Bi boneya çaremîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û despêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Rêxistina Hana ya parastina mafên mirov daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Jîna wekî jinekê ket ber sîstemeke wisa ku desthilatdariyê li ser laş, cilûberg û hilbijartina jinan ferz dike, her wiha wekî Kurdekê ser bi civakekê bû ku bi dehan salin rûbirûyî cudakarî û tepisandina siyasî bûye. Vê yekê nîşan da ku cudakariya zayendî, zilm û çewsandina neteweyî dikarin li ser jiyanekê bên ferzkirin. Ji ber vê yekê şoreş bû daxwazeke giştî ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovî. Her wiha heta gihiştina edaletê, wê dosyaya Jîna Emînî bi vekirî bimîne.”
Hatiye diyarkirin ku bersiva rejîma Îranê ji bo daxwazên gel gulebaran, kuştin, birîndarkirin, girtin, êşkence, tundûtûjiya zayendî, windakirina bi zorê, dadgehkirinên neheq û darvekirinan bû. Kurdistan, ji Seqiz û Sineyê bigire heta Mehabad û Ciwanroyê, careke din bûye yek ji navendên serekî yên tundûtûjiya dewletê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Yek ji sedemên herî giring ên berdewambûna tûndûtijiya li Îranê bê ceza mayîne. Malbatên qurbaniyan li şûna ku bigihin rastî û dadperweriyê, gelek caran rûbirûyê gef û zextên wan saziyên ku ji çewisandinan berpirsin tên. Deshilata wan bi ser jiyana giştî û taybet a welatiyan de zêdetir bûye.”

