Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist û bûyerên di rojevê de nirxand.
Halîde Turkoglû di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinan ji bo aştî û wekheviyê ye û wiha axivî: “Ew têkoşîna ji bo aştiyê bi banga Aştî û Civaka Demokratîk gihişt vê merhaleyê. Pêşnûmeya Qanûna Çarçoveyê ku bi dengekî bilind li meclisê bû qanûn tevî kêmasiyan jî gaveke girîng bû.”
Halîde Turkoglû destnîşan kir ku sedema pirsgirêkê înkarkirina ziman û nasnameya Kurd e û ev tişt anî ziman: “Qanûna çarçoveyê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gaveke girîng e. Divê di desteyên bên avakirin de jin jî cih bigirin. Ez bang li hemû jinên dengê erê dane dikim ku ji bo desteyeke çavderiyê ya jinan jî bê avakirin û bişopîne, di nava hewldanê de bin. Divê jin weke kirde tevlî bibin û bişopînin. Berdela herî mezin a şer jinan da. Jin bûn hedefa tundiyê û di girtîgehan de û li ber dadgehê lêgerîna edaletê kirin. Lê tevî êşan jî jinan dev ji aştiyê bernedan. Dayika Nîhat Kazanhan ku di 11 salî de jiyana xwe ji dest da, dibêje tevî her tiştî em aştiyê dixwazin. Her wiha jinên zarokên xwe windakirine aştiyê dixwazin. Jinên Elewî ku her tim rastî cihekariyê hatine jî daxwaza aştiyê dikin.”
Halîde Turkoglû bi lêv kir ku divê jin bibin kirdeya pêvajoyê û wiha pê dê çû: “Aştiya civakî bi jinan pêkan e. Pêvajoyeke ku jin di nav de nîn in, kêm e. Divê jin bibin kirdeya avakar a pêvajo. Divê desteyên bên avakirin. Em jin ne di pozîsyoneke temaşekirinê de lê di avakirinê de bin. Divê komîsyoneke jinan ava bibe û pêvajoyê bişopînin. Têkoşîna aştiyê ji demokrasiyê cuda nîne. Em ê li dijî hemû bêedaletiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Halîde Turkoglû bal kişand ser binpêkirinên mafên li girtîgehan û wiha axivî: “Li vir qala aştiyê bikin û li girtîgehan binpêkirinên mafan hebin ew yek nayê qebûlkirin. Bi awayekî keyfî Îdareya Çavderiyê berdana girtiyan taloq dike. Daxwazên jinên girtî bi cih neyên. Hunermend Nuarîn ku piştî çend salan hat welat li Mêrsînê hat binçavkirin û piştre hat berdan. Divê ew sepanên li dijî hunermendên jin bi dawî bibin. Her wiha ajans, malper û rojnameyên dengê jinan digihînin civakê jî tên astengkirin. Divê ew yek jî bi dawî bibe.”
Halîde Turkoglû diyar kir ku tundiya li dijî jinan didome û wiha pê de çû: “Îro li welat gelek jinên ku zarokên xwe yên astengdar dinêrin rastî zahmetiyên mezin tên. Sedema van zehmetiyan jî polîtikayên desthilat ên mêrperest in. Divê desthilat barê lênerînê nede ser pişta jinan û berpirsyariyê bigire. Li gor daneyên ajansa JINNEWSê di meha Tîrmehê de 25 jin hatin qetilkirin. Sedema vê yekê jî pergala mêrperest e. Divê polîtikayên jinan biparêze bê pêşxistin û dev jî polîtîkayên mêrperest bê berdan. Li dijî van polîtîkayên jinan tunedihesibînin dibêjin; Em hebûn, em hene û em ê hebin. Jinên koçber û penaber zêdetir rastî tundiyê tên. Bûyera li Kocaeliyê ku jineke 15 salî li Sûriyeyê rastî îstîsmarê hat. Lê piştî binçavkirinê faîlê îstîsmar tê binçavkirin û piştre tê berdan. Herî dawî careke din hat binçavkirin û girtin. Ew tundî jî ji polîtikayên şer cuda nîne. Paola Maayra ku jineke enternasyonalê li dijî êrîşên li ser Rojava hatibû Tirkiyeyê lê li Tirkiyeyê hat binçavkirin û ew birin cihê şandinê. Li wir jî rastî tundiyê hat. Divê Wezaretê Edaletê têkildarî vê tundiyê lêpirsînê bide destpêkirin. Ew êriş di heman demê de êrişa li dijî têkoşîna enternasyonalê ye. Tevî tundiyê jî piştgiriya jinan sînoran derbas dike.”
Halîde Turkoglû di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji aliyekî vê êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên li ser Îranê bandor li ser jinan dike û ji aliyê din vê jî jin li Îranê rastî darvekirinê tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan dikarê aştiyê bînê Rojhilata Navîn. Pêdiviya herême jî herî zêde ji aştiyê heye.”

