Rûniştina sêyemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku li bajarê Haelen ê Hollandayê bi temaya sereke “Di avakirina jiyana demokratîk û komunal de rola Jineolojiyê” pêk hat, bi sernavê “Civakîbûna zanyariyê û rizgarkirina zanistê ji bandorên mêtingeriyê” hat lidarxistin. Di rûniştinê de tecrubeyên fêrbûna kolektîf, rêbazên pedagojîk û şêweyên afirandina zanyariyê yên Jineolojiyê hatin destgirtin û civakîbûna zanyariya jinê û rola wê di avakirina civaka demokratîk de hatin nîqaşkirin.
Endamên Komîteya Jineolojiyê Yasemîn Anday û Nûjîn Derya û endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Jînda Amedê pêşkêşî kirin û ji tecrubeyên perwerdehiyê heta xebatên lêkolînê, ji rola civakî ya akademiyan heta xurtkirina rêxistinên xwecihî gelek mijar hatin nirxandin.
TÊKOŞÎNA JINAN BERDEWAM DIKE
Jînda Amed li ser tecrubeyên perwerdehiyê yên Tevgera Azadiya Kurd û pêşketina Jineolojiyê ya li ser vê pêkhatine axivî û diyar kir ku perwerde ji destpêka tevgerê ve yek ji qadên xebatê yên bingehîn e. Jînda Amed da zanîn ku xebatên perwerdehiyê yên bi pêşengiya Hakî Karer û Kemal Pîr bi derfetên sînordar dest pê kiribûn, bi demê re li qadên cuda belav bûne û bi rêbazên nû hatine pêşxistin. Jînda Amed anî ziman ku ev xebat ne tenê veguhastina zanyariyê, her wiha avakirina kesayetê jî armanc dikin. Jînda Amed destnîşan kir ku xebatên perwerdehiyê yên li Ewropayê bi pêşengiya jinên wekî Bînevş Agal û Sakîne Cansiz pêş ketine û bilêv kir ku tevî zextên dewletê û zîhniyeta serdest a mêr jî jin têkoşîna xwe berdewam dikin.
JINEOLOJÎ, PÊŞXISTINA JIYANA AZAD E
Endama Komîteya Jineolojiyê Yasemîn Anday jî xebatên pedagojîk û rêbazên fêrbûnê yên alternatîf ên ku zêdetirî deh sal in li Ewropayê tên meşandin nirxand. Yasemîn Anday anî ziman ku koletiya jinê di bingeha pirsgirêkên civakî de ye û anî ziman ku Jineolojî bi armanca vê rastiyê derxîne holê û pêşxistina zanyariya jiyana azad derketiye holê. Yasemîn Anday wiha axivî: “Jiyana komunal, ne tenê mayîna li cihekî hevpar e; ked dayîna fikirîna bi hev re, hilgirtina berpirsyariyê, hevrûbûna nakokiyan û veguherandina têkiliyan e.”
LÊKOLÎNÊN LI SER DÎROKA JINÊ, STRAN Û MÎTOLOJIYÊ
Di rûniştina bi sernavê “Di azadkirina zanyariyê de armanc û rêbazên lêkolînê yên Jineolojiyê” de encamên lêkolînên ku di bin banê Jineolojiyê de li Ewropayê hatine meşandin hatin parvekirin. Komên xebatê; lêkolînên xwe yên li ser dîroka jinê, stranên gelêrî, mîtolojî, koçberî, sirgûn, asîmîlasyon, tevgerên gundiyan, welatparêzî û malbatê vegotin.
Di lêkolînên li ser stranên gelêrî yên li Kurdistan, Fransa, Katalonya û Spanyayê de hat diyarkirin ku stran yek ji rêyên xweîfadekirina jinan e û tundiya li dijî jinan di van berheman de gelek caran cih digire.
ROLA CIVAKÎ YA AKADEMIYAN HAT NÎQAŞKIRIN
Di beşa bi sernavê “Armanc, peywir û modela rêxistinbûnê ya akademiyên Jineolojiyê wê çawa teşe bigire? Bi perspektîfa modernîteya demokratîk rola civakî ya akademiyan” de hat destnîşankirin ku pêwîst e lêkolîn û nîqaşên ku li Ewropayê tên meşandin bigihînin civakê.
Di encamên atolyeyê de hat diyarkirin ku divê li ser bingehên ku xebatên Jineolojiyê xwe dispêrinê projeyên şênber bên pêşxistin, qutbûna navbera meclisên qadan bê rakirin û mekanîzmayeke parvekirinê ya hevpar bê avakirin. Hat pêşniyarkirin ku di rêxistinkirina akademiyan de şert û merc û pêdiviyên dîasporayê li ber çavan bên girtin, perwerdehiyên ji bo meclisan bên dayîn û semîneran veguherînin projeyên şênber.
Di ragihandina atolyeyê de wiha hat gotin, “Di navbera meclisên qadan de qutbûn heye, xebatên Jineolojiyê tenê ji xebatkarên Jineolojiyê tên xwestin. Pêwîst e em vê yekê çareser bikin. Divê em mekanîzmayeke hevpar a ji bo parvekirinê ava bikin. Di qada akademîbûnê de li ser bingeha pêdiviyên dîasporayê pêwîstî bi plansaziyên şênber heye.”
DELEGE: DIVÊ JINEOLOJÎ BI ZIMANÊ CIVAKÊ BIAXIVE
Delegeyên ku piştî pêşkêşiyan mafê axaftinê girtin, diyar kirin ku divê Jineolojî bi têgînên akademîk sînordar nemîne û xebatên ku bersivê didin jiyana rojane û pêdiviyên civakê bimeşîne.Sernavên wekî berdewamkirina têkiliyên ku bi jinan re hatine danîn, nivîsandina dîroka jinê, veguherandina encamên lêkolînan ji bo bîra hevpar û pêşxistina xebatên ji bo jinên ciwan û zarokan derketin pêş.
Delegeyekê anî ziman Jineolojî zêde di çarçoveyeke akademîk de tê destgirtin û diyar kir ku li kampan kombûna bi jinên ji gelên din girîng e û divê têkiliyên di qada civakî de jî bên xurtkirin. Delegeyê bal kişand ser cihnegirtina jinên Kurd li platforma kêmneteweyan a li Laheyê û anî ziman ku Jineolojî jî dikare pêşniyarên ku nûnertiya jinan û gelan li qada navneteweyî xurt bikin pêş bixe.
Delegeyan bi armanca xurtkirina xebatên Jineolojiyê ya nava civakê gelek pêşniyarên şênber pêşkêş kirin. Pêşniyarên wekî ji bo jinên ji Bakurê Kurdistanê hatine û nikarin vegerin welatê xwe ku karibin bi hev re bijîn malak bê ava kirin, komunên qadên pirtûk û şanoyê bên avakiri û pêşxistina berhemên hevpar hatin kirin.
Hat gotin ku di çarçoveya projeyên demkî de divê komunên Jineolojiyê bên avakirin, çîrokên jiyana kesên ku heta niha li komeleyan xebitîne û xwedî tecrube ne bên tomarkirin û bên arşîvkirin. Delegeyekê bal kişand ser girîngiya xebatên bîrê û da zanîn ku parvekirina tecrubeyên jinên ku li komeleyan jiyane û guhdarîkirina wan ji aliyê civakê ve wê kombûna zanyariya hevpar xurt bike.
Hat destnîşankirin ku divê xebatên ji bo jinên ciwan û zarokan jî di nava pêwîstiyên sereke de cih bigirin.
Rûniştina sêyemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi nîqaşên li ser civakîkirina lêkolînan, têkiliya akademiyan a bi rêxistinên xwecihî re bê xurtkirin û Jineolojî bêhtir temasî jiyana rojane ya jinan bike, bii dawî bû.

