Li Kurdistanê salên dûr û dirêj e ji ber projeyên rantê û polîtîkayên “ewlekariyê” xisareke cidî li xwezayê tê kirin. Wêraniya ekolojîk a ku di salên 1990’î de bi şewitandin û valakirina gundan a bi zorê destpê kir, niha bi birîna daran, şewata daristanan a bi guman, qadên madenê, Sasntralên Enerjiya Jeotermal (JES), Santralên Enerjiya Rojê (TES) û bi projeyên bendavê bi şêweyên cuda dewam dike. Ev kiryarên ku gefê li xwezaya herêmê dixwin, ziyaneke welê li sîstema ekolojîk dikin ku vegerandina li rewşa berê zehmet e. Her wiha bi hezaran mirovên li herêmê jî ber bi koçberiyê ve neçar dihêle.
Serokê Komîsyona Hiqûqa Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan li ser talankirina xwezayê ya li Kurdistanê ji ajansa me re axivî.
‘ÇAR DOSYA BI SERÊ XWE ASTA TALANÊ RADIXE PÊŞ ÇAVAN’
Înan anî ziman ku dozên ku rojên dawî dişopînin bi serê xwe têrê dikin ku asta wêraniya ekolojîk raxe pêş çavan û got, “Di serî de li Amedê, li seranserê Kurdistanê talaneke cidî li qadên jiyanê heye. Li gundan, li daristanan, tejaneyên avê, çêrge û zeviyên çandiniyê xweza pêşkêşî sermayeyê tê kirin. Dîmenê ku em pê re rû bi rû ne proje bi tenê nîne; polîtîkayeke talankirinê ya yekpare ye.
Mînak; li Sînanli ya Bismilê em diçin keşfa kana xîzê ya li ser Çemê Dîcleyê. Xîza li nava Çemê Dîcleyê tê derxistin û pêşkêşî şîrketan tê kirin ku bi kar bînin. Halbûkî dema ku kûm a li binê vî çemî hate derxistin, ne tenê kûm tê kişandin; hevsengiya xwezayî ya çem, herikîna wê û sîstema wê ya ekolojîk jî tine dibe.
Her wiha li taxa Kervanpinar a Sûrê wê têkildarî projeya GES’ê keşif bê kirin ku tê xwestin, li ser Cihê Girap Oren bê çêkirin. Li ser serlêdana baroyê ev yek weke hebûneyeke çandê hate piştrastkirin. Li gel vê yekê jî karê şîrketê dewam dike. Li ser qadeke dîrokî ku bi qasî Girê Mirazan dibe ku girîng be, santraleke enerjiya rojê tê çêkirin. Diwazin dîrokê bi xwe radestî sermayeyê bikin.”
‘GOTINA ENERJIYA DIKARE BÊ NÛKIRIN VEGUHERIYE MERTALÊ ŞÎRKETAN’
Înan ragihand ku dema dawî yek ji kiryarên herî balkêş projeyên santrala enerjiya rojê ye û destnîşan kir ku gotina “enerjiya dikare bê nûkirin” ji bo rewakirina talana xwezayê tê bikaranîn. Înan diyar kir ku Kurdistan ji aliyê enerjiya rojê ve xwedî potansiyeleke girîng e, işaret bi girîngiya hilberîna enerjiyê kir û got, “Lê belê projeyên ku niha tê kirin ne polîtîkeyeke enerjiyê ye ku bi kêrî civakê bê. Daristan tê birîn, çêrgeh têne talankirin, dîrok tê tinekirin, piştre jî jê re ‘enerjiya paqij’ tê gotin. Gotina ‘Enerjiya paqij’ veguheriye mertalekî ji bo şîrketan. Halbûkî her razemeniya li cihê şaş bê kirin çi GES dibe çi jî projeeyeke din dibe, bi qasî santrala termîk dikare encamên hilweşîner bi xwe re bîne.
Bi taybetî daristanên li navçeya Pîranê û qada dîrokî ya li Kervanpinarê di bin gefa projeyên GES’ê de ne.. Ev rewş bi qasî ekolojîk tê wateya hilweşîneke çandî.”
‘ŞÎRKETÊN PETROLÊ BERÊ XWE DIDIN KURDISTANÊ’
Înan her wiha ragihand ku karên petrolê yên li herêmê zêde bûne, gelek şîrketên navneteweyî li erdnîgariya Kurdistanê destûrname standine û got, “Di serî de TransAtlantic şîrketên ji Kanada, Emerîka û Awûstralyayê niha li çar aliyên erdnîgariya me li petrolê digerin. Ji Hezroyê heta bi Şirnexê li qadeke gelekî fireh ev kar tê kirin. Yek ji gefên herî mezin ê heyî ev e.
Bexçeyên Hewselê ne tenê ji bo Amedê, di heman demê de ji bo dîroka mirovahiyê yek ji qadên herî girîng ên hilberînê ye. Em qala cihekî welê dikin ku di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO de ye û hezaran sal in hilberîn lê dewam dike. Li gel vê yekê jî karên petrolê lê tê destpêkirin. Derdora Zanîngeha Dîcleyê jî tevlî wê qadê hatiye kirin ku destûr jê re hatiye dayin. Nêzîkatiyeke ewçend bêperwa nayê qebûlkirin.
Welatî timî serî li me didin. Dibêjin ku ava wan a bîran gemarî bûye, ava wan a ji kaniyan xera bûye. Di doza TarnsAtlantic de heyeta pispor bi eşkere ev tespît kir: Di dema karên petrolê de rezervên avê yên binê erdê dikevin binê rîskeke giran. Gav û kîmyasalên bi petrolê re derdikevin holê dibe ku tevlî ava li kaniyan bibin. Telafiya vê yekê nîne. Şîrket dikarin tazmînatê bidin, lê belê ava ku tine bibe nikare vegerîne.”
‘EV PROJE KOCBERIYÊ BI XWE RE TÎNE’
Înan diyar kir ku projeyên maden, bendav û enerjiyê ne tenê xwezayê têk dibe, her wiha jiyana li gundan jî ji holê radike û got, “Li gorî me, ev yek ji valakirina gundan a di salên 1990’î de cudatir nîne. Dibe ku rêbaz hatibe guhertin, lê belê encam bi heman rengî ye; mirov ji cih û warên xwe têne qutkirin.”
‘TI JI GUNDÊN LI BER XWE DA WINDA NEKIR’
Înan anî ziman ku li gel zextê jî gel qada xwe ya jiyanê diparêze û got, “Di projeya kana kevir de ya li Şikeftên Birkleynê, rapora pispor li gorî me hate amadekirin. Bendava li Çemê Sarimê hate betalkirin. Li Hasenleyê şîrket hîn jî nikare bikeve qadê. Li Kervanpinarê, li Çomçeliyê û li gelek gundan gel paşve gav neavêt. Dikarim vê yekê bi hêsanî bibêjim; Ti ji gundên ku bi rêxistinî têkoşiyan winda nekirin. Dema ku civak xwedî li warê xwe derdikeve şîrket jî dewlet jî nikare encama ku dixwaze bi dest bixin.”

