Çalakiyên ku roja Şemiyê li gelek bajêrên mezin ên wekî Los Angeles, New York, Chicago, Washington, Miami û Houstonê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dest pê kirin, yekser li hemû welat belav bûn. Dirûşma “No Kings” ku salên dawî li dijî Serok Donald Trump dihate berzkirin, vê carê bi bangawaziya dengdana zû ya ji bo hilbijartinên 3’yê Mijdarê derket pêş.
Ev hilbijartin pir girîng in. Ji ber îhtîmal heye ku Komarparêz li Civata Nûneran û heta hêza xwe ya li Senatoyê jî ji winda bikin. Ji aliyê din ve, serkeftina namzetên baskê çepgiran di hilbijartinên pêşîn ên Partiya Demokrat de, hêvî û bendewariyên ji bo pêvajoya hilbijartinê hîn zêdetir kirine.
Rêxistinên mîna Yekîtiya Mafên Sivîl a Emerîkî (ACLU), Federasyona Mamosteyên Emerîkî, Black Voters Matter Fund, Public Citizen û Voto Latino piştgirî dan vê kampanyayê. Organîzatorên kampanyayê diyar kirin ku çalakiyên wan li ser Partiyan re ne.
JI BO KOMÊN KOÇBERAN BANGA TAYBET
Di nav komên ku kampanyayê hedef digire de dengderên bi eslê xwe ji Emerîkaya Latîn jî hene. Li bajarê Greshamê yê eyaleta Oregonê, parêzvanên mafên mirovan dengderên ku ji ber girtina koçberan fikar dikin, teşwîq kirin ku dengê xwe bidin.
Organîzatorên kampanyayê dan zanîn ku civaka Hispanîk yekser ji biryarên siyasî bandor dibin. Wan, got ku armanca wan ew e ku beşdariya van dengdêran di hilbijartinan de zêde bikin da ku ew jî di diyarkirina siberoja welêt de xwedî gotin bin.
Li navenda bajêrê Los Angelesê jî bi sedan kes hatin cem hev. Çalakvanek ku ji CBS Newsê re axivî got ku armanca wan zêdekirina tevlîbûna hilbijartinê ye û astengkirina her cure hîleyan di hilbijartinên navîn de.
Li DYE’yê sîstema dengdana zû heye, lê belê dîrok, merc û rêbazên vê sîstemê li gorî eyaletan diguherin.

