Tê dîtin ku li Tirkiyeyê bi kûrbûna qeyrana aboriyê re xebitandina zarokan zêde bûye. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên sala 2019’an 720 hezar zarok dixebitîn. Li gorî daneyên ÎSÎG’ê jî di 8 mehên pêşî yên sala 2026’an de 62 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
‘EZ DIFIKIRIM KU DIVÊ HEJMARA RASTÎN BI MILYONAN BÊ ÎFADEKIRIN’
Pispora Ewlehiya Kar Denîz Îpek, diyar kir ku hejmara rojane ya zarokên karker li Tirkiyeyê bi temamî nayê zanîn. Îpek got: “Em îro bi teqezî nizanin ku li Tirkiyeyê çend zarokên karker dixebitin.”
Îpek, destnîşan kir ku xwendekarên MESEM’ê, stajyer, karkerên çandiniyê û zarokên ku bê qeyd dixebitin di daneyên fermî de bi temamî cih nagirin. Îpek got: “Ez difikirim ku divê hejmara rastîn bi milyonan bê îfadekirin.”
‘ZEMÎNA ABORÎ YA XEBITÎNA VAN HEMÛ ZAROKAN EŞKERE YE’
Îpek, diyar kir ku tevî ku bi zagonan ji bo xebitandina zarokan sînor hatine danîn jî, di xebatên bêqeyd de gelek zarok dixebitin. Îpek, destnîşan kir ku nîşandana zarokan wekî “xwendekar”, “berhosta” an jî “stajyer” wê karê xeter ê ku dikin naguhere.
Îpek, da zanîn ku xizanî zarokan dikişîne nav xebatê û got ku pêdiviya kargehan a bi hêza kar a erzan jî daxwaza li ser keda zarokan zêde dike. Îpek, anî ziman ku pereyê ku zarok qezenc dikin ji bo gelek malbatan dibe parçeyekî girîng ê debarê.
‘KEDA ZAROKAN DI KARGEHÊN BIÇÛK Û CIHÊN KAR ÊN BÊQEYD DE ZÊDE DIBE’
Îpek, da xuyakirin ku zarok di gelek qadên wekî pîşesazî, înşeat, tekstîl, çandinî, lojîstîk û sektora xizmetguzariyê de dixebitin. Îpek, diyar kir ku di kargehên biçûk û cihên kar ên bêqeyd de tedbîrên ewlehiya kar lawaztir in.
Îpek, destnîşan kir ku mirina zarokên karker tenê bi kêmasiya tedbîran a li cihên kar nayê ravekirin. Îpek, anî ziman ku cihên kar tên kontrolkirin lê belê ev kontrol ji bo pêşî li berfirehbûna xebitandina zarokan nagire.
Denîz Îpek, daxwaz kir ku xebitandina zarokên bin 18 saliyê yên di karên xeternak de bi awayekî eşkere bê qedexekirin. Her wiha got ku di qadên ku xebitandina zarokan li wan zêde ye de divê kontrolên bêyî agahdarkirin werin zêdekirin.
Îpek, destnîşan kir ku xebitandina zarokan tenê bi tedbîrên ewlehiyê yên li cihên kar nayê çareserkirin û got: “Mesele ne ew e ku em ê zarok di cihê kar de çawa ewletir bixebitînin, mesele ew e ku çima ew zarok wekî hêza keda biheqdest di nav hilberînê de ye.”

