Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, Festîvala Hevdîtina Navneteweyî ya ku her sal ji aliyê şaredariyê ve wekî kevneşop tê lidarxistin, îsal jî bi tevlîbûneke girseyî pêk hat. Di festîvala ku gelên cuda çandê xwe dan nasîn de, Kurdistanî jî cih girtin.
Festîval bi armanca li hev kombûna gel û çandên cuda ên li bajêr, nasandina nirxên çandî û pêşxistina çanda jiyana hevpar hate lidarxistin. Gelek kesên ji Darmstadt û derdora wê, bi cil û bergên xwe yên kevneşopî, stran û xwarinên xwe di festîvalê de cih girtin.
Kurdistaniyên ku tevlî festîvalê bûn, bi standên xwe çand û xwarinên Kurd dan nasîn. Xwarinên kevneşop ên ku jinên Kurd amade kirin, pêşkêşî serdaneran hat kirin û stand tevahiya rojê eleqeyekî mezin dît.
Yek ji beşên festîvalê ku balê kişand, pêşandana koroya zarokaên Kurd bû. Zarokên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî derketin ser dîkê, stranên Kurdî gotin.
Bi sedan kes temaşeyî pêşandanê kirin û eleqeyekî mezin dît. Di dema pêşandana zarokan de dîmenên rengîn derketin.
Di çarçoveya festîvalê de ji bo zarokan qadên lîstîkê hatin çêkirin. Di tevahiya rojê de, pêşandanên çandî yên gelên cuda, stran û çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
Beşdaran di festîvalê de derfet dîtin ku çandên cuda nas bikin û nirxên xwe yên çandî bidin nasandin. Festîval heta saetên êvarê dewam kir.

