Berdevkê BMMYK’ê Babar Baloch daxuyand ku ji 1’ê Îlonê ve ku şer û pevçûn ji nû ve dest pê kirin, zêdetirî 130 hezar kes li nava Yemenê ji cih û warên xwe bûne û nêzîkî 3 hezar kes jî derbasî Cîbûtiyê bûne. Saziyê hişyarî da ku heke şer berdewam bike, hejmara kesên ku ji cihê xwe bibin wê derkeve 230 hezar kesî.
HÛSÎ: DI BOMBARDIMANA SIÛDIYÊ DE 17 KES MIRIN
Milîsên Hûsî di daxuyaniya roja Sêşemê de Erebistana Siûdî ji pêla dawî ya bombardimanên li Yemenê û qetilkirina 17 sivîlan tawanbar kir.
DI PÊVÇÛNÊN DU ROJÊN DAWÎ DE 154 KES MIRIN
Hat ragihandin ku di şer û pevçûnên du rojên dawî de 154 kesan jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên leşkerî yên nêzî Hûsiyan îdîa kirin ku di êrîşên asmanî yên Siûdiyê, pevçûn û gulebaranên topavêjan ên li parêzgehên Taiz, El-Cevf, Marib û Saadayê de 118 kes mirine. Çavkaniyên hikûmetê jî diyar kirin ku ji refên wan 36 leşker mirine.
LI EREBISTANA SIÛDÎ ALARMA ÊRÎŞA NÛ
Bandora pevçûnan ku sînorên Yemenê derbas kir, Erebîstana Siûdî roja Sêşemê ji bo herêma Necран a li ser sînorê Yemenê alarma demkî ya êrîşê da. Hat destnîşankirin ku ev herêm ji destpêka meha Îlonê ve dibe armanca êrîşên Hûsiyan.
Alarm, piştî êrîşa roja Şemiyê ya li ser paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hat dayîn. Lê fikarên ku pevçûnên li Yemenê yên ku ji nû ve dijwar bûne, wê li sînorê başûrê Erebistana Siûdî eniyeke nû vekin, her ku diçe zêde dibe.

