Li gorî agahiyan, Hevserokê SYKP’ê Mertcan Tîtîz di çarçoveya lêpirsîneke ji Stenbolê li mala xwe ya li Enqereyê hate binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehate eşkerekirin.
Hate ragihandin ku Tîtîz li Emniyeta Enqereyê tê ragirtin. Biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hatiye danîn.

