Li girtîgehên Tirkiyeyê polîtîkayên înfazê yên li hemberî girtiyên polîtîk, ji astengkirina azadiyê derbas kir û veguheriye tecrîdeke sîstematîk û rejîma binpêkirina maf. Serlêdanên di salên dawî de zêde bûne, raporên binpêkirina mafan ên hatine ragihandin û şahidiyên girtiyan nîşan dide ku pêkanînên tecrîdê, astengiyên li pêşiya mafê tenduristiyê, qedexeyên peywendiyê û şewitandina înfazan weke polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn tên pêkanîn. Bi taybetî jî tevî raporên “nikare li girtîgehê bimîne” netehliyekirina girtiyên nexweş, gefeke rasterast li ser mafê wan ê jiyanê çêdike.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Yûsûf Erdogan têkildarî tecrîda li ser girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş ji ANF’ê re axivî.
Erdogan diyar kir ku girtiyên polîtîk ji pêvajoyên binçavkirin, girtîbûnê vir ve weke kesên “xeter” û “divê ji civakê dûr bên girtin” tên kodkirin.
Erdogan anî ziman ku nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hemberî girtiyên polîtîk beriya girtîgehan destpê kiriye û got, guhertina di çêkera fîzîkî ya li girtîgehên Tirkiyeyê de ji bo fêmkirina rejîma înfazê girîng e. Destnîşan kir ku pêvajoya bi girtîgehên Tîpa F destpê kiriye, piştre bi girtîgehên kampus, Ewlekariya Bilind, Tîpa S û Y didomin.
Erdogan da zanîn ku di rapor û daxuyaniyên ÎHD’ê de jî têkildarî van girtîgehan tespît hatine kirin û got, girtîgehên Ewlekariya Bilind, Tîpa S û Y peywendiya girtiyan a bi hevdû re bi sînor kiriye û mirinên bi guman jî gelek caran çêdibin.
Erdogan ragihand ku ev pêkanîn weke “rejîma înfazê ya girtîgehên modern” tên pêşkêşkirin û got, sîstem ‘tecrîdê di nava tecrîdê de’ pêk tîne. Erdogan bilêv kir ku tecrîd tenê bi şert û mercên fîzîkî re sînordar nîne û got, astengiyên li ser mafên peywendî û civakîbûnê jî rewşa ruhî û civakî ya girtiyan hedef digire, ev jî konsepteke komplîke ye.
Erdogan da zanîn ku fealiyetên atolye, qurs, qada hevpar û sporê yên di dema şewba Covid-19 de bi hinceta tenduristiyê hatibûn rawestandin, hîna jî li hin girtîgehan pêk nayên.
Erdogan got, “Peywendiya girtiyan a bi jiderve re bi şêwazên cur be cur tê astengkirin. Rojname û kovar nayên dayîn. Name jî gelek caran tên sansurkirin.”
Parêzer Yûsûf Erdogan beşekî mezin ê serlêdanên li ÎHD’ê tên kirin, piranî ji ber binpêkirinên li ser mafên girtiyên nexweş tên kirin û bal kişand ser di dema muayeneyan de kelemçekirin, derengmayîna sewqan, astengkirina tehliyeyan.
Erdogan bang kir ku divê dosyayên tenduristiyê yên girtiyên nexweş bi lez bên lêkolînkirin, pêvajoyên tehliyekirinê bên destpêkirin û mekanîzmayên ku astengiyên burokratîk kêm bikin bên avakirin.
Erdogan her wiha bang kir ku Desteyên Îdare û Çavdêriyê bên rakirin û got, “Divê têkildarî tehliyekirina girtiyan nirxandineke objektîf were kirin, dawî li pêkanînên cihêkar were anîn û peymanên navneteweyî yên ku mafên girtiyan diparêze, esas bên girtin.”

