Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji ber salvegera 3’emîn a şehadeta Seyîd Evran û Mazlûm Bagok di salvegera 12’an de, cangoriyên ragihandina azad bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi rêzdarî şehîdên ragihandina azad ên meha Îlonê yên ku bi peyv, wêne û dengê xwe rêya rastî û heqîqetê ronî kirin û di demên dijwar de berpirsiyariya xwe li hember gelê xwe bi dilsozî hildan, bi bîr tîne.
Di Îlonê de, em rojnamevan û nivîskar Seyid Evran bi bîr tînin, ku piştî zêdetirî 30 salên xizmetkirina di warê medyayî û lêgerîna li heqîqetê de, di 22`ê Îlona 2023`an de şehîd bû.
Seyid Evran, ku di nav hevkar û şagirtên xwe de weke ‘Mamoste’ dihat nasîn, ne tenê rojnamevanekî jêhatî, lê belê dibistaneke rojnamegeriyê û rêberekî nifşên çapemeniya azad bû. Xwedî mîrateya dewlemend a ragihandina azad û bingeha hişmendiya ku dibêje; Divê rojnamevan rastiyê bijî, li ser wê jî binivîse û her tim nêzî civakê û dozên wê be, danî.
Di heman mehê de, ango di 28`ê Îlona 2014`an de, yekemîn rojnamevanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mazlûm Bagok ‘Ehmed Se’ido”, di dema pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe yên pîşeyî de, dema ku bi kameraya xwe hemleya vekirina korîdoreke mirovî di navbera Rojava û Şengalê de dişopand, şehîd bû û dibe parçeyek bîra ragihandina azad.
Di şexsê Seyid Evran û Mazlûm Bagokan de, em hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînin, ku bi merdî, fedekarî û profesyonalî, rûpelên nû li dîroka rojnamegeriyê zêde kirin.
Wan mîrateyek pîşeyî, mirovî û berpirsiyariyeke mezin di lêgerîna li heqîqetê de ji nifşên bê re hiştin. Mîrateyek ku bîra giştî diparêze û dengê civakê bi rastî û berpirsiyarî vediguhêze.
Bi vê boneyê, ne tenê bi bîranîn, lê belê bi parastina mîrateya wan û pêşxistina pîşeya rojnamegeriyê em tekezî li wefedariya bi şehîdan re dikin. Em pabendê sincên pîşeyî û ronîkirina heqîqetê ne ku nifşên nû yên dikarin berpirsiyariya ragihandina azad hilgirin, perwerde bikin û pêş bixin.
Di meha Îlonê de, em Seyid Evran, Mazlûm Bagok û hemû pakrewanên ku jiyana xwe di rêya heqîqetê de feda kirine, bi peyv û nivîsên xwe dengê rastiyê bilind kirine, bi minetdarî bi bîr tînin.”

