Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin, 1161 roj li pey xwe hişt û bi koma 221’an bi biryardariyek xurt dewam dike. Merasîma dewirgirtinê li Komîteya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştî wê li ser navê koma 220’an çalakvana bi navê Zêrîn Apaydin daxuyaniyek xwend û got: “Em wek Çand û Huner û Stêra Zêrîn silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe, em dest ji çalakiya xwe bernadin. Heta ku em Rêber Apo azad nekin, ev çalakî bi dawî nabe. Em îro xwe bi fikrên Rêber Apo xwe pêş dixin. Emê hertim li berxwebidin. Em heta dawî piştgirî didin pêvajoya heyî. Heta em vê pêvajoyê sernexin, em narawestin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî dewrî koma nû hate kirin û diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

