Malpera Kolbernewsê derbarê kolberê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê ku beriya salekê birîndar bibû û îro jiyana xwe ji dest da de, agahî parve kirin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku kolberê Kurd ê bi navê Mîlad Tebed ê 18 salî û xelkê gundê Gelye yê ser bi bajarê Merîwanê, nêzîkî salek berê di encama guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê de ji serê xwe bi giranî birîndar bibû. Mîlad danê siharê ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daneyên Kolbernewsê, di sala 2025’an de bi giştî 57 kolber li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndar kirin.

