Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’
Rojane

‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

Di daxuyaniyên li Stenbol û Enqereyê de daxwaza berdana girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Abdulhalik Oral hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Stenbol û Enqereyê ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûya Stenbolê, çalakiya “Rûniştina F” ku ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş tê lidarxistin, cara 757’an pêk anî. Çalakiya vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Elçe (62) ku ji sedî 93 astengdar e û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin. Gelek xizmên girtiyên nexweş û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de pankarta “Girtiyê nexweş Mehmet Elçe berdin” hate vekirin û dirûşmeyên wekî “Girtiyên nexweş berdin” û “Tedawiya tibî mafek e; nayê astengkirin” hatin berzkirin. Endama ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Nimet Tanrikûlûyê bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Ulucanlar a sala 1999’an e û kesên ku di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz bibîr anîn û wiha got: “Di salên piştre de, me şahidî kir ku bi sedan girtiyên din jiyana xwe ji dest dan, bi piranî ji ber nexweşiyê an jî di bin şert û mercên gumanbar de, mîna bûyera girtiyekî bi navê Şiyar Çîçek ku di 22’yê Îlonê de li wê hucreya ku deh roj bûn lê dihat girtin, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên fermî û raporên mafên mirovan, di sala 2025’an de hezar û yek girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, lê tenê ji sedî 10’ê van bûyeran ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Berpirsên ku divê tenduristî û ewlehiya kesane misoger bikin, bi vî awayî xwe ji berpirsiyariyê dûr dixin.” 

‘JI SEDÎ 93 ASTENGDAR E, NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJÎ’

Nîmet Tanrikûlû diyar kir ku Mehmet Elçe bi penceşêra mîdeyê ketiye û tevahiya mîdeya wî bi rêbaza cerahî hatiye derxistin û got: “Mehmet Elçe ji ber felcbûna ku ji ber xwînberbûna mêjî çêbûye, mecbûr maye ku bi kursiya bi teker tevbigere. Her wiha pişkinînên dawî derxistin holê ku rastî girtina rûvî û zivirîna rûvî jî hatiye. Li gorî gotina malbata wî, nexweşxaneya ku tedawiya wî dike raporek amade kiriye û tê de hatiye gotin ku ew ‘di şert û mercên girtîgehê de nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne’ û lijneya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Xarpêtê a Fethî Sekîn jî raporek derxistiye ku tê de astengdariya wî bi rêjeya ji sedî 93 hatiye piştrastkirin. Saziya Tiba Edlî jî raporek derxistiye ku tê de hatiye gotin Elçe ‘nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne’, lê tevî vê yekê, li şûna ku were berdan, ew bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Xarpêtê hatiye veguhestin.”

‘LI GIRTÎGEHÊ REWŞA WÎ XIRABTIR BÛ’

Nîmet Tanrikûlû, daxuyaniya dawî ya hevjîna Elçe ragihand û got: “Dema hevjînê min hat girtin, tu pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bûn. Pêşî tûşî penceşêra mîdeyê bû, piştre xwînberbûna mêjî derbas kir. Ew êdî neçar ma ku li ser kursiya bi teker bijî. Di girtîgehê de tu derfetên dermankirinê an xizmeta lênêrînê nînin. Nexweşxaneya ku ew lê dihat dermankirin raporek da û diyar kir ku ew nikare di girtîgehê de bimîne. Dema em li benda berdana wî bûn, me bihîst ku ew pêşî bo Îzmirê û piştre jî bo Girtîgeha Xarpêtê hatiye veguhestin. Rewşa wî li wir hêj xirabtir bû. Ji ber vereşîn û êşên giran, di 7’ê Îlonê de ew rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpêtê. Di encama kontrol û pişkinînan de, girtina rûvî û pêçîna rûvî li dora xwe hatin tespîtkirin. Doktorê wî diyar kir ku pêwîstiya wî bi emeliyatê heye, lê ev yek bi rîsk e. Her çend doktorên wî israr dikirin ku ew di bin çavdêriya wan de bimîne û digotin ku ew di wê rewşê de nikare derkeve, lê şeş ​​roj şûnde ew ji nexweşxaneyê şandin girtîgehê. Rewşa wî her roj xirabtir dibe. Ew nikare tiştekî bixwe an jî pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bîne û şert û mercên xirab ên girtîgehê rewşa wî girantir dikin. Em ji ber vê yekê gelek bi fikar in. Em dixwazin ku ew demildest were berdan da ku dermankirina wî li malê bidome.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Dora berpirsyariyê êdî ya dewletê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûlari anî ziman ku dora berpirsyariyê êdî ya dewletê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbol, Antalya û Îzmîrê qirkirina siyasî: Bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Stenbol, Antalya û Îzmîrê herî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberên kantonê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet

Rêveberên kantona Minbicê daxuyaniyên dewleta Tirk ên ku digotin 'bajar hatiye terikandin' derewandin û gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?