Îşev, êrişeke din a bi dronan li ser bajarê Silêmaniyê pêk hat û ziyana wê hîn nayê zanîn.
Nûçegihanê ajansa Rojnews’ê têkildarî bûyerê ragihand ku êrişeke bi dron û mûşekan li ser devera Taslûce ya bajarê Silêmaniyê pêk hatiye. Di encamê de şewateke mezin li deverê derket û heta niha ziyanên şewatê nehat zanîn.
Hat ragihandin di heman demê de, li bax û rezên Casene yên li sînorê Dûkanê şewateke mezin derket û welatiyan banga alîkariya lezgîn kirin.
Piştî êrîşan, Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir peyamek weşand û tê de got: “Em êrişên li ser Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Herêma Kurdistanê û hikûmetên herêmî ne beşek ji şerê li herêmê ne.
Em ji welatiyan dixwazin ku nêzîkî cihê teqînan nebin û ji bo aliyên peywendîdar astengiyên trafîkê çênekin, da ku ew karibin karê xwe yê pîşeyî bikin.”

