Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd bi bîr anî.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên têkoşîna me Kemal Pîr 7’ê Îlona 1982’an, Mehmet Hayrî Dûrmûş 12’ê îlona 1982’an, Akîf Yilmaz 15’ê Îlona 1982’an û Alî Çîçek jî 17’ê Îlona 1982’an şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên pêşeng di salvegera şehadeta wan de bi hezkirin, hurmet, minet û bi hestên herî xurt ên dilsoziyê bi bîr tînin. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku di meha Îlonê de li pey hev ber bi şehadetê ve çûn û di şexsê wan de şehîdên me yên têkoşînê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo dilsoziya bi bîranînên wan û bicihanîna armancên wan dubare dikin.
Rojên dawî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, ji 7 heta 70 salî bi beşdariya mirovên ji her beşa civakê şehîd hatin bîranîn. Em gelê xwe yê welatparêz bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin ku li çar aliyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şehîdên xwe bi bîr anî. Xwedîderketina gelê me ya li nirxên xwe ya di vê asta xurt de, xurtkirina manewiyata xwe, pêkhatina bîranînên şehîdan di asta hêjayî lehengên me, bêguman careke din nîşan da ku bîranîna şehîdên me di dilê gelê me de çiqasî zindî û xurt e. Ev dilsoziya ku gelê me nîşan da, careke din raxist pêş çavan ku çavkaniya xwe ya herî xurt moral û manewiyata me Şehîdên me ne, Rêberê me ye. Bi vê wesîleyê em careke din sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîdên me, ji rêber û hevrêyê şehîdan Rêber Apo, ji hevrêyên me yên li ser şopa şehîdan dimeşin û ji her kesên ku di dilê wan ji bo şehîdan lê dide, dixwazin.
Jiyana her şehîdekî me, têkoşîn û meşa xwe ya bi lehengî ya ber bi şehadetê ve, heqîqeteke ku bi şênberî nîşan dide ku mirovên azad ne tenê di oxira çi de, her wiha bi kîjan şêweyî divê bijî. Weke şopdarên şehîdên xwe, carna ji ber mercên şer, carna jî ji ber nebûna derfetan me nekarî jiyana têkoşînê ya şehîdên xwe bi hemû aliyan bi belge bikin. Lê belê di dema ragihandina şehîdên xwe de me ji xwe re kir pîvan ku hemû derfetên xwe seferber bikin, wêne, dîmen, agahî û belgeyên şehîdên xwe bi gelê xwe re parve bikin û me hewl da vê pîvanê bi cih bînin. Di vê mijarê de ji ber wezîfeyên xwe yên ku em kêm man û nekarîn di dema xwe de bi cih bînin, em rexnedayina xwe di serî de didin şehîdên xwe û gelê xwe yê welatparêz. Em bi biryar in ku ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya ji bo bîranîn, danasîn, jiyana bi rengekî rast a xeta têkoşînê ya şehîdên xwe bi pir alî û karên cuda dewam bikin, kêmasiyên xwe telafî bikin û vê wezîfeya xwe bi rengê herî xurt bi cih bînin. Lê belê şehîdên me heqîqeteke ewçend mezin afirandin ku her kêliya jiyana wan, her gotinên wan, her helwesta ku nîşan dan di dil û hişê me de neqişîn. Em gihîştin asta rastiya gelekî welê ku xwe bi şehîdan afirand, bi wan pênase kir, da ser şopa wan û ew nemir kir. Ev mîrate çavkaniya me ya herî mezin a hêz û moralê ye, di heman demê de temînata siberojên azad ên gelê me ye.
Em baş zanin û ji dil bawer dikin ku gelê me yê welatparêz ne tenê bi merasîmên bîranînan, her wiha di her kêliya jiyana xwe de wê sekna pîr û pak a exlaqî ya şehîdên me, dilsoziya bi nirxan, jiyana komînal, hevrêtiya ji dil, karkirina bêhesab ji bo doza azadiyê, bêyî li benda berjewendiyeke madî û manewî bimîne bi dil û can tevlî bibe, keda bi fedakarî ya ji bo azadkirina Kurdistanê weke ku heta niha kir, ji niha û pê ve jî ji xwe re bike esas. Li ser vê bingehê em ji dil spasiya her kesî dikin ku li Bakurê Kurdistanê bi malbat, xizm, dua, peyam, piştgirî û keda xwe tevlî merasîmên bîranîna şehîdan bûn.
Di pêvajoya merasîma bîranînan de mixabin bûyerek qewimî ku em hemû pê êşiyan. Birayê hevrêya me Şehîd Arîn Goyî – Binevş Oslo, Ramazan Oslo ku ji bo karkirinê li Manîsayê bû, dema berê xwe da Qilabanê ku tevlî merasîma bîranînê bibe, 11’ê Îlona 2026’an ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da. Di heman qezaya giran de yek jê giran çar kes jî birîndar bûn. Jidestdana jiyana xwe li ser rêya bîranîna şehîdan herî kêm bi qasî şehîdbûnê bi wate ye. Em welatparêzê hêja Ramazan Oslo li ser vê bingehê bi hurmet bi bîr tînin, ji malbata Oslo ya welatparêz û eşîra Goyî re sersaxiyê dixwazin, ji mirovên me yên birîndar re jî şîfa lezgîn dixwazin.”

