Çiyayên Zagrosê ne tenê bi bilindahiya xwe, lê bi ruhê xwe yê berxwedêr û bi heybeta xwe di nava dîrokê de cih girtine. Dema navê Zagros tê gotin, beriya her tiştî dîmenên lûtkeyên ku serê wan digihîje ewran, zinarên asê û geliyên kûr tên bîra mirov. Ev çiya ne tenê parçeyek ji erdnîgariyê ne; ew bi xwe sembola rûmetê ne. Her wiha di nava rûpelên dîrokê de, Zagros her tim bûne sitargeha kesên ku serî li ber zordariyê neçemandine. Çiya di vê wateyê de ne tenê parêzer, heval û hembêza kesên bindest in. Kevirên Zagrosan bi hezarên salan e şahidê ceng, şahî, evîn û berxwedanên bêhempa ne.
Dema ku ba li lûtkeyên wan radibe, mirov dibihîze ku çawa çîrokên lehengiyê ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin. Zagros ne tenê zincîreke çiyayî ye; ew bixwe dîrokeke zindî, serbilind û azad e. Lewma ew kesên ku berê xwe didin wan stragehên asê jî ew kesên xwedî rihê azad û serhildêrin. Bi wî rihê azad bê tirs û xof berê xwe didin wargehên ku dibin penaseya rih û evîna dilê wan.
Ji ber ku ew dilên evîndar dizanin, tenê çiya wan dixe nava sîngê xwe, wan diparêze û bi wan fêm dike. Çiya ji wan dilên azadîxwaz re dibe heval, di cengê de dibe sîper… Gerîla Mizgîn Erkendî jî li ser wan xaçirekan hevalbendiya bi çiya û xwezayê re nas dikir. Di hemû gavên xwe de hilma azadiyê dihesiya û di şergehê de bi hêzdariya jina Kurd tevdigeriya. Lewma îro jî hîna şopên wê li Zagrosan deng vedide.
Kêliyên ku me objektîfa kamera li ser çiya û rûyên gerîla digeran şopên Gerîla Mizgîn weke xemla biharê li ser lûtkeyên asê şîn dibûn û di dilê her hevalekî de dijiya. Ew şopên pîroz nîşan dide ku têkoşîna wê tu carî winda nabe, berevajî wê, di nava her bayê sibehê de vedigere dengê azadiyê.
Gerîla Mizgîn; dema ku ji gundê Erkend derdikeve, berê xwe dide çiyayên azad, sînorên hiş û dilan ji holê radike. Bi rêwitiya xwe ya ber bi tevgera azadiyê re, deriyê ku hişmendiya neyar û zilaman girtibû şikand û berê xwe da ronahiya jiyaneke nû. Ew bi gavên xwe yên bi biryar bû dengê azadiya ku li çiyayên Zagrosê digeriya. Bi beşdariya xwe ya ji bo jiyana gerîla bû pêşênga jina Kurd a gundê Erkendê. Bi şopdariya wê gerîlaya Kurdistanî bi sedan lêheng û cangoriyên welat ji wî gundê Erkend beşdariya têkoşîna azadiyê bûn. Lê belê; em dixwazin di vê xeleka xwe û nivîsa xwe de balê bikşînin ser Mizgîn Erkendî an ku ew jina ku bûyî parçek ji stara Zagrosan.
Gerîlayan ew albûma ku dibû şop, şahid û belge ji dîrokê re bi tiliyên xwe yên ku bîranînên hevrêtiyê hildigirtin, rûpel bi rûpel vedikirin. Di nava wan wêne û dîmenên kevin de, rûyê Mizgîn ê kenok û tije bawerî careke din bi tîrêjên rojê re li lûtkeyên Zagrosan dibiriqî.
Wêne dibû çîrok, bîranîn û peyam ji nifşên din re. Peyamên ji bo têkoşîn û raza jiyanê bi wan wêneyan dihat ragihandin. Lewma wan gerîlayan di bîranînên xwe de nasîna fermandar Mizgîn re dilxweşiya nasîn û hestên bêrîkirinê wiha dianî ser ziman:
Gerîla Rûken Jîrkî bal dikşand ser xalên wê yên zanista ser dijmin û çandê. “Heval Mizgîn kesayetek bû ku zû hînî pratîkê bû; zekaya wê ya pratîkî pir li pêş bû. Ew zarokeke Botanê bû; di xwîn, mejî û dilê wê de çanda Botanê, çanda welatparêziyê, xweparastinê û zimanê wê zindî bû. Weke mînak; qet nayê bîra min ku heval Mizgîn bi Tirkî axivî be. Tevî ku li dibistanên Tirkiyeyê xwendibû jî weke înad Tirkî nediaxivî û digot: ‘Heke dijminek li ser me polîtîkayên înkarê yên ewqas kûr dimeşîne, divê em bi zimanê wî neaxivin’. Azwerî û neteweperestiya wê pir li pêş bû. Min di gelek mijaran de heval Mizgîn ji xwe re dikir mînak. Di naskirina eraziyê de tu kes nedihat astê wê. Pratîkbûna heval Mizgîn bandor li ser me hemûyan dikir. Ew kesayeteke wisa bû ku bi xwezayê re bibû yek. Digot: ‘Gerîlayek divê erdnigariya xwe baş nas bike; eger tu erdnigariyê nas neke, tu nikarî li vê qadê şer bike. Tu çiqasî li ser qadê serwer be, tu yê ewqasî derbên giran li dijmin bixe’.”
Piştî ku me kameraya xwe girt û ew dîmenên herî bi qîmet, ew rûyên ku bi bayê çiyayan û tîrêjên rojê hatibûn hûnandin danîn ser ekranê, bêdengiyeke kûr ket nav demê. Weke ku parçeyek ji demê kêm bûye ew dem dihat hîskirin. Ji bo me ew kêlî hîskirin dibû lêgerîna navnîşana Mizgîna Azadiyê. Gava ku me li wan albûm û çarçoveyên wêneyên Mizgîn Erkendî mêze kir, mirov hîs kir ku kamera ne tenê amûrek e; kamera bûbû pira di navbera bîranîn û nifşên siberojê de. Ji bo me jî kişandin û ragihandina heqîqeta jinekê şerker, pêşêng û serhildêr cihê rûmetê bû. Wê gavê me ji hev re got: ‘Ev ne tenê xebateke çapemeniyê ye’. Em li pişt lensê bûn, lê me bi her karekî ku kişand, bi her gotineke hevala Rûken Jîrkî ya ku me qeyd kir, careke din fêm kir ku em bi çîroka jiyaneke mezin re rû bi rû ne. Çavên Mizgîn ên di wêneyan de, ew kenê wê yê li lûtkeyên Zagrosan, ji me re digot ku azadî ne tenê armancek e, ew bi xwe rûmeta jiyanê ye.
Ew şervanên çiyayên serbilind û zarokên bêhempa yên van zozanan bûn. Yên ku jiyana nû li serê çiyayan dixemilandin, ronahiyê ji rojê digirtin û ji lûtkeyên Zagrosan bangî tevahiya mirovahiyê dikirin… peyamên ew gerîlayên xwedî rihê azad yek bi yek dihat bihîstin.
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

