Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser şehadeta 11 gerîlayan bi vî rengî ye:
“Em hevrêyên xwe Bager Arbeba, Ala Kurdistan, Çiya Kurdistan, Zinar Doga, Xebat Çiya, Rêber Têkoşer, Xeyrî Tolhildan, Umîd Çiya Mahabad, Pîrdogan Agirîn, Welat Şepul û Bahoz Saqiz ên di demên cuda de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn û li cih û demên cuda şehîd bûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin.
Xaka Rojhilatê Kurdistanê di tevahiya pêvajoya dîrokî de li dijî mêtingerî, zext û polîtîkayên înkarê xeteke berxwedanê ya bi biryar şopandiye. Bajarên Mahabad, Saqiz, Bane, Pîranşar, Bokan û Serdeştê jî di vê têkoşînê de bi rola pêşengiyê rabûn û cihê xwe di nava dîroka me ya azadyiê de girtin. Ewladên welatparêz û gelê me yê vê erdnîgariyê li dijî zilmê têkoşîna azadiyê hildan ser milê xwe. Ev milîtanên fedaî yên bijarte ku sînorên mêtingeriyê û pergala heyî red kirin, li çiyayên Kurdistanê bûn pêşengên têkoşînê. Çanda berxwedanê û hişê neteweyî yê gelê Rojhilat di şexsê van fedaiyan de veguherî heqîqeta azadiyê û çalakiyê. Her yek ji wan bûn temsîla îradeya herî xurt a berxwedana li dijî mêtingeriyê. Ev fedakarî weke pûsûlayeke şaş nabe û meşaleyeke venamire ya têkoşîna azadiyê ya gelê me ye. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya gelê kKurd wê bi dewamÎ xwedÎ li şehîdên ezîz derkevin û her tim li ser şopa wan bin.
Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê yê esîl û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
|
Nasnav: Bager Arbeba |
|
|
Nasnav: Ala Kurdistan |
|
|
Nasnav: Çiya Kurdistan |
|
|
Nasnav: Zinar Doga |
|
|
Nasnav: Xebat Çiya |
|
|
Nasnav: Rêber Têkoşer |
|
|
Nasnav: Xeyrî Tolhildan |
|
|
Nasnav: Umîd Çiya Mahabad |
|
|
Nasnav: Pîrdogan Agirîn |
|
|
Nasnav: Welat Şepul |
|
|
Nav paşnav: Danyar Nurî |












