Komeleya Xwendekaran a Arîn li taxa Îskender Paşa ya li navçeya Fatîh a Stenbolê bi pêşengiya xwendekarên zanîngehê vebû. Hîn di saetên destpêkê de gelek xwendekar û ciwanan berê xwe dan komeleyê.
Di merasîma vekirinê de ku bi kincên gelêrî, dirûşm, çepik û govendê destpê kir, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Feleknaz Karabaş axivî. Karabaş got, “Cihê rûmetê ye ku hûn ciwan xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin. Eger hûn ciwan nebîn, em ê kêm bimînin. Ziman, çand û huner hebûna gelekî ye. Em xwedî li hebûna xwe derkevin.”
XWENDEKARAN FERZKIRIN RED KIRIN, JI BO AVAKIRINA ALTERNATÎFÊ LI HEV CIVIYAN
Piştre endama Komeleya Xwendekaran a Arîn Melîsa Çelîk metna çapemeniyê xwend. Melîsa Çelîk anî zima ku qadên ku xwendekar karibin xwe bi rengekî azad lê îfade bikin kêm e û got, “Saziyên perwerdeyê ku divê bersivê bidin pêşketina civakê li qadên çandî, zanistî û civakî bi taybetî di bin bandora desthilatdarî û modernîteya kapîtalîst de ne û hewl didin girseyeke serîtewandî û lawaz biafirîne. Weke xwendekar em vê ferzkirinê red dikin û ji bo afirandina alternatîfê îro li vê derê li hev dicivin.”
Piştî daxuyaniyê ciwanên zanîngehê lîstika “Avare” pêşkêş kirin û bi gotina “Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arîn li hev dicivin” bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Endamên komeleyê Merve Sûltan Daş û Abdulmelîk Çelîk Arîn weke qadeke “bêhnvedanê” ji bo xwendekarên zanîngehê pênase kirin û li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn.
‘ARÎN AKADEMIYEKE ALTERNATÎF E’
Merve Sûltan Daş diyar kir ku di vê demê de herî zêde pêwîstî bi civakîbûnê heye û got, “Pêwîstî bi cihekî hebû ku xwendekar karibin bi rengekî demokratîk xwe lê îfade bikin, bêhnê vedin. Ji ber vê yekê me biryar dan ku komeleya Arîn vekin.”
Abdulmelîk Çelîk jî qala çîroka navê arîn kir û got, “Ya rast di pêvajoya navlêkirinê de gelek navên alternatîf hatin pêşniyarkirin. Piştre jî pêvajoya hilbijartinê li ser bingeheke demokratîk estpê kir. Sedema herî mezin a hilbijartina navê ‘Arîn’ ew e ku tê wateya ‘çirûsk’, ‘beriya agir’. Ji ber ku ev der li ser bingeha komeleyeke xwendekaran ava bû, ji bo karibe navê bikaranîna agirê şoreşgerî yê ruhê ciwanan ev nav hate hilbijartin.”
Merve Sûltan Daş got, “Em di pêvajoya avakirina civaka demokratîk” de ne û destnîşan kir ku akademîbûn û kûrbûna li qada çand û hunerê yek ji pêwîstiyên herî mezin ên vê pêvajoyê ne.
Abdulmelîk Çelîk komeleya Arîn weke akademiyeke ku weke alternatîfa zanîngehan pênase kir.
Merve Sûltan Daş jî herî dawî qala plansaziya atolyeyan a komeleyê kir û ev bang li ciwanan kir: “Atolyeyên me yên bi Kurmancî, Zazakî, Îngîlîzî wê hebin. Di heman demê de em ê li qadên muzîkê yên weke tembûr, erbane û piyano jî bixebitin. Deriyê me wê her tim vekirî be, çaya me germ be. Em li bendê ne.”
Heyeta Ciwanên Enternasyonal a ji 8 welatan ku bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan, di vekirina Komeleya Arîn de bi ciwanên Kurd re govend gerandin.
Endama heyetê, ji Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Elmanyayê (YUNA) Isabelle W. ji ANF’ê re axivî û got, “Gelekî baş e ku ciwanên Kurd xwedî cihekî bin ku karibin li hev kom bibin, hev baştir nas bikin, zimanê xwe yê dayikê hîn bibin û bi mirovên rêxistinbûyî re demê derbas bikin. Em niha li vê derê ne û li qadê gelek tiştên xweş diqewime. Cihê kêfxweşiyê ye ku mirov bibîne her kes bi çanda xwe bijî. Bijî berxwedana ciwanan!”
Isabelle W. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke firsendekê nirxand û destnîşan kir ku rêya ber bi aştiyê ve diçe ji civaka komînal derbas dibe.

