Saziya Rêveberiya Rêya Avê ya Kendava Besra ya Îranê (PGSA) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku keştiyên ku di rêgeha hatî diyarkirin de derbas nebin, wê di derbasbûna piştre de rû bi rûyê pêkanînên mîna cezayê pereyan, astengkirin yan jî desteserkirinê bimînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şîrketên ji bo Kendava Besrayê bar hildigirin yan jî ji vir bar digirin divê beriya kirêgirtina keştiyan, lîsteya rojane ya têkildarî keştiyên ku binpêkirin pêk anîne kontrol bikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku keştiyên ku bi van keştiyên pêkanîn lê hatine ferzkirin re hevkarî kirine jî, wê tevlî vê lîsteyê bên kirin. Hat diyarkirin ku keştiyên bixwazin navê wan ji lîsteyê were derxistin divê hinceta xwe diyar bikin û daxwazên xwe bi rengekî nivîskî ji saziyê re ragihînin.

