Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ev pêşniyara qanûnê gava yekem a qanûnî ye û got ku ji bo azadî û demokratîkbûnê hêj gelek guhartinên din pêwîst in.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, ji ANF’ê re li ser pêşniyara qanûnê nirxandin kir ku li Komîsyona Edaletê û Civata Giştî ya Meclîsê hatibû gotûbêjkirin.
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser rewşa Rêber Apo û wiha got, “Li ser mijara statû û mercên xebatê yên birêz Ocalan nîqaş û rojeveke germ heye. Li her derê welat tê gotin ku mercên girtîgehê yên aktorê sereke, rê li ber birêvebirina vê pêvajoyê digirin. Tenê bi hevdîtinên sînordar çareserkirina vê pirgirêka dîrokî ku 86 mîlyon mirovî eleqedar dike, nepêkan e.”
‘BIRÊZ OCALAN HER DEM AŞTÎ PARASTIYE Û GIHIŞTIYE VAN ROJAN’
Meral Daniş Beştaş da zanîn ku Rêber Apo ji salên 90’î û vir ve ji bo aştiyê hewl daye û wiha got, “Gelek hewldanên cidî hatin kirin. Ji salên 90’î û vir ve, wekî serokatiya PKK’ê û sazûmana rêberiyê, Birêz Ocalan her dem li ser aştiyê rawestiya û heta îro hat. Heta carnan di hevdîtinan de gotiye ‘Ez muxatebekî nabînim’ û bi awayên cuda daxwaza muxatebûnê kiriye. Em dizanin ku ev mijar di hevdîtinên cuda de jî hatine ziman.”
Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser girîngiya nirxandina şertên heyî û wiha got, “Îro ev şert û merc çêbûne û divê em wan baş binirxînin. Divê dem baş were birêvebirin. Ji bo ku aktor karibin rola xwe bi cih bînin, hem rola Birêz Ocalan û hem jî ya aliyên din, kesayetî û saziyên ku di vê pêvajoyê de cih digirin, divê baş were nirxandin.”
‘LI PÊŞIYA ME DERFETEKE DÎROKÎ HEYE’
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku bi Komara Tirkiyeyê re hatine jiyîn, derfeteke dîrokî heye û wiha axivî, “Ji bo ku em vê pirsgirêka ku bi Komarê re hatiye jiyîn, têgihiştina tekparêz, înkar û asîmîlasyonê ji holê rakin, derfeteke dîrokî li pêşiya me heye. Yek ji qadên herî girîng jî bêguman ew e ku Birêz Ocalan di şertên azad de bijî û bikaribe vê pêvajoyê bidomîne. Di serî de bi gavên demokratîk, dabînkirina şertên azadiyê, zimanê dayikê, nasname û baweriyan ve gelek mijar hene ku ji bo ku aştiya domdar were avakirin, divê bên çareserkirin û sazkirin. Ev ne pêvajoyeke ku qediya û xala dawiyê lê hatiye danîn e. Bi gotineke din, tenê deriyek ji bo siberojê hatiye vekirin. Mezin kirin û firehkirina vê deriyê di destê me de ye. Mebesta min ji me jî hemû civak e.”
‘DIVÊ WELATIYÊN TIRKIYEYÊ XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN’
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn xwedî li pêvajoya aştî û demokrasiyê derkevin. Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku divê welatî piştgiriyê bidin vê pêşketinê, hêzê bidinê, fikrên xwe bînin ziman û heke hebin rexne û nerazîbûnên xwe jî ifade bikin. Meral Daniş Beştaş, da zanîn ku dê danûstandin bi mekanîzmayên têkildar re dewam bikin û wiha got, “Meclîs tenê parçeyekî vê pêvajoyê ye; divê gel û siyaset jî tevkariyê bikin.” Meral Daniş Beştaş, teqez kir ku berpirsiyarî û erka wan e ku têkoşîn û xebatên vê yekê bimeşînin.
‘JI BO KU BIRÊZ OCALAN LI ÎMRALIYÊ BI RENGEKÎ AZAD BIXEBITE DIVÊ DERFET WERIN AFIRANDIN’
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku divê mercên xebat û ragihandinê yên Rêber Apo yên li Îmraliyê werin başkirin û diyar kir ku tevî ku di qanûnan de rêziknameyeke eşkere tune be jî, bi rêyên îdarî derfetên pêwîst dikarin werin peydakirin. Meral Daniş Beştaş, da xuyakirin ku siyasetmedar, rojnamevan û akademîsyen hene ku dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin û got ku ji gelek beşên cîhanê kesên naskirî piştgiriyê didin fikir û bangên Rêber Apo.
‘WEKÎ KURDEK JIDAYIKBÛN, JÎ NEQANÛNÎ DIHAT DÎTIN’
Meral Daniş Beştaş bal kişand ku Kurd bi salan li Tirkiyeyê wekî “pirsgirêk” hatine dîtin û got, “Kurdbûn hema hema neqanûnî hat dîtin.” Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku Kurd di nav pergala hiqûqê de bi wekhevî nehatine parastin, qanûnan piraniya caran bandoreke neyînî li wan kiriye û kujer bêceza mane. Meral Daniş Beştaş, teqez kir ku divê Kurd di nav pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê de bi rengekî wekhev û ewle cih bigirin.
‘DI TEKSTA QANÛNÊ DE PÊNASEYÊN KU ME ÎTÎRAZ KIRINE HENE’
Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di teksta qanûnê de pênaseyên ku wan îtîraz kirine hene û ev yek anî ziman: “Di teksta qanûnê de hin pênaseyên ku me îtîraz kirine hene. Yanî ne bi zimanekî baş e û ne wisa ye ku me daxwaz dikir. Lê belê em dixwazin bê zanîn ku ev pêvajoya muzakereyê ye, alî hene û partî ji hev cuda difikirin.”
Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku nêzîkatiya wan a li hemberî Tevgera Kurd û têkoşîna çekdarî cuda ye û got: “Bo nimûne em ti carî wek terorîzmê li nêzî tevgera Kurd yan jî vê têkoşîna milîtanan û vê serhildanê nebûn. Yanî di gelek nîqaşên têkildarî vê yekê de em alî bûn. Em gelekî hatin sûcdarkirin, rexnekirin, cuda kirin û wek sûcdar hatin ragihandin; lê belê me her dem ev yek anî ziman: ‘PKK yan jî kesên serhildêr ji bo kêfa xwe derneketine serê çiyan.’ Bi dehsalan e mirov ji bo dozekê li wir in û divê em wan sedeman ji holê rakin. Yanî motîvasyon û zemîna derketinê çi ye? Divê ev yek bê dîtin.”
‘QANÛNÎBÛNA DAXWAZÊ WÊ BIBE GAVEKE DÎROKÎ’
Meral Daniş Beştaş got ku daxwaza qanûnê ji hemû daxwazan re nabe bersiv, lê belê gihîştiye asteke ku piştgiriya wê bê kirin. Beştaş, da zanîn ku qanûnîbûna daxwazê wê bibe pêngaveke yekem a dîrokî û got: “Ji bo daxwazê em dikarin vê yekê bibêjin: Daxwazeke qanûnî ya me erê kiriye qanûnî bû û tê sepandin. Lê belê helbet têkoşîna me, berxwedana me û daxwaza me ew e ku ev ne ya yekem û dawîn be. Piştî vê yekê biryardariya me ya sererastkirinên di gelek mijaran de û sekna me ya têkildarî domandina van xebat û pêvajoyê eşkere ye.”
‘EM NABÊJIN NÊRÎNA LI SER KURDAN BI TEMAMÎ GUHERIYE’
Meral Daniş Beştaş piştre bal kişand ser nîqaşên di Komîsyona Meclîsê de û helwesta İYİ Partiyê û ev yek anî ziman: “Helbet em vê nêzîkatiya ku hê jî Kurdan wek pirsgirêkê dibîne, dibînin, dijîn. Yanî em di nava vê yekê de ne. Ji aliyên cuda daxuyanî hene. Va ye hin parlamenterên wan dibêjin ‘Ez deng nadim.’ Mixabin ku jiberkirinên heyî berdewam dikin. Qalib nayên şikandin. Em nabêjin nêzîkatiya li hemberî Kurdan guheriye.”
‘YA GIRÎNG DEMOKRATBÛN E’
Meral Daniş Beştaş di dewama axaftina xwe de got: “Hema hema dema ku li Tirkiyeyê ev pêvajo dest pê kir her tişt gelekî baş bû û demokrasiyek hebû. Hemû kes azad bû. Hemû kesan dikaribû mafên xwe bi kar bîne. Edalet hebû, wekhevî hebû. Dema ku pêvajoyê dest pê kir û berê xwe dan alî û derdorên din û li dijî navendên wan operasyon hatin lidarxistin, ji nişka ve dest bi gotina ‘li Tirkiyeyê demokrasî tune ye’ kirin. Yanî dema ku berê xwe dan wan, tunebûna wê fêm kirin û bertek nîşan dan. Lê belê ya girîng ew e ku divê mirov demokrat be. Duh jî demokrasî tune bû, îro jî tune ye. Em jî dibêjin ku werin em têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re fêr bibin. Em bi hev re civaka demokratîk ava bikin.”
‘EV AWAYÊ NÎJADPERESTIYA VEŞARTÎ YE’
Meral Daniş Beştaş piştre diyar kir ku hin nêzîkatiyên li hemberî pirsgirêka Kurd nîjadperestiya veşartî ne û ev yek anî ziman: “Em tim û tim li hemberî vê yekê sekinîn. Helbet em vê yekê ti carî ji bîr nakin. Ji ber ku em gelekî bi vê yekê re rû bi rû man. Lê belê divê em vê yekê ji bîr nekin: Dîrok gelekî girîng e. Di siberojê de wê civaka Tirkiyeyê jî, gelên cîhanê jî û gelên Rojhilata Navîn jî bibînin bê ka kî li aliyê rast sekinî ye û kî li aliyê nerast sekinî ye û ev nêzîkatiya xwe domandiye.”

