Têkildarî biryarnameya Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ya ji bo sînordarkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî mamosteya Kurdî ya Zanîngeha Yagiellonskî ya bajarê Krakovê ya Polonyayê Dr. Joanna Bocheńska ji ANF’ê re axivî.
Dr. Joanna Bocheńska bi bîr xist ku rewşa Sûriyeyê hîn nediyar e, ji ber ku Destûra Bingehîn hîn nehatiye amadekirin û got, di rewşeke bi vî rengî de rêveberiya heyî ya li Şamê hewl dide realîtiyek dûrî qanûna biafirîne, ku ev yek xeteriyeke mezin e.
Dr. Joanna Bocheńska bal kişand ser mentalîteya rêveberên heyî yên li Şamê û anî ziman ku ev koma îdareyê zimanê kêm neteweyan bi taybetî jî yê Kurdî ji bo paşeroja Sûriyeyê girîng nabîne.
Joanna Bocheńska bi dewamî bi bîr xist ku di dirêjahiya salên nasyonalîzma Erebî de tenê zimanê Erebî weke zimanê medenî hate dîtin û ev têgihiştin di pêvajoya şer û piştî wê de jî neguheriye. Joanna Bocheńska got, “Lewma têkoşîna niha li Sûriyeyê tê meşandin ne kêmî şer e. Ji bo parastina reseniya pirzimanî û pirçandî ya vî welatî divê têkoşîn bê meşandin. Divê em bibêjin, ku cîhana Îslamê di demên xwe yên herî serketî de qet bi yek deng û yek zimanî neaxiviye. Lewma ev daxwaz divê bibe daxwaza tevahiya gelên Sûriyeyê ne tenê ya Kurdan.
Joanna Bocheńska bal kişand ser biryarnameya Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ya têkildarî sînordarkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî û ji rayedarên Sûriyeyê xwest ku biryarnameyê di ber çavan re derbas bikin.
Joanna Bocheńska got, hefteyê tenê sê dersên ji bo Kurdî gelekî kêm e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Sê ders di nava hefteyê de nikare bibe bersiv. Ev dilşkestiyeke mezin e û divê Kurd û hevalên wan li ber vê yekê rabin. Ne tenê li Sûriyeyê li seranserê cîhanê divê li ber vê yekê rabin. Zimanê dayikê dikare çi biafirîne, çi îfade bike û çima ji bo însanan girîng e? Lazim e vî dîmenî bigihîne rayedarên Sûriyeyê. Ev jî pêvajoyek e, ne siyaseta rojekê bi tenê ye. Zor û zehmetiyên wê jî ji yên şoreşê ne kêmtir e. Loma divê em hem giringî hem rêz pê bidin.”
Joanna Bocheńska got, “Ez her tim ji xwendekarên xwe re dibêjim, parçekirina avaniyên navendîperest li Rojhilata Navîn nayê wateya cihêkariyê. Ev tê wateya peydakirina hevsengiyekê. Bi ya min bêyî projeya parçekirina avaniyên navendîperestiyê ya li Sûriyeyê bi rêya destûra bingehîn, rewşa zimanê Kurdî nikare bigihêje çareseriyekê ku ji aliyê Kurdan ve bê qebûlkirin. Eger rayedarên Sûriyeyê ji ber sebebên cihereng ji peyvê ‘federasyon’ an jî ‘otonomiyê’ hez nakin, ez bawerim îro mirov dikare tegeheke din jî biafirine û pêşkêşî dinyayê bike; wek ‘çareseriya nû û taybet a ku koka wê Rojhilata Navîn e’. Lê bila bernameya wê mafê van herêmên cuda cuda ji bo afirandina siyaseta wan a çandî û aborî nas bike.”

