Dadgeha Sûcan a Çaremîn li Şamê ji ber pêkanîna sûcên kuştin, êşkencekirin, revandin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer derheqê Wesîn El Esed de cezayê darvekirinê birî.
Di rûniştinê de, dadwer Fahrettîn Aryan di rûniştinê de got ku bi lêpirsîn û delîlan hatiye tespîtkirin ku Wesim El Esad komên çekdar ava kirine.
Ew komên ku Wesîm El Esed avakiribûn li herêmên El Xûta, El Şerqiya û bajarokê El Milîha li dijî sivîlan komkujî pêk anîbûn.
Dadgehê, her wiha biryar da ku hemû mal û milk û pereyên Wesim El Esad ji aliyê xezîneyê ve bên destserkirin.

