Ji fermandarên YJA STAR Têkoşîn Toprak di salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” de ku bi şehadeta Jîna Emînî û Şiler Resûlî destpê kiribû û li cîhanê belav bû, nirxandinên berfireh û girîng kirin. Toprak bal kişand ser rola felsefeya Rêber Apo di pêşketina şoreşa jinê de û destnîşan kir ku tenê bi rêya xweparastinê, zanista Jinolojiyê û rêxistinbûyînê civakeke azad, exlaqî û politîk dikare bê avakirin. Gerîlaya YJA STAR’ê Nûpel Amed jî di salvegera 4’an a serhildana “Jin Jiyan Azadî” de nirxandinên kûr û berfireh kirin. Nûpel Amed di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê û şehîdên serhildanê bi rêzdarî bîr anîn û destnîşan kir ku felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ku ji aliyê Rêber Apo ve hat amadekirin, ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye rêbaz û felsefeya jiyanê.
‘JI RAPERÎNÊN BELAV BER BI RÊXISTINBÛN Û XWEPARASTINÊ’
Têkoşîn Toprak di destpêka axaftina xwe de şehîdên rêya azadiyê û yên serhildana jinan bi rêzdarî bi bîr anîn. Toprak diyar kir ku dirûşm û felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ne tenê sloganeke ji rêzê ye, di heman demê de cewherê dîroka mirovahiyê ya veşartî û nirxên xwedawendiyê yên li ser axa Zagros û Torosan vejîn dike. Toprak bal kişand ser cudahiya di navbera berxwedanên belav û yên rêxistinkirî de û ev tişt anîn ziman: “Sîstema dagirker û zihniyeta baviksalarî bi sedsalan e hewl dide ku berxwedana jinê parçe bike, zeyîf bihêle û bi vî awayî bêbandor bike. Tevî ku di dîrokê de îsyan û bertekên berxwedanê hebûn jî ji ber ku nedibûn organîze û rêxistinkirî, encamên mayînde bidest nedixistin. Lê belê felsefeya Rêber Apo û têkoşîna salan a tevgera azadiyê ev rewş guhart. Têkoşîna ku di sedsala 21’emîn de dimeşe nîşan da ku dema jin û civak xwe rêxistin bikin û bibin xwedî refleksên xweparastinê, tu êrîş û zihniyeta qirker nikare vê îradeyê bişkîne.”
‘JINEOLOJÎ Û HÊZA CEWHERÎ YA CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK’
Di dewama nirxandina xwe de Toprak destnîşan kir ku Rêber Apo bi analîzên xwe yên dîrokî û bi pêşxistina zanista Jinolojiyê xeta azadiya jinê xistiye asteke nû. Toprak diyar kir ku artêşbûn û partîbûna jinê ya ji kesayetiya şehîd Sara (Sakîne Cansiz) û piştre jî xeta berxwedanê ya hemû şehîdan gihîştiye vê astê: “Rejîmên dagirker ku êrîşî Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya parçeyên din dikin, ne tenê êrîşî axê, di heman demê de êrîşî nasname, hebûn û cewherê jinê dikin. Şehadeta Jîna Emînî ji meseleyeke yek kesî derket û bû meseleya hemû civakê. Ji ber ku êrîş rasterast li ser cewherê civakê bi xwe bû. Wek berhemê têkoşîna azadiyê, îro zihniyeta xweparastinê di nav civakê de çêbûye. Xweparastin ne tenê ji hêla fîzîkî ye; zanebûn, rêxistinbûn û parastina nirxên civaka exlaqî, polîtîk û ekolojîk e.”
‘SEDSALA 21’EMÎN SEDSALA AZADIYA JINÊ YE’
Fermandara YJA STAR’ê Toprak anî ziman ku eger mekanîzmaya xweparastinê lawaz bibe, civak dîsa bi talûkeya gaflet û belavbûnê re rû bi rû dimîne. Toprak bal kişand ser girîngiya berdewamkirina vê têkoşînê: “Çawa ku çemekî berdewam diherike û di riya xwe de jiyanê ava dike, divê têkoşîna me jî her biherike û veguhere avakirina sîstema konfederalîzm û komînal a civakî. Sedsala 21’emîn wek sedsala azadiya jinê û mirovahiyê tê pênasekirin. Ji bo vê jî divê her ferdek ku dibêje ‘ez parçeyekî civakê me’, hemû ezmûn, tecrûbe û bi rêkûpêkiya xwe bixe xizmeta pêşveçûna civakê.”
‘MISOGERIYA SERKETINÊ NÛKIRINA SOZ Û TÊKOŞÎNÊ YE’
Têkoşîn Toprak di dawiya nirxandinê xwe de destnîşan kir ku salvegera vê raperînê ji bo wan ne tenê rojeke bîranînê ye, di heman demê de rojeke nûkirina soza meşandina xeta Apogerî û avakirina civaka azad e: “Eger em xweparastinê bikin çek û hîmê xwe ê herî xurt û pîvanên Jinolojiyê di jiyanê de bicih bikin, ti hêz nikare destkeftiyên gelê me û jinan têk bibe. Em ê di serdema nû de ji zihniyeta dagirker û zilamserdest qutbûnek kûr çêbikin, erka xwe ya dîrokî pêk bînin û serkeftina civaka exlaqî û polîtîk misoger bikin.”
‘HEVHATINA PEYVÊN SIHRÎ Û BIRYARA JINÊ YA LI SER JIYANÊ’
Nûpel Amed bal kişand ser kûrayiya felsefeya “Jin Jiyan Azadî” û rola wê ya di guherîna civakî de û ev tişt anîn ziman:
“Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo jinên Rojhilata Navîn bi rastî jî felsefeyeke rastîn a jiyanê ye. Ev serhildana ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd geş bû, piştre li tevahiya herêmê û civakê belav bû. Ev felsefe felsefeyeke ku bi jiyanê re dibe yek û jiyan tê de dibe xwedî wate. Rêber Apo bi anîna cem hev a van peyvên sihrî yên ‘Jin Jiyan Azadî’, di rastiyê de têkiliya kûr a jinê ya di navbera jiyan û felsefeyê de nîşan da. Ji ber ku jixwe ji nîvî zêdetirê civakê jin in, jinan di nav vê jiyanê de biryara çawa têkoşînkirin, çawa sekinîn û çawa jiyînê dane. Jiyan hinekî meseleya tercîh û pêdiviyê ye; dema mirov cewherê pêdiviyên xwe bibîne, dikare di wê çarçoveyê de pêşiya xwe bibîne û li ser wî fikrî kûr bibe.”
‘REJÎMA MOLA YA ÎRANÊ DIJBERÊ JINÊ YE, SERHILDAN REFLEKSA HEVPAR E’
Gerîlaya YJA STAR’ê Nûpel Amed bal kişand ser rewşa siyasî û civakî ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Erê, ev serhildan di şexsê rejîma mola ya Îranê de weke serhildaneke jinan pêk hat, belê ev rast e. Lê di vê nuqteyê de bû serhildanek û rabûnek ku hemû jin tê de bûn yek û ketiye nav hewldana hevpar. Bi taybetî li Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê pêkhatina vê yekê, nîşaneya wî refleksî, wê nepejirandinê, wê redkirinê û wê başkêşiya hemberî sîstemê bû. Ji ber ku rejîma heyî bi rastî jî rejîmeke ku tam dijberê jinê ye. Îro li Îranê ne tenê darvekirina jinan tê kirin, di heman demê de zihniyeta serdestiya mêr a ku tevlî hemû civakê dibe heye. Rejîma mola jî vê rastiyê di forma wê ya şênber de nîşan dide. Serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ ew potansiyel û ew refleksa redkirinê ya li dijî vê sîstemê derxist holê.”
‘TÊKOŞÎNA GERDÛNÎ: XELEKA KU JI ÇIYAYAN DESTPÊ KIR Û BELAVÎ CÎHANÊ BÛ’
Gerîlaya YJA STAR’ê Nûpel Amed bi bîr xist ku îro jinên ji hemû neteweyan di nav vê têkoşînê de cîh digirin û diyar kir ku ev şoreş sînoran nas nake:
“Îro ne tenê jinên Kurd; jinên ji Tirkiyeyê, yên Ereb, Fars, Îranî, Efganî û ji Ewropayê heta Asyaya Navîn gelek jin gav bi gav tevlî vê têkoşînê dibin. Ev rewş nîşan dide ku têkoşîna jinê gerdûnî ye, nîjad û zayend ji bo wê nabin asteng. Ji ber ku rastiya tişta ku jin tê re derbas dibin di hemû civakan de hema hema yek e. Têkoşîn mîna hûnandina rîs e; xelekek xeleka din temam dike, kûrbûnek kûrbûneke din çêdike. Ev xelek cara yekem li çiyayên Kurdistanê ava bû, piştre ber bi hemû welatên Rojhilata Navîn ve çû û îro bûye xelekeke gerdûnî.”
Nûpel Amed di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser hest û ezmûnên jinan û bang li jinên herêmê û cîhanê kir ku têkoşînê xuttir bikin: “Jin wateya windakirinê û azarên wê herî zêde dizanin û dijîn. Lewma potansiyela wan a ji nû ve xwedîderketin, ji nû ve destgirtin û tevlîbûna bi hêz a di têkoşînê de hîn mezintir e. Li ser vê bingehê, ji bo ku em enerjiya jinê kanalîzeyî vê berxwedanê bikin, em bang li hemû jinan di serî de jinên Kurd û Kurdistanî, jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê dikin ku hîn zêdetir xwedî li felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ derkevin, di nav xwe de bi cih bikin, di hundirê xwe de kûr bikin û berxwedanê mezintir bikin.”

