmara malên ku Kurdî tê de wekî zimanê dayikê tê hînbûn gelekî kêm bibe.

GELEKÎ KU DIAXIVE LÊ NIKARE BINIVÎSÎNE

Cudahî û valahiya di navbera şarezayiyên zimanê Kurdî de jî nîşan dide ku Kurdî çawa ji qadên fermî hatiye dûrxistin. Li gorî daneyên sala 2026’an, ji sedî 45’ê beşdaran dibêjin ku ew Kurdî ‘pir baş’ fêm dikin û ji sedî 37,5’ê wan jî dibêjin ku ew ‘pir baş’ diaxivin. Lê belê, rêjeya kesên ku dibêjin ew dikarin “pir baş” bixwînin dikeve sedî 23,2’yan û rêjeya kesên ku dibêjin ew dikarin ‘pir baş’ binivîsin jî heta sedî 17’an dadikeve. Tiştê hîn balkêştir ew e ku ji sedî 27,5’ê beşdaran qet nikarin bi Kurdî bixwînin û ji sedî 36,6’ê wan jî qet nikarin bi Kurdî binivîsin.

Ev rewş nîşan dide ku Kurdî her çend di axaftinê de hinekî bijî jî, di warê nivîsandin û saziyan de her ku diçe winda dibe. Dema ku zimanek di dibistanan, saziyên fermî, wêje û medyayê de cih negre, bi borîna demê re xetere heye ku tenê bibe zimanê malê an jî yê têkiliyên rojane. Heya ku mirov karibin pê biaxivin jî, gava ku têkiliya zimanekî ji çanda nivîskî qut bibe, nifşên nû dê wî zimanî tenê wekî amûreke sînordar a ragihandinê bibînin.

FIKARA CIHÊKARIYÊ Û OTOSANSÛR

Li pişt vekişîna Kurdî ya ji qadên civakî bes ne zehmetiyên pratîk, di heman demê de fikara cihêkariyê jî heye. Li gorî anketa 2026’an ji sedî 60,4’ê beşdaran li saziyên dewletê, ji sedî 59’ê wan li saziyên perwerdeyê û ji sedî 44,4’ê wan jî li ser medyaya dijîtal di wê baweriyê de ne ku ger bi Kurdî biaxivin wê bi cihêkariyê re rû bi rû bimînin. Ev fikar bes bi kesên temenmezinan re sînordar nîne; zarokan jî digire nava xwe. Ji sedî 49’ê dayîk û bavan xwediyê wê fikarê ne ku ger zarokên wan bi Kurdî biaxivin wê bi cihêkariyê re rû bi rû bimînin.

Ev dane, balê dikşîne ser yek ji faktora girîng a li pişt kêmbûna bikaranîna Kurdî ya li malê û qadên civakî. Fikara her ji du dayîk û bavan yekê ya ku ger zarokên wan zimanê xwe yê dayîkê fêr bibe wê bi cihêkariyê re rû bi rû bîne, dibe ku bi demê re veguhere reflekseke ‘’parastinê.’’ Ev yek jî meyla tercîhkirina axaftina bi Tirkî ya li malê ya li gel zarokan xurt dike. Bi vî rengî fikara cihêkariyê, li pêşiya ragihandina zimanî ya di navbera nifşan de vediguhere mekanîzmayeke astengker ya nerasterast lê belê bibandor. Di vê pêvajoyê de tirs, versîyoneke asîmîlasyonê ya weke dilxwaz diyar dike lê belê di rastiyê de hatiye ferzkirin, diafirîne.

DAXWAZ HEYE, BERSIV TUNE YE

Tevî vê tabloya neyîjî jî daxwaza civakî bi awayekî bi awayekî balkêş zelal û bibiryar diyardike. Di hemû anketên ji sala 2020’an û heya 2026’an de rêjeya kesên dibêjin ku ‘’Ez dixwazim zarokên min bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bistînin’’ di navbera ji sedî 97 û ji sedî 99’an de diguhere. Dîsa li gorî daneyên sala 2026’an, ji sedî 56,9’ê beşdaran mezintirîn astengiya li pêşiya domandina Kurdî weke nebûna perwerdeya bi zimanê dayîkê nîşan didin. Ev eger, di tevahiya seriya daneyên şeş salan de di rêza yekemîn de cih digire.

Li hemberî vê yekê tekane vebijarka dersa bijartî ya ‘’Zimanên Zindî’’ ku pergala perwerdeyê ya heyî pêşkêş dike, hema bibêjin bi kêrî tiştekî nayê. Di sala 2021’an de ji sedî 89,1’ê mamosteyan diyar kirine ku ev ders li dibistanên wan nayê dayîn û ji sedî 82,1’ê beşdaran jî vê yekê weke ‘’gelekî kêm e’’ pênase dikin. Bi gotineke din, piraniya civakê perwerdeya bi zimanê dayîkê weke maf û hewcehiyeke sereke dibîne û mekanîzmaya sazûmanî ya dewlet pêşkêş dike ji aliyê derdorên berfireh ve kêm tê dîtin.  Ev ferqa di navbera daxwaz û bicihanînê de, jinûveafirandina Kurdî a weke sazûmanî û ragihandina di navbera nifşan de gelekî zehmet dike.

RÎSKÊN LI BENDA KURDAN Û TEVGERA KURD

Divê were diyarkirin ku ev dane bes ne meseleyeke zimannasiyê ye. Sistbûna Kurdî, bi awayekî rasterast bi pêşeroja tevgera siyasî û civakî ya Kurd re eleqedar e. Di nava civakeke ku ragihandina zimanî ya navbera nifşan bi astengiyan re rû bi rû dimîne de, rîska xurtbûna çend meylan ya di heman demê de heye:

Lawazbûna nasnameyî: Ziman, yek ji barhilgirên herî şênber ên nasnameya Kurdan e. Bi qasî ku nifşên ciwan zimanê xwe yê dayîkê ji dest bidin, nasname her ku diçe vediguhere aîdiyeteke sembolîk û nedîtbar, yanî dikare dakeve heya hişmendiya ‘’bi eslê xwe Kurd e.’’ Ev yek jî dikare ji tevgera civakî re beşdariya girseyî û xwazayî lawaz bike.

Windahiya bîra çandî: Mîrateya çandî ya ku weke edebiyata devkî, biwêj, zêmar, stran û çanda dengbêjan di navbera nifşan de tê neqilkirin, li gel lawazbûna zimanî ya devkî û nivîskî dibe ku bi awayê ku nikare were vegerandin, winda bibe.

Zirardîtina zemîna rewabûna daxwazên siyasî: Perwerdeya bi zimanê dayîkê û daxwazên mafên zimanî, roja îroyîn xalên hevpar ên hemû civakê ne. Lê belê bi qasî ku ziman bi awayekî fiêlî neyê bikaranîn, dibe ku zehmet bibe ku ev daxwaz weke ‘’hewcehiyeke zindî’’ were pêşkêşkirin. Dibe ku aliyên din vê yekê weke ‘’êd ne hewce ye, daxwazeke sembolîk’’ çarçove bike.

Qutbûna di navbera nifşan de: Malbatên ku bi kesên temenmezin re bi Kurdî û bi ciwanan re jî bi Tirkî diaxivin, weke ragihandina navmalbatî lawaz dike dibe ku têkiliya di navbera malbat û xizman de jî lawaz bike ku birêxistinbûna siyasî û civakî bi awayekî kevneşopî xwe dispêre wê yekê.

Cihêrengbûna herêmî û bajarî: Koça ber bi bajarên mezin ve û bajarvanî, zirarê dide kelehên xurt ên Kurdî yên li gundan jî û weke erdnigarî dibe ku rîska asêbûna zimanî ya di navbera cihên biçûk de zêde bike.

Helbet xaleke hevpar a van rîskan heye. Windahiya zimanî bes ne weke windahiyeke çandî li pêşiya me disekine. Di heman demê de di xwebirêxistinkirina civakekê, daxwazkirin û kapasîteya ragihandina nifşên din de jî lawazbûnekê diafirîne. Hêza tevgereke civakî yan jî siyasî, bi asteke bilind xwe dispêre zemîneke ku bi heman zimanî difikire, hîs dike û diaxive. Li gel biçûkbûna vê zemînê bersivdayîna civakî ya gotinên siyasî jî lawaz dibe.

XALA KU LAWAZBÛN LÊ TÊ SEKINANDIN

Daneyên şeş salan, zêde rê nade nirxandineke xweşbîn. Di nava malbatan de, li kolanan, di navbera nifşan de û di çanda devkî de paşketineke hevdemî heye. Lê  belê heman dane, hêviyê jî didin. Daxwaza civakê ya perwerdeya bi zimanê dayîkê, tevahiya şeş salan tu caran neketiye bin ji sedî 97’an. Ev yek nîşan dide ku dilsoziya civakî ya ji zimanî re ji holê ranebûye ê belê ev dilsozî di asta sazûmanî de xwedî bersivekê nîne.

Pêşeroja zimanê Kurdî, bi asteke mezin girêdayî wan pêngavan e ku wê di deh salên li pêşiya me de werin avêtin. Dayîna perwerdeya bi zimanê dayîkê ya bi fiêlî û awayekî berfireh, bikaranîna Kurdî a di qada sazûmanî de ya bêyî fikaran û bikaranîna zimanî ya zêdetir a li qadên weke medyaya dijîtal, edebiyat, hiqûq û rêveberiyê yên nivîskî di nava serenavên girîng ên vê pêvajoyê de cih digire.

Ger ev pêngav neyên avêtin, berdewamkirina meyla heyî û girêdayî vê yekê hem lawazbûna Kurdî hem jî lawaztirbûna alîgirên civakî yên tevgera civaka Kurd bivênevê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parlamentoya Îsraîlê hate fesixkirin: 27’ê Cotmehê hilbijartin heye
Nûçeya Pişt re Komele: Di êrişa Muxafizên Şoreşê de 8 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Heta Rêber Apo rizgar nebe dawî li siyasetên qirêj nayê’

Endama Rêveberiya Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nuha Omer diyar kir ku rola Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kantona Cizîrê derabeyên dikanan hatin daxistin: Fermandar Sofî tê oxirkirin

Li Kantona Cizîrê îro jiyan sekinî. Gel yek ji pêşengên Şoreşa Rojava fermandar Nûreddîn Sofî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Srî Lankayê alarma nexweşiya dang: Zêdeyî 60 hezar kes nexweş ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê wê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?