Berpirsê Navenda Ragihandina Leşkerî ya Herêma Rojhilat Helezwar Mîtanî têkildarî êrişa li dijî şervanên Tûgeya Qamişloyê agahî parve kirin.
Helezwar Mîtanî ragihand ku kesên ji derveyî qanûnê êrişî nuqteya şervanên tûgeyê ya li gundê Tewîl Herb ê Qamişloyê kir û şervanên tûgeyê jî bersiv dan.
Mîtanî da zanîn ku di êrişê de 2 şervanên tûgeyê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Her wiha diyar kir operasyonên lêgerînê li êrişkaran dewam dikin û dê li dijî wan rêkarên pêwîst hebin.

