Di encama êrîşeke Rûsyayê ya li ser Peçenihi ya li herêma Harkivê de 10 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn.
Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenski li ser Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş serê sibehê li dijî xaçerêyeke zêde tê bikaranîn, hatiye kirin.
Zelenski anî ziman ku li herêma ku êrîş lê hatiye kirin postaxane, maxeze û xanî hene û bûyer weke ‘’êrîşeke bêrehm’’ pênase kir.
RÛSYAYÊ TEVAHIYÊ ŞEVÊ 147 ÎHA ŞANDIN
Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê da zanîn ku Rûsyayê şeva Sêşemê 147 ÎHA şandine.
Ji van 111 ji aliyê pergala parastina hewayî ve hatine bêbandorkirin.
MOSKOVA JÎ BÛ HEDEFA ÎHA’YAN
Heman şevê Rûsya jî bû hedefa êrîşên berfireh ên Ûkraynayê.
Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin diyar kir ku Ûkraynayê herî kêm 637 IHA şandine paytext û ji wav 197 li herêma Moskovayê hatine bêbandorkirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe rojane de îfade kir ku li seranserê welêt 791 ÎHA’yên Ûkraynayê hatine îmhakirin yan jî bi rêbazên leşkerî yêan elektronîk hatine bêbandorkirin.

