Rojnamevan Derya Okatan li Enqereyê malê hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirinê polîsan Derya Okatan anîn Stenbolê. Ji bo îfadeyê Derya Okatan bırın Edliyeya Stenbolê lê dozgerî bêyî îfadeyê bigire bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriyê jî derbarê Derya Okatan biryara girtinê da. Piştî biryarê Derya Okatan birin girtîgehê.
DÎSK Basin-Îşê derbarê girtina Derya Okatan daxuyanî da û diyar kir ku ew biryara girtinê qebûl nakin û got: “Rojnamevanî ne sûc e. Rojnamevan ji ber çêkirina nûçeyan tên girtin. Zextên li ser çapemeniyê her ku diçe dijwartir dibe lê em hînî vê rewşê nabin. Hempîşaya me ne tenê ye. Divê Derya Okatan demildest were berdan.”

