Şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo oxirkirina cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mizgîn Kurdo ya ku 8‘ê Çileya 2024‘an li Minbicê şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û merasîmek hat lidarxistin.
Merasîma ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat birêxistinkirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Neda Samî Ferman axivî û anî ziman ku şehîdan wateyên herî mezin fedakariyê nîşan dan, di rêya welatan de bedel dan, şehîd dê nîşaneya serketinê û jêdera îlhamê ji bo nifşan re bimînin.
Neda Samî Ferman di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê rêya şehîdan bişopînin û destkeftiyên ku bi keda wan hatine dayîn, biparêzin.”
Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sîdar Til Temir jî malbata şehîd silav kir û behsa têkoşîna şehîd Mizgîn kir.
Sîdarê got: “Şehîd Mizgîn ji berxwedana Serêkaniyê ya sala 2013‘an dest pê kir û heya roja şehadetê tê koşiya. Bîranênên wê dê di wijdanê her kesî de zindî bimînin.”
Bi navê malbata şehîd Mizgîn, Helîme Kurdî jî zehmetiyên ku malbatê di nava 2 salan de li benda wergirtina cenaze kişandine, anî ziman. Her wiha têkoşîna şehîd Mizgîn û girêdana wê bi nirxên ku ji bo wê canê xwe daye ve, vegot.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mizgîn hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Cenaze bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan hat veşartin.

