Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi daxwaza serbestberdana komedyenê girtî Denîz Goktaş li ber Edliyeya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê lidar xist.
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku Goktaş piştî nîşandana berhemeke xwe hate hedefgirtin, binçavkirin û piştre hate girtin. Her wiha hat gotin ku derbarê Goktaş de heta 12 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Hat daxuyakirin ku ligel biryara tehliyeyê jî Goktaş dîsa hate girtin û hat destnîşan kirin ku ev yek parçeyek ji zextên li ser rojnamevan, hunermend û bikarhênerên medyaya civakî ye.

