Siyasetmedar Idrîs Balûken têkildarî qanûna çarçoveyê ya ku divê were Meclîsê ji ANF’ê re axivî.
Balûken diyar kir ku ji roja pêvajo destpê kirî û vir ve di civakê de bendewariyên mezin çêbûne, lê desthilatdarî û dewletê zemînê siyasî û hiqûqî yê pêwîst amade nekiriye û ev yek bûye sedemê nediyariyê. Balûken anî ziman ku piştî hevdîtina dawî ya Îmraliyê bi peyamên Rêber Apo hêvî jinûve şîn bûye û destnîşan kir ku bûyerên heman berê jî qewimîne. Balûken ev hişyarî da:
“Hema bêje beriya her hevdîtineke li Îmraliyê, rewşeke heman diqewimî. Bi hêviya çêbûyî re bi gavên şênber avakirina siberoja demokratîk û aştiyane mimkun bû, lê ev derfet her carê ji dest hate dayîn. Vê carê jî divê heman rewş neqewime. Yanî ji bo car din nediyarî çênebe, divê li dora çarçoveyeke demokratîk zemînî hiqûqî û siyasî were avakirin.”
Balûken diyar kir ku bendewariya ji bo pêvajoyê ji sererastkirineke qanûnî ya hêsan hîn wêdetir e û got, çareseriya meseleya Kurd dikare weke mîladeke avakirina destpêkek nû were nirxandin.
Balûken bilêv kir ku yasayên derbikevin ji bo pêvajoyê girîng in, lê bi tena serê xwe têrker nînin û ragihand ku mesele xwedî çêkereke pir alî ya xwedî astên çandî, nasnameyî û rêveberiyê ye.
‘DIVÊ PIRSGIRÊKÊN ESAS BÊN HEDEFGIRTIN’
Balûken destnîşan kir ku di şert û mercên heyî de divê qanûn tenê bi çek danînê neyê sînordarkirin û anî ziman ku ew geşedanên ku siyaseta demokratîk derdixin pêş, girîng dibînin. Balûken diyar kir ku ji bo çareseriya mayînde ya meseleya Kurd, divê pirsgirêkên esas bên hedefgirtin.
‘PÊVAJO, JI TERCÎHEKÊ ZÊDETIR ANCAK REWŞEKE STRATEJÎK A PEWÎST E’
Îdrîs Balûken, têkildarê geşedanên li Rojhilata Navîn û nîqaşên derbarê qanûna çarçoveyê yên li Tirkiyeyê de got ku dînamîkên herêmê bêîstîqrar in û gelek xetereyan di nava xwe de dihewînin.
Balûken da zanîn ku van mercan ava kirina aştiyeke xurt û aram a di nav welat de hîn xetertir kiriye û wiha axivî, “Ji ber vê, pêvajo ji tercîhekê zêdetir mîna pêwîstiyeke stratejîk derdikeve pêşberî me. Di hawirdorekî ku tişt hêj rûneniştiye de û dîzyankirina sedsaleke nû di rojevê de ye, pêwîstî bi wê heye ku ew hevkêşeya ku sed sal in zirarê dide herkesî, êdî ji xala ku qezencê bide herkesî ji nû ve were destgirtin. Modeleke Tirkiyeyê ku pirsgirêka Kurd çareser kiriye û demokratîkbûna xwe misoger kiriye, di nav rojeva giran a ku ji aliyê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ve hatiye afirandin de, dikare nefeseke nû bide û mîna modeleke nû derkeve pêş.”
Balûken bal kişand ser wê yekê ku encama vê rewşê hêj zelal nebûye û teqez kir ku vegera ji pêvajoyê ji bo herkesî xetereyên gelekî mezin dihewîne. Balûken, her wiha anî ziman ku heke pêvajo bi pêş ve biçe, ev tişt ne tenê ji bo gelên Tirk û Kurd, ji bo hemû gelên herêmê tiştên ku qezencê bînin di nav xwe de dihewîne.
Balûken diyar kir ku di nav Tirkiyeyê de pirsgirêkeke cidî ya bêîstîqrariya siyasî heye û got, ji roja ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê hat eşkerekirin û vir ve diviyabû di pîvanên demokrasiyê de pêşveçûn çêbibûya, lê berovajî wê pêkanînên otorîter berdewam dikin.
Balûken anî ziman ku desthilatdarî bi hesabên teng ên siyasî û xema desthilatiya xwe tevdigere û wiha axivî, “Hem pêvajoyên operasyonel ên li dijî partiya mixalefeta sereke, hem neavêtina gavên ku aliyê Kurd li bendê ye, hem jî ew nêzîkatiyên taktîkî an stratejîk ên ku armanca wan bêbandorkirina mixalefetê ye, di rastiyê de ji bo pêvajoyê dibin astengiyeke mezin. Bi hevdîtina dawî ya Îmraliyê re em behsa derfetekê dikin ku dikare bibe miladekî nû. Heke desthilatdariya heyî jî vê rewşa nû bi vê awayî bigire dest, ez di wê baweriyê de me ku divê ligel qanûnê, guherîneke hişmendiyê û guherîneke pratîkî jî bide destpêkirin.”
‘BIHÊZKIRINA PIŞTGIRIYA CIVAKÎ ŞERT E’
Balûken da xuyakirin ku pêvajoyên wiha tenê dema ku lihevhatin û lihevkirinên berfireh ên civakî bigirin pişta xwe dikarin bi pêş ve biçin û destnîşan kir ku divê pêvajo bibe ya civakê. Balûken got, “Dema em difikirin ku di navbera civakîbûna pêvajoyê û gihîştina encamê de têkiliyeke rasterast heye, divê em vê yekê tenê ji hewldanên aliyê Kurd ên ji bo afirandina razîbûnê derxînin. Di heman demê de divê li tevahiya civaka Tirkiyeyê hem desthilatdarî hem jî partiyên mixalefetê bikevin nav tevgerekî siyasî ku piştgiriya civakî ya ji bo vê pêvajoyê derxîne holê.”
Balûken da zanîn ku pîvana herî şênber a vê yekê dê gavên demokratîkbûnê bin û got ku astengiyên li ber azadiya derbirînê, rêxistinbûnê û çapemeniyê dibin sedema bêbaweriyê û nepêkanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME’yê vê pirsgirêka baweriyê mezintir dike. Balûken, got ku divê desthilatdarî ne tenê qanûnan çêbike, di heman demê de li gorî qanûnên heyî jî tevbigere û rêzê li hiqûqê bigire.
‘YENÎ PARTÎ DIVÊ DI MESELEYA KURD DE BI WÊREK BE’
Balûken bal kişand ser bi pêvajoyê re cudabûna di nava CHP’ê de û diyar kir ku ev cudabûn bi mudaxileyeke dadgerî ya desthilatdariyê şêwe girtiye.
Balûken ragihand ku nêzîkatiya Yenî Partî ya ji nava CHP’ê derketî, ji bo meseleya Kurd girîng e, hetta wê diyarker jî be û got, “Ji ber ku di hilbijartinên dawî de derket holê ku hêzên li seranserî Tirkiyeyê yan jî herêmî dixwazin bibin desthilatdar, bêyî îknakirina gelê Kurd û bêyî desteka tevgera siyasî ya Kurd û tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê, nikarin bigihijin armancên xwe. Lewma Yenî Partî jî divê realîteya vê dema siyasî, rast fêm bike û têkildarî meseleya Kurd jî nêzîkatiyeke bi wêrek raber bike.”
Idrîs Balûken diyar kir ku helwesta Ozgur Ozel a di dema serdana Komîsyona Meclîsê ya ji bo Îmraliyê de, ji aliyê raya giştî ya Kurd ve hate nîqaşkirin, lê belê serdana li Amedê û peyamên hatine dayîn bendewariyeke hîn bi wêrektir afirandiye.

