Koreya Bakur diyar kir ku roja Yekşemê çekeke ku weke “tîpa nû” pênase dikir, bi serketî ceribandiye. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreyê ya Fermî (KCNA), ceribandin ji aliyê lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un bi xwe ve hate kontrolkirin.
Pyongyanê li ser taybetmendiyên çeka hate ceribandin û menzîla wê detay neda. Kim Jong-un jî ceribandin weke nîşaneyeke “teknolojiya parastinê ya gelekî pêşketî” ya welêt nirxand.
Koreya Başûr û Japonyayê roja Yekşemê ragihandibûn ku Koreya Bakur bi navbera çend saetan du fuzeyên falîstîk ên menzîlkurt avêtiye.
Rêveberiya Seulê ceribandina fuzeyê weke “çalakiyeke cidî” pênase kir, Tokyoyê jî Pyongyang bi tundî şermezar kir.

