Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) di çarçoveya polîtîkaya ku “koçberên biyanî bên şandina welatên sêyemîn de” wê di nava salekê de qasî 1.200 koçberên biyanî bişîne Lîberyayê.
Hikûmeta Lîberyayê roja sêşemê daxuyanî û ragihand ku têkildarî qebûlkirina kesên ji DYE’yê bên şandin, bi Washington re li hev kirine.
Li gorî daxuyaniyê 20 kesên ewilî, wê roja pêncşemê bigihijin Lîberyayê.

