Yekşem, 27 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî
Jin

Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

Helbestvan Jîla Huseynî gotineke welê afirand ku bi zimanekî wêjeyî li ber serweriya mêr rabû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Îlon 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di wêjeya  Kurdî de, pêvajoya dîtbarbûna jinan di qada edebiyatê de weke welatên Kurdistanê, pir cuda û perçebûyî ye. 

Di nav Kurdan de ku bingeha wêjeyê li ser çanda devkî û kevneşopiya dengbêjiyê ava bûye, tê dîtin ku jinan hem di dengbêjiyê de û hem jî di wêjeya nivîskî de beşdariyên girîng kirine. Tevî ku çanda nivîskî bi awayekî berfireh nehat avakirin û civakê di bin bandora avaniyên kevneşopî û zordar ên civakî de bû, berhemên nivîskar û helbestvanên jin heta îro hatine parastin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jin, ji ber nasnameya xwe ya neteweyî û her wiha ji ber zextên cinsiyetperest ên pergala baviksalarî, rastî sansurek duqatî tên. Helbest ji bo wan bûye penageheke ku jin dikare tê de dengê xwe, daxwazên xwe û serhildana xwe bê tirs û azad weke çemekî biherikîne.

Di wêjeya Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê de gelek jin hene ku îro jî nav û berhemên wan zindî ne. Daye Tewreza Hawramî, Daye Xezana Serketî, Liza Xanim, Celale Xanima Loristanî, Pir Nazdar Xatuna Şîrazî, Nergis Xanima Şehrezorî, Xatun Dayrakî Dezbar, Xatun Zerbanuya Derzyanî, Semen Xanima Dewdanî û Mesture Kurdistanî Erdelanî ji nav navên girîng ên jinên ku ji sedsala 10’an heta sedsala 19’an jiyane, tên hesibandin. Piştî xwe jî nifşên din mezin kirin û rê li ber jinên din vekirin.

Di nav van navên girîng de, Jîla Huseynî jî heye; helbestvanek Kurd ku 32 salên jiyana xwe nekarî hemû tiştên ku di dilê wê de bûn di helbestê de bi cih bike. Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes ji bo wê gotiye: “Helbest aşiq bû, Jîla jî maşûq bû.”

HELBESTEK KU DI JIYANA KURT DE NEHAT SÎNORKIRIN

Jîla Huseynî, yek ji helbestvanên jin ên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di 32 salên jiyana xwe de helbest, çîrok, werger û karên radyoyê bi hev re pêk anîn. Jîla Huseynî ku evîn, jinbûn, êş û lêgerîna azadiyê kirin navenda helbestên xwe, bi demê re zimanekî edebî ava kir ku hestyarî û pirsînên li ser qebûlên kevneşopî yên civakê dihewand. Di sala 1996’an de jiyana wê bi dawî hat, lê li pey xwe berhemên neqediyayî û mîrateyek edebî ya ku di jiyaneke kurt de gelek zêde berhemdar bû, hişt.

‘HELBEST AŞIQ BÛ, JÎLA JÎ MAŞÛQ BÛ’

Ev gotina helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes ku ji bo Jîla Huseynî hatiye bikaranîn, yek ji wan gotinên herî xurt e ku tê vegotin da ku têkiliya wê bi helbestê re bê ravekirin. Jiyana Jîla Huseynî çîrokek lêgerînekê bû ku bi helbestê re di temenekî zû de destpê kir û heta mirina wê dom kir. Dema ku wê li ser evînê, jinê, hesret û êşê dinivîsand, bi demê re helbestên wê ber bi normên civakî ve zêdetir hatin hûnandin. Wê hewl da ku ezmûnên jinan û hestên wan bi dengê xwe vebêj.

DI 15 SALIYA XWE DE DEST BI HELBESTÊ KIR

Jîla Huseynî di 21’ê Îlona 1964’an de li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ew, li malbateke ku kevneşopiya wê ya zanistî û edebî bi hêz bû mezin bû. Tê gotin ku bapîrê wê Şêx Ebdulqadir helbestvan bû û bavê wê Şêx Mehran Huseynî jî wek dadwer, alim û rewşenbîr dihat nasîn.

Pirtûkxaneya dewlemend a bavê wê di hevdîtina wê ya zû bi wêjeyê re roleke girîng lîst. Di vê hawîrdorê de ew bi navên girîng ên helbesta Kurdî re nas bû. Di salên dibistanê de jî jêhatîbûna wê ya wejeyî ji aliyê mamosteyan ve hat dîtin.

Jîla Huseynî di temenê 15 saliyê de dest bi nivîsandina helbestê kir.

JI FARISÎ BER BI KURDÎ VE

Serpêhatiya wê ya wêjeyî di destpêkê de bi zimanê Farisî destpê kir. Yek ji berhemên wê yên destpêkê yên ku tê zanîn, çîroka “Ber Bayê Çû”, ango “Wek Ba Derbas Bû” bû ku bi Farisî hatiye nivîsandin. Tê gotin ku Jîla Huseynî nedixwest ev berhem were çapkirin û nivîs bê çapê ma.

Di rêya wê ya wêjeyî de veguherîna bingehîn di salên 1984-1985’an de çêbû. Dest bi karê li beşa Kurdî ya Radyoya Sineyê kir û di bernameya ku bi navê “Îma û Gûygerakan”, ango “Em û Guhdarên Me”, tê naskirin de kar kir. Ev yek ji wan gavên girîng bû ku Jîla Huseynî ber bi nivîsandina bi Kurdî ve bir.

Eleqeya wê bi wêjeya Kurdî berê jî destpê kiribû. Jîla Huseynî di pirtûkxaneya bavê xwe de bi helbestên Kurdî re nas bû û berhemên helbestvanên wek Nalî, Goran û Qanî dizanibû. Lê bi destpêka karê radyoyê re Kurdî bû zimanê bingehîn ê berhemên wê yên edebî. Di salên paş de, wê piraniya helbest û çîrokên xwe bi zimanê xwe yê dayikê Kurdî nivîsand.

‘AZADIYA AXÊ, AZADIYA JINÊ Û AZADIYA PEYVÊ’

Di qonaxa yekem a helbestên Jîla Huseynî de evîn, hesret, jinbûn, êş û ezmûnên kesane yên jiyanê li pêş bûn. Lê bi demê re deng û rengê helbestên wê guherî. Di çavkaniyên edebî de ev veguherîn wek dîtina dengê xwe yê helbestvanî û destpêkirina nêrîna rexneyî li ser qebûlên kevneşopî yên civakê tê nirxandin.

Jîla Huseynî di helbestên xwe de êşên ku jinan û jiyana wan a hate sînordarkirin zêdetir bi cih kir. Di heman demê de, li hember zimanê wêjeyî yê ku ji aliyê mêrên serdest ve hatiye afirandin, dengê xwe yê rexneyî ava kir. Ji ber vê yekê, di nav hawirdorên wêjeya Kurdî de ew bi helbestvana Îranî Fûrux Ferruhzad re hatiye berawirdkirin û wek “Fûruxa Kurdistanê” hatiye binavkirin.

Ev berawirdkirin li ser vê bingehê hatiye çêkirin ku her du helbestvanan mijarên wek jinbûn, evîn, zexta civakî û azadiyê anîne navenda helbestê.

Di helbestên Jîla Huseynî de evîn tenê hesteke romantîk nemaye. Di rêzên wê de evîn bûye ezmûnek ku hesret, tirs, tenêbûn, laş, jinbûn û azadiyê bi hev ve girê dide.

Di nirxandina Şêrko Bêkes de piştî mirina wê, bikaranîna gotinên “Azadiya axê, azadiya jinê û azadiya peyvê” jî nîşan dide ka helbestên Jîla Huseynî di çavê wî û hawirdorên wêjeyî de çawa hatine dîtin.

BERHEMÊN KU LI PEY XWE HIŞTIN

Pirtûka helbestên Jîla Huseynî ya ku di dema jiyana wê de hat çapkirin, Gaşay Evîn (Şahiya Evînê), di sala 1995’an de li Sineyê hat çapkirin.

Piştî mirina wê, pirtûka Qelay Raz (Qelaya Razan) jî hat çapkirin. Di vê pirtûkê de, ligel helbestên wê yên Kurdî, hilbijartinek ji çîrokên wê yên kurt û helbestên wê yên Farisî jî cih girtine. Tê gotin ku beşa ku ji helbestên wê yên Farisî pêk tê, navê “Bārān” (Baran) ku wê bixwe li ser daniye, hildide.

Berhemên wê tenê bi helbestê sînordar nebûn. Wê çîrokên kurt dinivîsand, gotar amade dikir, ji bo zarokan helbest dinivîsand û werger jî dikir.

Wê çîroka “Taleb-e Maghferat” a Sadeq Hedayet ji Farisî bo Kurdî wergerand. Her wiha dest bi wergera romana Désirée ji Farisî bo Kurdî kir, lê ev kar nehat temamkirin.

Di nav projeyên ku nehatin temamkirin de, xebatên wê yên wergerandina hin berhemên Fûrux Ferruhzad û Bijan Jalali jî hene.

JIYANA KU DI 32 SALIYÊ DE NÎVCO MA

Jîla Huseynî di 27’ê Îlona 1996’an de jiyana xwe ji dest da. Dema ku ew li ser rêya Sine-Dehgolanê ber bi Tehranê ve diçû da ku serdana Şêrko Bêkes bike, di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Di vê qezayê de keça wê ya 10 mehî Jîna jî jiyana xwe ji dest da.

Dema ku Jîla Huseynî mir, ew hîn tenê 32 salî bû.

Bi mirina wê re ne tenê jiyana helbestvaneke ciwan bi dawî hat, lê gelek berhemên wêjeyî yên ku hîn nehatibûn temamkirin jî nîvco man.

Îro navê Jîla Huseynî di wêjeya Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê de wek sembola rêyekê ya helbestî ya kurt lê pir tije tê bîranîn. Ya ku wê cuda dike tenê ne destpêkirina helbestê di temenekî zû de yan jî mirina wê ya di temenekî ciwan de ye; ya girîng ew e ku wê ezmûnên xwe yên kesane hêdî hêdî veguherandine pirsîna civakî ya berfirehtir.
Helbesta wê di destpêkê de ji evînê diaxivî.

Paşê ji jinê, ji êşê û ji hundirê sînorên civakî diaxivî.

Belkî mîrateya herî xurt a Jîla Huseynî jî li vir be: di nav jiyaneke ku tenê 32 sal dom kir de, çîroka jineke helbestvan e ku li pey dengê xwe digeriya û hewl dida wî dengî di nav helbesta Kurdî de mayînde bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Navek, du jiyan: Agir Adar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Baskên Ege û Marmarayê ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin

Li dijî desteserkirina îradeyê, “Meşa rêzgirtina li îradeyê” destpê kir. Meşvanên ku ji Îzmîrê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şehba û Şedadê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li Şehba û Şedadê êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê bi meş û daxuyaniyan…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Tu êrîş nikare dengê heqîqetê qut bike’

MKG’ê û DFG’ê êrîşa li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Azadiya çapemeniyê yek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Demhat Girê Spî li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?