Dema me di Nûmedya24’ê de dît ku li Newala Qesaba dîsa maşînên kar dest bi xebatê kirine, me got ev wêne rewşa vê pêvajoyê pir bi zelalî nîşan dide.
Li aliyekî behsa aştî, çareserî, civaka demokratîk û qonaxeke nû tê kirin; ji bo Kurdan çarçoveyeke nû ya hiqûqî û siyasî tê danîn. Li aliyê din jî li yek ji cihên bîr û baweriyê yên herî giran ên Kurdan maşînên kar dixebitin.
Bi taybetî jî ev tişt di rojên ku giraniya dîrokî ya 15’ê Tebaxê bi hemû hêza xwe tê jiyîn de rû dide.
Em nikarin îspat bikin ku ev tişt bi zanebûn di vê dîrokê de hatî kirin. Pêdiviya me bi vê yekê jî tune ye. Ji ber ku wêneya siyasî ya ku derketiye holê, bi têra xwe giran e.
Gelek safe ku em bifikirin dewletek ku bi wateya sembolan dizane, xwedî tecrûbeya rêveberiyê ya bi sedsalan, hişê saziyan, arşîv û burokrasiyeke bihêz a ewlehiyê ye, nizane Newala Qesaba ji bo Kurdan tê çi wateyê.
Di sala 1989’an de Gunay Aslan ket pey agahiyê yekem ku ji Serokê Bajarê Sêrtê yê SHP’ê yê wê demê parêzer Zubeyîr Aydar girtibû; bi şahidan re axivî, belge komkirin û Newala Qesaba di kovara 2000’e Dogru de anî rojeva raya giştî. Piştre pirtûka Qesabên bi Unîformayê (Unîformali Kasaplar) nivîsî û ket dîrokê. Mûsa Anter ew bir nav helbestên xwe; bi dengê Îlkay Akkaya veguhêzî şîna nifşekî. Mûrat Kocaman û hevrêyên xwe jî belgefîlma Mirî û Jî Sax çêkirin.
Di kolana yekem a ku di sala 1989’an de hate kirin de heşt cenaze hatin derxistin û xebat hat rawestandin. Malbatan bi salan hestiyên xizmên xwe xwestin. Rêxistinên mafên mirovan lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Doz hatin vekirin. Di sala 2011’an de gel dengê xwe bilind kir ku gor bi kepçeyan neyên vekirin. Di sala 2014’an de hate ragihandin ku di dema xebatên rê de dîsa hestiyên mirovan derketine holê.
LI WIR EGÎD HEBÛ
Îro di sala 2026’an de em dîsa behsa kepçeyan dikin. Nexwe pirsgirêk ne ji bîrkirina Newala Qesaba ye; dixwazin cihê ku nehatiye ji bîr kirin, bidin ji bîr kirin.
Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê jî tiştê ku divê bibe careke din bi zelal dibêje: Divê ew qad bê parastin, avahîkirin bê rawestandin û sînorên wê bêne diyar kirin. Divê li gorî Protokola Minnesotayê kolandinên serbixwe û zanistî bêne kirin. Hestiyên ku peyda dibin divê bi testên DNA’yê bêne tespîtkirin û teslîmî malbatên wan bêne kirin.
Yani rastiyeke ku nayê zanîn tune ye. Tiştê ku divê bê kirin jî tê zanîn. Pirsa esasî ev e: Tevî ku ev tişt hemû tê zanîn, kepçe çawa dîsa dikare bikeve Newala Qesaba?
Ji ber ku di bin wê xakê de tenê hestî tune ne. Bîra Ermenî û Keldaniyan heye. Çîrokên nîvco yên Kurdên ku di bin çavan de hatine winda kirin, hatine kuştin an jî di şer de jiyana xwe ji dest dane û anîne vir, hene. Malbatên ku bi dehan salan benda wê yekê ne ku dest bide hestiyekî an li ser govekî şînê bike, hene.
Û li wir Egîd heye.
Malbata Egîd Mahsum Korkmaz, şahidên wê demê û saziyên mafên mirovan bi salan e dibêjin ku ew anîne vir. Malbat li benda hestiyên Egîd û birayê wî yê biçûk Veysi ye ku li Sasonê şehîd ketibû.
Egîd ne navekî asayî ye. Di dîroka têkoşîna Kurdan a pêncî salên dawî de yek ji kesayetên sembolîk ên herî girîng e. Di bîra nifşekî de ne tenê mirovekî, di heman demê de guherîneke dîrokî, îradeyek û îdiaya Kurdan a destwerdana li siberoja xwe nîşan dide.
15’ê Tebaxê jî ne dîrokeke asayî ye. Ji ber wê yekê divê kes ji me hêvî neke ku em kepçeya ku dikeve Newala Qesaba tenê wek kepçeyekê bibînin.
Îro em di serdemekê de ne ku qalibên dîrokî yên Komara 1’ê di bin mercên herêmî û cîhanî de dîsa tên sazkirin. Dewlet dixwaze barê dîrokî yê pirsgirêka Kurd ku di derbasbûna rejîma nû de derdikeve, dîsa bixe ser milê Kurdan. Ne tenê ev; siyaseteke berfireh a tasfiyeyê ku bingehên siyasî, rêxistinî û hişê yên Kurdan xirab dike, tê meşandin.
Tasfiye tenê ne tasfiyekirina mirovan an rêxistinan e. Dibe ku bîra gel bê tasfiyekirin; wateya sembolan bê vala kirin, cihên dîrokî ji holê bên rakirin û têkiliya gel a bi têgehên têkoşînê re bên qels kirin. Dibe ku bê xwestin em mesafeyê bixin navbera xwe û siberoja xwe, miriyên xwe berdin û dîroka xwe bi ferhenga kesekî ji nû ve bixwînin.
Û van hemûyan dibe ku wek pêdiviya “dema nû” pêşkeş bikin.
Nerazîbûna me tam li vir e. Nêzîkatiyek ku hemû barê çareseriya pirsgirêka Kurd dide ser milê Kurdan û berpirsiyariya dewletê heta ji dest bê nexe rojevê, ku ji Kurdan guherîn û destberdanê dixwaze lê heman pirsan ji dewletê re nepirse, nikare aştiyê bîne.
AŞITÎ NE JI BÎRKIRIN E
Pêdivî tune ye ku gelê Kurd careke din îspat bike ku aştiyê dixwaze. Ev gel dizane şer çi ye. Mirinê dizane. Zindanan, xerîbiyê, gundên hatine şewitandin, kuştinên kiryar nediyar û windahiyan dizane. Ka pêvajoyên aştiyê çawa bi encam dibin jî dizane. Ji ber wê aştiyê dixwaze.
Lê aştî ne ji bîrkirin e. Aştî ji rabirdûya xwe ne şermkirine. Aştî ne miriyên xwe li pey xwe hiştine û ne jî çêkirina rêyê ye di ser bîra dîrokî ya gel de ye.
Tam li vir tiştê ku em ê ji dewletê re bibêjin zelal e: Me xelet nexwînin. Nefikirin ku ji ber em aştiyê dixwazin, em amade ne ji bîr bikin. Axaftina me ya li ser siberojê wek devjêberdana rabirdûya me şîrove nekin. Bêdengiyê nekin razîbûn. Aramiyê nekin teslîmiyet.
Gava em van dibêjin, meseleyê tenê nekin bertekeke hestyarî. Em dibînin ku cîhan û herêm diguherin, hevsengiyên hêzê dîsa ava dibin. Ji ber ku em van hemûyan dibînin, em dûrketina ji rastiya xwe û terkkirina bîra xwe red dikin. Fêmkirina cîhanê tiştek e; lê bi hinceta guherîna cîhanê ji dîroka xwe biyanîbûn tiştekî din e.
Em dizanin Newala Qesaba çi ye. Em şahidiyên li ser kesên di bin wê xakê de ne dizanin. Em dizanin malbat çi dixwazin. Em dizanin malbata Egîd bi salan e çi dibêje. Hûn jî dizanin.
Nexwe mesele êdî ne zanîn e; mesele ev e ku hûn bi zanebûn çi dikin.
LI HEMBER WE GELÊ BÊBÎR TUNE YE
Gelê Kurd hişê dewletê ji pirtûkan hîn nebû, ji dîroka xwe hîn bû. Di nav înkar, asîmîlasyon, zindan, gundên valakirî û windakirina bi zorê de derbas bû. Ji ber wê, li hember we civakeke bê bîr tune ye. Vê yekê hesab bikin.
Lê îro divê em li xwe jî binêrin. Em nikarin şaşiyên di qada siyasî ya Kurdan de, şêwayê hevdu xistina zehmetiyê û sûcdarkirina hev ji ber çend hevokan nebinîn.
Medyaya civakî bûye neynikeke pir xirab. Di cîhana ku mirov bi hêsanî dibin dijmin û di nav çend hevokan de wek xayîn û teslîmiyetkar tên îlan kirin, em nikarin bersiva serdemeke mezin a dîrokî bidin.
Rêbazên şerê psîkolojîk, dezenformasyon, manipulasyon, sîxurkirin û parçekirina civakî ya dewletan ne tiştekî nû ye. Bersiva vê yekê ne ew e ku em li paş her fikra cuda siyeke tarî bigerin.
Bersiva vê yekê aqilmendî ye, hişê siyasî ye. Ji ber ku carnan ji bo qelskirina gelekî binxistin hewce nake, wan anîna dijberî hev, jî têr dike.
Ji ber wê yekê divê em li şûna ku hevdu bixwin, meseleya ber çavên xwe bibînin. Newala Qesaba yek ji wan e.
Li vir pirseke giran heye ku divê siyasetmedarên Kurd ji xwe bipirsin. Gotina ji bo Newala Qesaba tiştek nehatiye kirin” ne rast e; pir tişt hatin kirin, mirov têkoşiyan, malbatan berxwedan kir, rojnamevanan nivîsandin, hunermend meşiyan û parêzvanên mafên mirovan bi salan şopandin.
Lê tevî van hemûyan jî, piştî 37 salan kepçe dîsa dikeve Newala Qesaba, divê em bi giraniya vê yekê re rû bi rû bibin. Ev mesele divê dîsa bê ber siyasetê. Ne wek daxuyaniyeke rojekê, lê bi wê giraniya dîrokî ya Newala Qesaba.
Heke dewlet bi rastî jî behsa pêvajoya aştiyê ya nû û aştiya civakî dike, tiştê divê bike gelek hêsan e: rawestandina maşîneyan û bi cîhanîna daxwazên ÎHD’a Sêrtê dest pê dike.
BILA KES NE LI BENDÊ BE KU EM DEST JI ÇÎROKA EGÎD BERDIN
Carnan pîvaneke tenê ji hemû teoriyên aştiyê bihêztir e: Dema dayikek hestiyên zarokê xwe dixwaze, dewlet nikare asfaltê bide nîşandan.
Em ê li ser aştî û siberoja xwe biaxivin; em ê li ser siyaset û xeletiyên xwe nîqaş bikin.
Lê em ê li ser tiştekî nîqaş nekin: Ji bîrkirina miriyên xwe. Ji ber ku bedêla aştiyê bîr nîne. Hûn dikarin rê di ser re derbas bikin, axê birijînin û nexşeyan biguherînin. Lê hûn nikarin bi me bidin ji bîr kirin.
Bila tu kes nemîne bendê ku em Newala Qeseba ji bîr bikin û dev ji çîroka Egîd berdin. Bila kes nefikire ku berdêla aştiyê bîra me ye. Bila tu pêvajo û hesab nemîne bendê ku dev ji destkeftiyên xwe yên têkoşînê berdin.
Em ê ji bo vê qet û qet gava paşde navêjin.
Me wisa nas bikin.

