Yekşem, 18 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kira Legerhausen: Di karên Jineolojiyê de em derbasî pêvajoya avakirinê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronda Tayfûr: Jineolojî dike ku em ji paceyên cuda li pirsgirêkan binihêrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê: Divê Jineolojî bi zimanê civakê biaxive 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aze Ronecan: Jineolojî li min da lêpirsînkirin ku ez dixwazin civakekî çawa ava bikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Jineolojî dihêle ku jin bi dîrok û nasnameya xwe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arînê dicivin’
Rojane

‘Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arînê dicivin’

Komeleya Xwendekaran a Arîn li Stenbolê hate vekirin. Endamên komeleyê Merve Sûltan Daş û Abdulmelîk Çelîk Arîn weke qadeke "bêhnvedanê" ya xwendekarên zanîngehê pênase kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Xwendekaran a Arîn li taxa Îskender Paşa ya li navçeya Fatîh a Stenbolê bi pêşengiya xwendekarên zanîngehê vebû. Hîn di saetên destpêkê de gelek xwendekar û ciwanan berê xwe dan komeleyê.

 

Di merasîma vekirinê de ku bi kincên gelêrî, dirûşm, çepik û govendê destpê kir, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Feleknaz Karabaş axivî. Karabaş got, “Cihê rûmetê ye ku hûn ciwan xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin. Eger hûn ciwan nebîn, em ê kêm bimînin. Ziman, çand û huner hebûna gelekî ye. Em xwedî li hebûna xwe derkevin.”

XWENDEKARAN FERZKIRIN RED KIRIN, JI BO AVAKIRINA ALTERNATÎFÊ LI HEV CIVIYAN

Piştre endama Komeleya Xwendekaran a Arîn Melîsa Çelîk metna çapemeniyê xwend. Melîsa Çelîk anî zima ku qadên ku xwendekar karibin xwe bi rengekî azad lê îfade bikin kêm e û got, “Saziyên perwerdeyê ku divê bersivê bidin pêşketina civakê li qadên çandî, zanistî û civakî bi taybetî di bin bandora desthilatdarî û modernîteya kapîtalîst de ne û hewl didin girseyeke serîtewandî û lawaz biafirîne. Weke xwendekar em vê ferzkirinê red dikin û ji bo afirandina alternatîfê îro li vê derê li hev dicivin.”

Piştî daxuyaniyê ciwanên zanîngehê lîstika “Avare” pêşkêş kirin û bi gotina “Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arîn li hev dicivin” bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Endamên komeleyê Merve Sûltan Daş û Abdulmelîk Çelîk Arîn weke qadeke “bêhnvedanê” ji bo xwendekarên zanîngehê pênase kirin û li ser mijarê ji ANF’ê re axivîn.

‘ARÎN AKADEMIYEKE ALTERNATÎF E’

Merve Sûltan Daş diyar kir ku di vê demê de herî zêde pêwîstî bi civakîbûnê heye û got, “Pêwîstî bi cihekî hebû ku xwendekar karibin bi rengekî demokratîk xwe lê îfade bikin, bêhnê vedin. Ji ber vê yekê me biryar dan ku komeleya Arîn vekin.”

Abdulmelîk Çelîk jî qala çîroka navê arîn kir û got, “Ya rast di pêvajoya navlêkirinê de gelek navên alternatîf hatin pêşniyarkirin. Piştre jî pêvajoya hilbijartinê li ser bingeheke demokratîk estpê kir. Sedema herî mezin a hilbijartina navê ‘Arîn’ ew e ku tê wateya ‘çirûsk’, ‘beriya agir’. Ji ber ku ev der li ser bingeha komeleyeke xwendekaran ava bû, ji bo karibe navê bikaranîna agirê şoreşgerî yê ruhê ciwanan ev nav hate hilbijartin.”

 

Merve Sûltan Daş got, “Em di pêvajoya avakirina civaka demokratîk” de ne û destnîşan kir ku akademîbûn û kûrbûna li qada çand û hunerê yek ji pêwîstiyên herî mezin ên vê pêvajoyê ne.

Abdulmelîk Çelîk komeleya Arîn weke akademiyeke ku weke alternatîfa zanîngehan pênase kir.

Merve Sûltan Daş jî herî dawî qala plansaziya atolyeyan a komeleyê kir û ev bang li ciwanan kir: “Atolyeyên me yên bi Kurmancî, Zazakî, Îngîlîzî wê hebin. Di heman demê de em ê li qadên muzîkê yên weke tembûr, erbane û piyano jî bixebitin. Deriyê me wê her tim vekirî be, çaya me germ be. Em li bendê ne.”

Heyeta Ciwanên Enternasyonal a ji 8 welatan ku bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan, di vekirina Komeleya Arîn de bi ciwanên Kurd re govend gerandin.

Endama heyetê, ji  Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Elmanyayê (YUNA) Isabelle W. ji ANF’ê re axivî  û got, “Gelekî baş e ku ciwanên Kurd xwedî cihekî bin ku karibin li hev kom bibin, hev baştir nas bikin, zimanê xwe yê dayikê hîn bibin û bi mirovên rêxistinbûyî re demê derbas bikin. Em niha li vê derê ne û li qadê gelek tiştên xweş diqewime. Cihê kêfxweşiyê ye ku mirov bibîne her kes bi çanda xwe bijî. Bijî berxwedana ciwanan!”

Isabelle W. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke firsendekê nirxand û destnîşan kir ku rêya ber bi aştiyê ve diçe ji civaka komînal derbas dibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Huner li pey felsefeya xwe ye

Huner karekî xuliqdar ê bi taybetmendiya xwedayî ye ku heta roja me ya îro hatiye,…

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

‘Li dijî her cûre fitne û xerabiyan em ê yekîtiya xwe xurt bikin’

Gaziyên parêzgeha Hesekê bal kişandin ser provokasyonên demên dawî û gotin, “Di vê pêvajoya hesas…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sydneyê coşa 8’ê Adarê 

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a Sydneyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?