Bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi derxistina qanûna çarçoveyê re li benda berdanê ne, ji ber ku desthilatdarî gavên şênber navêje û demê dirêj dike nîqaşên li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir kirin.
Ji ber biryarên derqanûnî yên Desteyên Îdarî û Çavdêriyê di serî de tehliyeya girtiyên nexweş tehliyeya girtiyên siyasî tê astengkirin û pêkanînên rêveberiyên girtîgehan ên ji bo desteserkirina mafên bidestxistî yên girtiyan berdewam dikin.
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rezan Gezer rewşa dawî ya li girtîgehan û bandora Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li ser girtîgehan ji ANF’ê re nirxand.
‘SEWQ Û TEHLIYEYÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ BI BIRYARÊN ATK’Ê TÊN TALOQKIRIN’
Rezan Gezer diyar kir ku pêkanînên derqanûnî yên li girtîgehan berdewam dikin û anî ziman ku li gorî agahiyên di destê wan de nêzî 100 girtiyên nexweş hene.
Gezer wiha axivî: “Binpêkirina mafan li girtîgehan hê jî berdewam dike. Hem pirsgirêkên girêdayî şert û mercên tenduristiyê hem jî derqanûnî berdewam dikin. Hê jî bi biryarên Desteya Îdarî û Çavdêriyê tehliye tên taloqkirin, sewqkirin û daxwazên tehliyeyê yên girtiyên nexweş bi biryarên ATK’ê tên taloqkirin.
Li gorî agahiyên dawî yên di destê me de em behsa derdora 100 girtiyên nexweş dikin. Rewşa girtiyên nexweş ên li saziyan dimînin, wek ku me di raporên xwe yên dawî yên binpêkirina mafan de jî raguhand roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe. Ji mafê tenduristiyê sûdê wernagirtin. Sewqkirin bi mehan tên derengxistin. Hincetên ‘Li derve jî randevûyên nexweşxaneyê bi zehmetî tên stendin, karmend kêm in’ tên nîşandan.
Her ku ev sewq tên derengxistin, rewşa girtiyan girantir dibe. Hem ji serlêdanên ku ji saziyan re tên kirin, hem jî ji yên ji ATK’ê re tên kirin bersivên neyînî tên dayîn. Wekî ku hûn jî dişopînin, piraniya girtiyan di qonaxa dawî ya nexweşiyên xwe de tên berdan, em hin muwekîlên xwe jî li girtîgehan winda dikin.”
‘DESTHILAT TEHLIYEYAN WEKÎ TAWÎZEKE SIYASÎ DIBÎNE’
Rezan Gezer anî ziman ku desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dinirxîne û destnîşan kir ku divê mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş ji nasnameya wan a siyasî serbixwe werin destgirtin.
Gezer ev tişt gotin: “Mafê jiyanê û mafê tenduristiyê yê mirovekî, nabe ku li gorî nasnameya wî ya siyasî an jî li gorî kîjan sûcî ceza xwariye were nirxandin. Lê di şert û mercên heyî de em bi eşkere dibînin ku ev yek pêk nayê. Ji ber ku desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne û ez difikirim ku di bingeha biryarên taloqkirina înfazê de jî ev tişt heye.
Lê tehliyeyeke mirov, ne mecbûr e ku bibe tawîzeke siyasî. Divê wekî bicihanîna pêdiviya hiqûq û rûmeta mirovahiyê bê dîtin. Her wiha bi rêkûpêk xebitandina mekanîzmayên hiqûqî tê astengkirin.
Li Tirkiyeyê mewzuata înfazê di hin şert û mercan de derfetê dide ku cezayên girtiyên nexweşiya wan a giran hene were taloqkirin an jî tedbîrên din ên înfazê werin pêkanîn. Lê biryarên meqamên cezayê û raporên Saziya Tipa Edlî encama pêvajoyê diyar dikin. Tiştê ku bandorê li vê dike mekanîzmaya siyasî ye û derdikeve holê ku kesên ji sûcekî diyar tên darizandin ji vê sûdê wernagirin.”
‘BERSIVA ŞÊNBER A PÊVAJOYÊ NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ GIRTÎGEHAN E’
Rezan Gezer diyar kir ku bersiva herî şênber a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê di nêzîkatiya li hemberî girtîgehan de were dîtin û got ku binpêkirinên mafan ên berdewam dikin, baweriya ji bo pêvajoyê qels dike.
Gezer got, “Ger ku tê gotin ev pêvajo bi îdiaya demokratîkbûn, aştiya civakî û çareseriyê tê meşandin, divê bersiva vê ya destpêkê û şênber divê di girtîgehan de were dîtin. Ji bo ku pêvajo neyê dirêjkirin, divê tavile gav bêne avêtin.”
‘KESÊN KU WERIN BERDAN, WÊ WERIN KONTROLKIRIN’
Rezan Gezer diyar kir ku bi berdana girtiyan re, dosyayên wan bi temamî neyê girtin, kesên ku werin berdan wê di pêvajoya kontrolkirinê de bimînin.
Rezan Gezer bal kişand ser binçavkirin û girtinên di demên dawî de jî û diyar kir ku bi taybet lêpirsînên ku bi îdiayên endamtiya rêxistinê û propagandayê hatine vekirin, dewam dikin.
Gezer bilêv kir ku her çiqas hejmara binçavkirinan kêm bûye jî ev pêkanîn bi temamî bi dawî nebûne û got, “Ev rewş nîşan dide ku desthilatdariyê binçavkirin û kêm jî be girtinan hîna ji bo çavtirsandina me bikartîne. Dema ku ji aliyekî pêvajo dewam dike li aliyê din jî ev tişt tên jiyankirin, vê yekê nîşanî me dide.

