Nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dike, lewma bal ki ser ‘Qanûna Çarçoveyê’ ye ku tê payin li Meclîsê bê amadekirin. Lê belê nîqaş ne tenê li ser sererastkirinên hiqûqî ye. Rê û rêbazên xurtkirina zemîna civakî ya pêvajoyê, şêweyê tevlîbûna rêveberiyên xwecihî û gel a li pêvajoyê ji sernavên sereke yên dema nû ye.
Nivîskar Mehmed Devîren ev nîqaş ji ajansa me re nirxand û destnîşan kir ku aştiya mayinde tenê bi îradeya rêxistinbûyî ya civakê dikare pêk were.
Mehmed Devîren diyar kir ku meseleya li pêşiya Tirkiyeyê ne tenê ‘Qanûna Çarçoveyê’ yan jî çend sererastkirinên qanûnî ye ku bên Meclîsê û destnîşan kir ku meseleya esasî ew e ku demokrasî, jiyana bi hev re û pirsgirêka aştiyê ya sed sal in ev civak nîqaşê dike, bê çareserkirin. Devîren got, eger ev yek tenê li ser sererastkirina hiqûqî bê nirxandin wê kêm bimîne û ragihand ku gava hiqûq bi îradeya civakê re bû yek bi wate dibe.
Devîren anî ziman ku ji bo pêvajo veguhere aştiyeke bi rûmet û mayinde bibe li gel qanûnên azadiyê pêwîstî bi zemîneke ji xwerêxistiniyê heye û got, perspektîfeke karkirinê ya bi hêza xwe û bikaranîna derfetên xwecihî ji aliyê gel ve wê bibe cihê baweriyê.
‘DEWLETA XURT Û CIVAKA XURT ALTERNATÎFA HEV NÎNIN’
Mehmed Devîren diyar kir ku ji bo çareseriyeke dawî pêk were Rêber Apo bi perspektîfa xwecihî û civaka demokratîk a ku bi salan e işaretê pê dike tevkariyeke girîng a fikrî li nîqaşan dike û destnîşan kir ku divê pirsgirêk bi van perspektîfan bê nirxandin. Devîren anî ziman ku di vê perspektîfê de ya esasî lawazkirina dewletê yan jî afirandina cihêkariyên nû nîne û got, divê demokrasiyek bê afirandin ku pirsgirêkên civakê lê tê nîqaşkirin, çareserî tê afirandin, civak xwe bi îradeya xwe bi rêxistin, temsîl û bi rê ve dibe. Devîren destnîşan kir ku di vê nêzîkatiyê de dewleta xurt û civaka xurt alternatîfa hev nînin, du hêman in ku hevdu temam dikin.
Di dewama axaftina xwe de Devîren ragihand ku bendewariya şênber a gelê xwecihî ji vê pêvajoyê şênber e, mirov dixwazin di nava aramiyê de bijîn, zarokên wan ji paşerojê ne bi fikar bin û li şûna koçkirina ciwanan li bajaran hilberîn hebe.
‘EZMÛNA RASTEQÎN A AŞTIYÊ LI QADÊ TÊ DAYIN’
Mehmed Devîren ragihand ku di vê pêvajoyê de rola siyaseta xwecihî diyarker e û diyar kir ku Enqere dikare qanûnan derxîne, lê belê ezmûna rasteqîn a aştiyê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Îzmîrê, yanî li qadên civakî yên ku mirov bi hev re lê dijîn tê dayin. Devîren got, aştiya mayinde bi tevlîbûna civakî û xurtkirina çanda jiyana bi hev re dikare pêk were.
Devîren diyar kir ku Şaredarî divê ne tenê weke saziyeke ku rê, parkan çêdike, xizmeta binesaziyê dide bê dîtin û got, rêveberiyên xwecihî di heman demê de divê bibe qadên ji afirandina çanda demokratrîk.
Mehmed Devîren bal kişand ser nêzîkatiya Rêber Apo ya li qada xwecihî û ragihand ku xwecihî tê wê wateyê ku mirov li ser bajar, tax û paşeroja xwe xwedî hîn bêhtir mafê gotinê be, gel bi xurtî tevlî pêvajoyên biryardanê bibe.
‘MESELEYA ESASÎ AFIRANDINA ÎRADEYA CIVAKÎ YE’
Mehmed Devîren ragihand ku ji bo mayindebûna pêvajoyê gelekî girîng e ku gavên ji bo aştiyê bêne avêtin li nava civaka xwecihî belav bibe û got, “Meseleya herî mezin a dema pêş ne çêkirina qanûnê ye. Meseleya esasî afirandina îradeya civakî ye ku li pişt wê qanûnê bisekine. Eger hiqûq, siyaset û civak karibin li ser heman armancê bigihêjin hev; wê tevlîbûna li rêveberiyên xwecihî zêde bibe, qada siyaseta demokratîk berfireh bibe û mirov hîn bêhtir xwe weke hêmanê rasteqîn ê vê pêvajoyê bibîne, wê Tirkiye ber bi paşerojeke demokratîk hîn bi xurtî bimeşe.”

