Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM , diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye qonaxekî krîtîk û anî ziman ku civak li benda gavên hiqîqû û demokratîk in.
Sevda Çelîk Ozbîngol, qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, nirxan û derbarê rola Meclîsê, statuya Rêber Apo, nîqaşên destûra bingehîn a nû, pêkanînên li hemberî çapemeniya Kurd û Kurdî, ji ANF’ê re axivî.
‘EM DI QONAXEKÎ KRÎTÎK DE NE’
Sevda Ozbîngol diyar kir ku pêvajo di qonaxekî krîtîk de ye û wiha got, “Em qonaxekî ku bendewarî zêde ne, li benda gavên şênbere ne. Li gorî mînakên çarserkirina pevçûnên li cîhanê, rastiya pevçûna ku em jiyan dikin û bendewariya aştiyê ya erdnîgariyê, nîşanî me dike ku bersiva vê pirsgirêkê bi awayekî lezgîn bi gavên şênber were pêşwazîkirin.
Bendewariya civakê ne bi tenê daxuyaniyên siyasî, li ser bendewariya pêşvebirina bi gavên şênber ên hiqûqî û demokratîk û pêwîstiyê wê ava dibe. Em wekî DEM Partiyê ji destpêkê ve diyar kir.”
‘DIVÊ MÎSOGERIYÊN HIQÛQÎ WERIN AVAKIRIN’
Sevda Çelîk Ozbingol bilêv kir ku aştî ne tenê bidawîbûna pevçûnê ye û destnîşan kir ku ji bo aştiya mayînde divê mîsogeriyên hiqîqû û demokratîk bên avakirin.
Sevda Çelîk Ozbingol got, “Vebûna Meclîsê li ser vê bingehê firsendekî girîng e. Ji ber ku em behsa pêvajoyeke ku bi mîsogeriya qanûndanîn û Meclîsê re, divê piraniya verastkirinên qanûnî bi çavdêriya Meclîsê bê kirin dikin, helbet pozîsyona Meclîsê girîng e. Ji ber ku Meclîs wekî lîjneyekî çavdêr rasterast wê di nava pêvajoyê de cih bigre. Lê ev mîsyon bi serê xwe, ji bo vê danasînê kêm bimîne. JI ber ku zemîna demokratîk a bingehîn ku tê de mîsogeriyên hiqûqî bên avakirin, di her rewşê de Meclîs e. Bi rapora komîsyonê eşkere bû ku di vê pêvajoya du salan de, yek ji qonaxên herî girîng bû.”
‘DIVÊ PÊDIVIYÊN PÊVAJOYÊ BI BERFIREHÎ WERIN DESTGIRTIN’
Sevda Ozbîngol diyar kir ku divê piştî rapora komisyonê pêdiviyên pêvajoyê di çarçoveyeke berfireh de werin destgirtin û got: “Piştî rapora komisyonê, divê pêdiviyên pêvajoyê ji bêçekbûnê heta bi tevlibûna siyaseta demokratîk, ji berdanên girtîgehan, vegerên ewle û bi rûmet ên ji derveyî welat, heta maf û azadiyan û misogeriya destûra bingehîn bi giştî werin destgirtin.”
Sevda Ozbîngol destnîşan kir ku divê hiqûqa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi pêvajoya danîna çekan û pesendkirina vê yekê neyê sînordarkirin û wiha berdewam kir: “Em hemû gelek baş dizanin ku rast nîne hiqûqa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê dakeve asta danîna çekan an jî tespîtkirin û pesendkirina danîna çekan. Di vî alî de her kes hemfikir e. Ji ber ku aştî tenê ji pêvajoyekê pêk nayê. Danîna çekan û tespîtkirin û pesendkirina vê pêvajoyê, bi rastî di nav pênaseya pêvajoya aştiya negatîf a pêvajoyên çareseriya pevçûnan de cih digire. Ji ber vê yekê ev pêvajo, ne pêvajoya ku tenê dakeve asta pêvajoya aştiya negatîf û danîna çekan.”
‘DIVÊ HIQÛQA DERBASBÛNÊ WERE AVAKIRIN’
Sevda Ozbîngol anî ziman ku divê encamên hiqûqî yên ku şert û mercên pevçûnê derxistine holê jî werin nîqaşkirin û bi bîr xist ku pêwîstî bi çarçoveyeke berfireh a hiqûqa heye û got: “Li ser vê bingehê em qala pêvajoyeke hiqûqa derbasbûnê dikin. Divê hemû encamên hiqûqî yên ku di dema borî de şert û mercên pevçûnê derketine holê jî were destgirtin. Em dikarin bibêjin ku sererastkirinên heyî destpêkeke girîng e. Lê mirov nikare bibêje ku çarçoveya hiqûqa derbasbûnê ya berfireh a ku dikare van hemû pirsgirêkan çareser bike, hîn temam bûye.”
‘DIVÊ PÊVAJO WERE LEZANDIN’
Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku wê pêvajoya aştiyê demdirêj be, tevî vê yekê jî divê pêvajo bi qasî ku pêkan e bê lezandin û wiha pê de çû: “Wê ev pêvajo û pêvajoya piştî wê jî wê demê bigire. Divê heta ku pêkan e bê lezandin. Em difikirin ku hiqûqa aştiyê bi berfirehî were destgirtin û di aliyê pîvanên bingehîn ên wekî wekhevî, zelalî, pêşbînîkirin û bêyî cihêkariyê de were nirxandin.”
‘JI BER BIRÊZ OCALAN MÎMARÊ VÊ PÊVAJOYÊ YE MİSYON Û STATUTA WÎ BÊ NÎQAŞ E’
Sevda Ozbîngol diyar kir ku ji ber Rêber Apo mîmarê pêvajoyê ye, mîsyon, pozîsyon û statuya wî sernavekî girîng e û wiha dewam kir: “Piştî Qanûna Çarçoveyê derket, pêvajoya Civaka Demokratîk a ku 2 sal in em nîqaş dikin, mîsyon, pozîsyon û tevlibûnaBirêz Abdullah Ocalan a vê pêvajoyê ne mijara nîqaşê ye. Divê statuya vekirî ya Birêz Abdullah Ocalan jî di pêvajoyê de bi rengekî hiqûqî rast bê pênasekirin û ji aliyê raya giştî ve ji nîqaşan gelek wêdetir bi nêrîneke cûda bê destgirtin. Ji aliyekî ve tê xwestin ku Birêz Ocalan di destpêkirin û pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke diyarker bilîze, lê ji aliyê din ve hêj şert û mercên hiqûqî yên ku rola xwe bi rengekî azad û çalak bi cih bîne nehatine avakirin.”
‘DIVÊ TEVLIBÛNA ÇALAK A BIRÊZ OCALAN A PÊVAJOYÊ BÊ MISOGERKIRIN’
Sevda Ozbîngol destnîşan kir ku divê statuya hiqûqî ya Rêber Apo li gorî pêdiviyên pêvajoyê ji nû ve bê nirxandin û wiha axivî: “Statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan jî li gorî pêdiviyên pêvajoyê pêwîst e ji nû ve were destgirtin. Li vir mesele ne tenê başkirina şert û mercên fîzîkî yên li Îmraliyê ye; divê şert û mercên têkiliyê, hevdîtinên asayî yên bi parêzer û malbatê re, şopandina geşedanên siyasî û hiqûqî, meşandina muzakereyan û tevkariya bi bandor a li pêvajoyê jî werin misogerkirin.”
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ JI NÛ VE WERE NIRXANDIN’
Hiqûqnas Sevda Ozbîngol bal kişand ser ‘mafê hêviyê’ û ev nirxandin kir: “Pêwîst e ev yek ji analîz û beyanên devkî wêdetir, bi statu û misogeriya hiqûqî bê pênasekirin û misogerkirin. Divê meseleya mafê hêviyê ji nû ve were nirxandin. Statu û mîsyona Birêz Ocalan jî divê li ser vê bingehê were nirxandin. Di vê noqteyê de mafê hêviyê ne daxwazeke sererastkirina taybet a ji bo kesekî ye.”
NÎQAŞÊN DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ
Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku divê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nîqaşên destûra bingehîn jî werin destgirtin û wiha domand: “Em nîqaşên Destûra Bingehîn û qanûnî tenê wekî mijareke nîqaşa li ser gelê Kurd nabînin. Ji ber ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li ser bingeha wekhevî û azadiya hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê tê destgirtin. Ger em ê qala çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên bêçek bikin, divê em vê yekê tenê bi nêzîkatiyeke ewlekariyê nenirxînin. Misogerkirina mafên Kurdan ên di aliyê nasname, çand û tevlibûna siyasî de bi destûra bingehîn were misogerkirin. Divê mafê zimanê dayikê di destûra bingehîn de were misogerkirin.”
‘DIVÊ HIQÛQA AŞTIYÊ JIYANA AZAD MISOGER BIKE’
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku hiqûqa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi danîna çekan sînordar nîne, divê hiqûqa aştiyê jiyana azad a ku girêdayî danîna çekan e; ew pergala hiqûqê ye ku mirov bikaribin tê de xwe bi azadî îfade bikin, bi zimanê xwe biaxivin, xwe birêxistin bikin û siyasetê bikin. Aştiya ku em diparêzinmirovan misoger bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hiqûqa aştiyê ne tenê hiqûqek e ev e. Di vî alî de jî divê her kes xwe ji vê pêvajoyê berpirsyar bibîne. Divê wekî hêmaneke bingehîn a aştiyê bibîne.”

