Li Fransayê bi daxwaza zêdebûna bacan, parastina siberoja ciwanan û xizmetên civakî roja 17’ê Cotmehê protesto destpê kirin. Li gelek bajarên welêt bûyerên tund qewimîn.
Di serî de Parîs, li Marsîlya, Lyon, Bordeaux, Nantes û Niceyê hin kargeh hatin wêrankirin. Şewata li Avahiya Şaredariya Limoges derket, bû sedema zirarê.
800 HEZAR KES DAKETIN QADAN
Li gorî Wezareta Karên Hundir, li seranserî welêt 550 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn. Organîzatoran jî hejmara beşdaran weke 800 hezar ragihand. Hat diyarkirin ku li Parîsê hejmara kesên daketine kolanan 110 hezar e.
Serokwezîr Sebastien Lecornu li Parîsê bi polîsên hêzên taybet re hevdîtin kir û ragihand ku di bûyeran de 1200 kes hatine binçavkirin û 150 polîs birîndar bûne.
Lecornu têkildarî bûyerên tundiyê daxuyanî da û diyar kir ku bûyer gihiştine asteke bêveger.
LI PARÎSÊ 855 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li gorî bîlançoya dawî ya Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê, li paytextê û derdora wê 855 kes hatine binçavkirin. Emniyetê ragihand ku bi mudaxileya hêzên ewlekariyê rewş ji saet 23.00’an ve ketiye bin kontrolê.
ŞAREDARIYA LIMOGES A DÎROKÎ ŞEWITÎ
Piştî protestoyan, yek ji zirarên cidî li bajarê Limoges qewimî. Waliyê Haute-Vienne, Maurice Barate ragihand ku şewata li avahiya Şaredariya Limoges hate kontrolkirin.
Walî diyar kir ku şewat bi zanebûn hate derxistin û îfade kir ku avahiya ji sedsala 19’an zirareke cidî dîtiye û li navenda bajêr gelek tiştan zirar çêbûne.

