Şêniyên herêma Cizîrê ji bo beşdariya li çalakiya bi dirûşma ‘Zimanê me nasnameya me ye’ ya ku ji hêla Înîsiyatîfa Gelêrî li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin, berê xwe dane Qamişloyê.
Şêniyên Dêrikê, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê, Qamişlo û Hesekê, bi rakirina sembol û alên Kurdî ji bo tevlêbûna çalakiyê berê xwe dane cihê çalakiyê, di çalakiyê de wê şênî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinaê ya hikumeta veguhêz red bikin û dawaza berfirehkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî bikin.
Ev çalakiyê weke nerazîbûnek li hemberî biryarnameya hikumet demkî ya bi hejmara “964/2068” e ku 27’ê Tebaxê hate ragihandin û tenê çend ders ji bo Kurdî hate diyarkirin. Ji wê demê ve xelkê Rojava li ser piyan e û nîşan dide ku wê tawîzê ji mafê xwe yê perwerdeya bi Kurdî nede.

