Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Mûrat Mihçi diyar kir ku qanûna çarçoveyê divê tenê bi sernavê aştiya navbera Kurdan û Tirkan neyê nirxandin. Mihçi ragihand ku qanûn ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê derfeteke dîrokî ye û îfade kir ku divê di qonaxa ewilî de girtiyên nexweş bên berdan û aktorên siyasî li welêt û ji dervey welêt bikarin bi azad siyasetê bikin.
Mihçi diyar kir ku berfirehkirina qada siyasî, zimanê dayikê, welatiya wekhev, civaka sivîl û rêveberiyên xwecihî sernavên sereke yên veguherîna demokratîk in û got, berdana polîtîkayên şer wê ji aliyê aborî û civakî ve destkeftiyên girîng biafirîne. Mihçi diyar kir ku pêvajo divê di nava 2-3 salan de bigihije nuqteyeke erênî û destnîşan kir ku 6 mehên li pêşiya me jî krîtîk in.
‘QANÛNA ÇARÇOVEYÊ JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ DERFETEKE DÎROKÎ YE’
Mihçi diyar kir ku qanûna çarçoveyê ji aliyê dîroka erdnîgariyê ve girîng e û anî ziman ku qanûn divê tenê weke aştiya navbera Kurdan û Tirkan neyê dîtin. Mihçi destnîşan kir ku qanûn ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê derfeteke dîrokî pêşkêş dike û got, Tirkiye weke konjonkturel wê bandora xwe ya li erdnîgariyê û derdora xwe bi rengekî cidî zêde bike.
Mihçi destnîşan kir ku hemû maddeyên di metna qanûna çarçoveyê de divê bi rengekî samîmî bên pêkanîn û got, bi taybetî jî divê girtiyên nexweş bên berdan û aktorên siyasî bikarin bi rengekî azad siyasetê bikin.
Mihçi diyar kir ku qanûna çarçoveyê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têrker nîne û got, tevî vê yekê jî qanûn ji bo zemînekî nû yê demokratîkbûnê ava bike, girîng e.
Mihçi îfade kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji pêvajoya demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê cuda nayê fikirîn û bilêv kir ku divê sernavên mîna zimanê dayikê, welatiya wekhev û rêveberiyên xwecihî jî bên nirxandin.
Mihçi ragihand ku Kurd ji bo mafên zimanê dayikê û nasnameyê salên dirêj in têkoşin û diyar kir ku tevgera Kurd û DEM Partî ne tenê ji bo Kurdan, alîgirê parastina mafên hemû gelan e.
‘DIVÊ EM BIBIN HEMALÊ AŞTIYÊ’
Mihçi destnîşan kir ku daxwazên demokratîkbûnê tenê bi daxwazên Kurdan re sînordar nayê nirxandin û got, divê hemû bawerî û gelên li Tirkiyeyê bi îradeyeke xurt beşdarî pêvajoyê bibin.
Mihçi îfade kir ku ji xeynî sererastkirinên qanûnî divê feraseta civakî jî were guhertin û behsa gotinên Hrant Dink kir: “Di van rojan de tişta girîng ew e ku em bibin hemalê aştiyê.”
Mihçi da zanîn ku pirsgirêkên kronîk ên Tirkiyeyê ji pêvajoya demokratîkbûnê cuda nayê nirxandin û diyar kir ku aştiya navxweyî wê hola razemeniyê xurt bike û got, gavên ji bo welatiya wekhev û demokratîkbûnê bên avêtin wê destkeftiyên ekonomîk jî biafirîne.
PÊŞNIYARA KOOPERATÎF Û POLÎTÎKAYA ÇANDINIYA HEVPAR
Mihçi bilêv kir ku veguherîna ekonomîk divê tenê li ser razemeniyên mezin neyê fikirîn û bal kişand ser derfetên hilberîna xwecihî, çandiniya komînal û kooperatîfbûnê.
Mihçi ragihand ku Tirkiyeyê têkildarî xurek û çandiniyê polîtîkayên rasteqîn pêş nexistiye û wiha got, “Bifikirin, îro pêkan e ku li tevahiya erdnîgariyê bi rengê komînan çandinî were kirin û bi hev re kooperatîf bên avakirin. Îro em mijara herî girîng, mijara xurekê diaxivin.”
Mihçi destnîşan kir ku bi pêvajoya demokratîkbûnê re wê çavkaniya mirovên wesfdar car din li Tirkiyeyê be û got, di aliyê aborî û demokrasiyê de girîng e ku mirovên li dervey welêt dijîn girêdana xwe ya bi Tirkiyeyê re xurt bikin.
Mihçi diyar kir ku yek ji astengiyên girîng a li pêşiya siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê zextên li ser qada civakî ya sivîl e û got, saziyên civakî yên sivîl hatine bêbandorkirin.
Mihçi ev tişt jî got, “Divê kapasîyeta hilberandina siyasetê ya Meclîsê were xurtkirin. Di rêveberiyên xwecihî de pêkanînên qeyim jî li pêşiya demokratîkbûnê astengiyeke cidî çêdikin.”
DIVÊ QEYÛM Û PÊKANÎNÊN ANTÎDEMOKRATÎK BÊN RAKIRIN
Mihçi ragihand ku divê pêkanînên qeyim ên li ser rêveberiyên xwecihî û pêkanînên li ser KHK’î û akademîsyenên aştiyê bi dawî bibin û şaredarî bikarin di şert û mercên wekhev de xwe bigihînin çavkaniyan.
Mihçi bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn û bilêv kir ku li dijî geşedanên li herêmê Tirkiye divê çêkera xwe ya demokratîk a navxweyî xurt bike. Destnîşan kir ku têkiliyên bi Kurdan, Ereban û komên baweriyên cuda re bên avakirin li ser esasê welatiya wekhev û demokrasiyê dikare were xurtkirin.
Mihçi îfade kir ku pêvajo divê were civakîkirin û got, pêvajo divê hîn zêdetir ji gelên Tirkiyeyê were vegotin. Mihçi diyar kir ku divê muxalefet jî têkildarî pêvajoyê berpirsyarî bigire ser xwe. Bal kişand ser hewldanên provokasyonê yên di demên dawî de û diyar kir ku çêkerên ji polîtîkayên şer tîmar dibin, pêşiya pêvajoyê dibirin. Mihçi destnîşan kir ku desthilatdarî û muxalefet divê bi hev re tevbigerin û civaka sivîl û medya azad bibe.
Mihçi anî ziman ku şert û mercên li herêmê bi lez tên guhertin û Tirkiye divê aştiya xwe ya navxweyî û demokratîkbûna xwe bi lez pêk bîne.
‘OCALAN LI TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN JI BO ÇARESERIYÊ AKTOREKÎ GIRÎNG E’
Mihçi destnîşan kir ku yek ji aktorên herî girîng ê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, “Rastiyek heye. Divê ev bi aktoran re were axaftin. Di serî de Birêz Ocalan niha di wateya cidî de jî rêveberê têkoşînekê ye û yek ji aktorên herî girîng e. Aktorek e ku ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve, dikare ji aliyê Rojhilata Navîn ve jî şêwe bide pêvajoyê. Lê ji bo ev pêvajo bi lez demokratîk bibe, 6 meh jî pir girîng in. Di 6 mehan de bi rastî jî gavên mezin avêtin, pêdiviya me hemûyan, hemû bawerî û gelên Tirkiyeyê ye.”

