Ji çavdêrên Tirkiyeyê yê Democratic Progress Institute (DPI) ku pêvajoyên çareseriya aştiyane ya li herêmên şer ên cîhanê dişopîne lîstikvan û derhêner Ahmet Mumtaz Taylan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî ji ANF’ê re nirxand.
Taylan anî ziman ku têkildarî pêvajoyê ew bi “hêviyeke bi fikar e” û got, “Sedemên fikaran hene. Ji ber ku ne cara destpêkê ye. Me gelek caran dît ku pêvajoyên çareseriyê destpê kirin û bi dawî bûn. Mesele vê carê gelekî bi pêş ve çû. Hinekî jî derket pêş çavan. Em nizanin bê bi berfirehî çi dibe. Em ê hêdî hêdî hîn bibin.”
‘DIVÊ EM BIBIN PARÇEYEK JI ÇARESERIYÊ’
Taylan anî ziman ku pêvajoya heyî naşibe pêvajoyên berê, divê civak tevlî pêvajoyê bê kirin û got, “Beriya her tiştî em dibînin ku bi pêş ve çûye. Yanî ev versiyon, versiyona heyî ya herî bi pêş ve çûye. Ji bo mayinde bibe û dewam bike, divê ji aliyê beşên berfireh ên civakê ve bê qebûlkirin. Divê destpêkê bê agahdarkirin piştre jî bê qebûlkirin. Yanî bi parvekirinê hûn destpê dikin. Bi parvekirina bi rengê herî şênber.”
Taylan ragihand ku di asta herî pêkan de divê rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên siyasî bêne guhdarîkirin bibin hevparê çareseriyê û got, “Bi dîtina min em bi têra xwe bûn parçeyekî pirsgirêkê, êdî ji bo em bibin parçeyekî çareseriyê divê hin stratejî bêne bicihanîn.”
Ahmet Mumtaz Taylan diyar kir ku wezîfe dikeve ser milê derdorên huner û akademiyê jî û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Derdorên akademiyê ji xwe ji ber rewşa xwe ya xwezayî bi vê meseleyê re eleqedar in. Ji bo derdora hunerê nikarim heman tiştî bibêjim. Lê belê yek bi yek jî be gelek hunermend hene ku bala wan li ser vê mijarê ye.”
‘PÊVAJO DI REWŞEKE WELÊ DE YE KU VEGER JÊ NABE’
Taylan destnîşan kir ku qonaxa girîng a pêvajoyê wê ji niha û pê ve destpê bike û got, “Ya herî girîng jî wê pêvajoyeke nîqaşê destpê bike ku êdî veger jê nabe. Beriya her tiştî ev yek ji aliyên wê yên erênî ye.”
Ahmet Mumtaz Taylan diyar kir ku di dîroka Komara Tiriyeyê de cara yekê ye ku bi qanûna çarçoveyê pirsgirêkeke herî girîng a welêt dikeve ser rêya çareseriyê û got, “Ji niha û pê ve ne tiştekî bê înkarkirin e. Wê ev bê gotin: Di Tebaxa 2026’an de ev biryar hatin wergirtin, ev hate ragihandin. Nîqaşên ‘Pirsgirêka Kurd heye, nîne, Kurd heye, nîne, pirsgirêka Kurd e yan pirsgirêka Tirk e’ ev hemû li paş man. Pirsgirêkeke me ya bi vî rengî heye û divê em bi hev re îradeya çareseriyê nîşan bidin.”
Lîstikvan û derhêner Taylan got, “Her kes mecbûr e gavê biavêje. Kurd jî Tirk jî neçar e gavê biavêje. Divê kes li wê yekê nefikire bê çiqasî qezencekê ji vê maseyê bi dest bixe; divê em helwesteke hevpar nîşan bidin ku çarenûsa welêt bi giştî biguherîne.
Bêguman wezîfeyên mezin dikevin ser milê hunerê jî. Rûbirûbûn… Dibe ku ne mijara niha ye, lê belê piştre wê bê. Dixwazin jê re bibêjin helalkirin, dixwazin bibêjin rûbirûbûn. Di vê nuqteyê de wezîfe hene ku divê huner hilgire ser milê xwe.”
‘TU BI KÊ RE ŞER DIKE, TU YÊ PÊ RE RÛNÊ’
Taylan destnîşan kir ku hatiye dîtin ku pirsgirêk bi muxatabê wê dikare çareser bibe û got, “Roja ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin, ez li Elmanyayê li şanoyê bûm. Min wê rojê jî zanî bû ku Abdullah Ocalan wê rojekê di çareserkirina vê pirsgirêkê de xwedî gotin be. Min wê demê jî didît. Ne sih salî jî bûm. Em çend salan sekinîn? Piştî 27 salan welê bû. Bi nêzîkatiyeke analîtîk û nêrîneke sedem-encamê diyar bû ku ev mesele wê bi vî rengî be. Me nedixwest ewqasî dirêj dewam bike. Ji ber ku welêt gelekî zerar dît. Kurdan jî Tirkan jî me bi hev re zerar dît.
Nizanim bê kes difikirî ku navê Abdullah Ocalan ji dîrokê biçe, PKK bê jibîrkirin, lê belê ev nêrîneke rasteqîn nebû. Du alî hene û herdu alî, dawiya dawî gihîştin nuqteyekê. Hate fêhmkirin ku nêzîkatiya wê li dora maseyê rûnên an na, xwedî wateyeke objektîf nîne. Tu bi kê re şer bike tu yê pê re rûnê û biaxive; wekî din tu yê bi kê re biaxive? Em di nava xwe de bi xwe çareser dikin; Kurd û Tirk. Ev tiştekî baş e.”
‘EV QANÛN DESTPÊK E, DIKARE PÊŞÎ LI DEMOKRATÎKBÛNÊ VEKE’
Ahmet Mumtaz Taylan ragihand ku Qanûna Çarçoveyê destpêk e, ji bo demokratîkbûnê dikare pêşî li qanûnên din veke û got, “Ev qanûn û pêvajo divê bi pêvajoya giştî ya demokratîkbûna Tirkiyeyê bimeşe. Qanûna Çarçoveyê divê bibe mifteyeke ku derî li pêvajoyên demokratîkbûnê yên din veke. Ev mifte destpêkek e. Ji xwe divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Ne dawiya tiştekî ye; ev tenê destpêk e û ji niha û pê ve divê em bi rengekî fermî karibin van nîqaş bikin.”

